Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Komela Rewþen Bedirxan

 


Desteya Sernivîser 
 
   Piþtî bayê azadiyê hêdî hêdî serdana welat û miletê me kir, wisa jî di hemû warên civaka kurdî de pir komele, rêxistin û saziyên sivîl hatin damazrandin, yek ji wan, komela Rewþen Bedirxan e, ew yekemîn komela jinên kurd ku li Efrînê ji dayik bûye ye, li 7.4.2012an  kongira wê ya damazrandinê ya yekemîn li dar ket, tê de jinên  Cindirêsê, Meydankê û Efrînê beþdar bûn, piþt re wan dest bi kar û xebata xwe ya civakî û çandî kirin, û hejmareke mezin ji jinên herêmê li dor wan civiyan.


  Komele, ji  bo  rakirina  zordarî  û  bêdengiya  dîrokî  ji ser  piþta  jina  Kurd û  terxandina  bingeha  wekheviyê,  di  navbera  jin  û  mêr de dixebite,  û herweha ji bo teqezkirina rola jinê di civaka kurdî de û pesendkirin û bihêzkirina baweriya wê bi xwe, daku jin, di hemû aliyên  jiyana aborî,  rêzanî, civakî  û  çandî de, bibe  pêþkdara  mêr, ji aliyekî din ve ew armanc dike ku guhdan bi çanda Kurdî  û zimanê Kurdî  bêtir were kirin.
 Hêjayî gotinê ye ku tevlî ku pir alozî û pirsgirêk li pêþ komelê derketin û hîn jî derdikevin holê, lê di dirêjahiya pênc salan de, bê ku tu aliyên siyasî û ji bilî siyasî jî piþtevanî û alîkariya wê bikin, wê  kanîbû roleke giring û berçav di civakê de bilîsta û kesayetiya xwe ya serbixwe biparasta.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark