Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Niþteciyekî bê sînor

 


Ronî ELÎ
 
Dil ...
Siwarê Xunava sibehê ye
Bê Þûr .. Bê Mertal
Awazên Çivêkan
Li dêmên Gulan .. Dang dike
Û di kevanê keskesorê de
Helbesta jînê
Dinimîne û dipejirîne


 Dil ...
Kiþwera civateke lal e
Di bin sîbera
Girjenîngên welatekî bê sînor de
Serjimêriya xem û hêviyan
Di gewriyeke telîz de
Terxan dike
Û birêve dibe
 
Dil ..
Zilx û mertala tîrkevanên Ahînan e
Bi þev
Çîrokên rojê diþopîne
Di rojê de jî
Xewnên þevê dûbare dike
Û di xwîna xwe de
Siwarên hêviyan
Li ber dergehên þeydê
Vedgevizîne
Û cardin .. Siwar dike
 
Dil ..
Kendaveke sergirtî ye
Bi lehiyên qelaþtî re
Kovanan vedpincirîne
Û di devê birînên demê de
Ahîn û sawirên jiyanê
Diklê û werbêj dike
Tenê ..
Ji ber devê talanan
Stûnên hebûn û dûmandinê
Di bin konê xewnan de
Serast û piþtgir dike
 
Dil ..

Deriyekî bê dergevan e
Mendalekî dîn, kor, lal û ker
Û sêwiyê li ber dîwaran e
Di germa Havînê de
Kunemoza wêranê 
Li siha vehsana hêviyan derdike
Û di çeleyê Zivistanê de
Li ser qaqa bêzariyê
Xewnerojan vediqetîne
Û hîn jî..
Sirûda ji te hezdikim
Serast û ezber dike
 
Dil ..
Dergûþekî lal e
Û di landika paþerojeke dîn de
Ken û girî
Bi dilopên þîrê Dayikeke bê bir re
Mîna dîlaneke bê serpêþvan
Ku li ber Dahol û Zirneyeke xemnak
Germ dibe .. Gur dibe .. Sar dibe
Û ji niþkê ve
Weke tizbeheke
Ku bi tayekî xav hatibe girêdan
Þerpeze dibe
 
19112016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark