Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Qijik

 


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Tewrêz 1373
 
Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!


 Bila nebûya deynê min
Bila nebûya ola min
Deynê min çî ye? Nizanî!
Ola min çî ye? Nizanî!
Deynê min yê þivantiyê
Ola min ya bendetiyê
Þivantî bikim bendê ra
Bendetî bikim xwedê ra.
 
Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!
 
Durûtî qet tinebûya
Dizîtî qet tinebûya
Mal esmanê heftan bûya
Ol ola firiþtan bûya
Cînarê pîs tinebûya
Ruviyê pîs tinebûya
Per vekira li esmana
Xelas bûma destê wana.
 
Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!
 
Bila tinebûya hizir
Bila tinebûya fikir
Bê fikr û bê xiyal bûma
Bê hiþ û bê kemal bûma
Bila guhê min ker bûya
Bila çavê min kor bûya
Min nebihîsta dengê zor!
Min nebidîta xwîna sor!
 
Xwazila ez qijik bûma
Bê mal û bê dirik bûma
Qijika ser daran bûma
Li ser serê sûran bûma
Peyda kira hevala xwe
Pirda bi tev delala xwe!
 
Rûvînin me bûne serek
Þêrên bê rû bûne virek
Þevên dizan dirêj bûne
Kalên me bê nimêj bûne
Rojên rastan winda bûne
Hîvên baþan þûnda bûne
Qewlê mêrê berê tine
Xêr û bêra berê tine.
 
Senar êdî bes e bêje!
Te þev ret kir êdî roj e!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark