Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Taybetmendiyên Erênî yên Elifbêya Kurdî-Latînî û Hin Pirsgirêkên Elifbêya Kurdî-Erebî

 


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
 
Hinek taybetmendiyên erênî ya rênivîsa kurdî-latînî henin ku, dibin sedemê bedewbûn, tekûzbûn, pêþketîbûn û serxwebûna wê rênivîsê. Herwekî nivîskarê hêja Bavê Nazê[1] jî amaje kiriye; hinek ji wan taybetmendiyan û pirsgirêkên elifbêya kurdî-erebî wiha ne:
1- Elifbêya kurdî elifbêyeka fonêtîkî ye, ango her tîpek ji bilî pevdenga (xw)’yê, nîþana dengekî ye. Ji ber vê yekê elifbêya kurdî-latînî baþtir ji elifbêya kurdî-erebî li sewt û dengên zimanê kurdî tê.


2- Zimanê kurdî wekî zimanê farsî, ji rîþe û malbata zimanên “hind û ewrûpî” ye. Ya rast û dirust ew e ku, elifbêya vî zimanî jî bi tîpên latîn be. Lewra rîþe yek e û dengên zimanê kurdî bi tîpên latînî rastir û dirustir derdikevin. Her wekî hemû ziman-nas dizanin, zimanê erebî ji koma zimanên “samî” û zimanê tirkî jî ji koma zimanên “ûral-altayî” ye. Ji ber vê sedema zanistî, elifbêyên wan têra sewt û dengên zimanê kurdî nakin.
Pêwîstî gotinê ye, yek ji sedemên aloziya rênivîsa zimanê farsî jî ev e ku, ji malbata “hind û ewrûpî” ye; lê ji ber sedema olî farsîzimanên Îranê elifbêya erebî bi kar tînin. Wekî em jî vê þaþiyê ducare bikin, ev karekî rast nîne.
3- Hindikbûna tîpan di elifbêya kurdî-latînî de (31 heb) ku, bûye sedemê hêsanbûna perwerdeya zimên. Berovajî vê elifbêya kurdî-erebî xwediyê 38 tîpan e û hînkariyê dijwar dike.
4- Latînîbûna rênivîsa kurdî-latînî bûye sedem kû, xelkê biyanî bi hêsanî fêrî zimanê kurdî bibin. Hînbûna rêza (xet) kurdî-erebî bo biyaniyan pir dijwar e.
5- Elifbêya latîn bo pêywendiyên kampiyûtêr, întêrnêt û malperan pir çêtir e.
6- Hebûna tîpa (I, i) di rênivîsa kurdî-latînî de û tinebûna wê di kurdî-erebî de ku, dibe sedemên aloziyan. Weke: (کردن , مردن, (گه نم  ku, di rênivîsa latînî de wiha bi rêkûpêk tên nivîsîn: Genim, mirdin, kirdin.
Hewcî gotinê ye ku, kovara Sirwe hemberî (I)’yê tîpa ( ﺌ ) kifþ kiriye. Wekî mirov bixwaze wê tîpê di rênivîsa kurdî-erebî de bikar bibe, her sê peyvên jorîn dê wiha bên nivîsîn: (مئردئن، کئردئن گه نئم،).
7- Tinebûna þideyê (dubare kirina tîpan) di rênivîsa kurdî-latînî de. Yanî di zimanê kurdî de, deng dubare nabin. Gorî baweriya Mîr Celadet Alî Bedir Xan[2] wekî deng dubare nebin, nikarin dubare bên nivîsîn jî. Dibe ku di hin peyvan de tîpek hiþk û giran were bilêvkirin; lê ew bi wê wateyê nîne ku, ew tîp mîna di zimanê erebî de, di zimanê kurdî de jî du caran tên bilêvkirin.
Weke tîpên (R(ر، û )Lل،) di van peyvan de: Kirîn, gurîn, gule û gelek.
8- Aloziyeka din ku di rênivîsa kurdî-latînî de tine; lê di ya kurdî-erebî de heye; tîpa (eئه‌، ) ye. Ji ber ku (ئه) bi tîpa pêþ xwe ve nazeliqe; dibe sedemê ji hev cuda nivîsîna tîpên peyvan û rêza (xet) kurdî di warê nîgarê de perîþan û sergerdan dike.
Mînak:، هه‌ لپه‌ ر کێ  فه له ک هه مه دان،   حه سه‌ نکێف،‌
Ev her çar peyv di rênivîsa kurdî-latînî de wiha xweþik tên nivîsîn:
Helperkê, felek, Hemedan, Hesenkêf.
9- Taybetmendiyeka rênivîsa kurdî-latînî, derfeta gir nivîsîn û hûr nivîsîna tîpan e. Peyv gora cure û ciyê xwe di hevokan de, hûr an gir tên nivîsîn. Di elifbêya kurdî-erebî de meriv nikare navên xweser û navên cî û welatan ji peyvên mayîn kifþ bike; çûnkî hemû wekî hev tên nivîsîn.
10- Taybetmendiyeka din a rênivîsa kurdî-latînî derfeta bi heva nivîsîna navdêr, dengdêr û lêkerên hevedudanî ye.
Mînak bo navdêran: Rojname رۆژ نامه‌ ,heftreng هه‌فت ره‌نگ ,keskesor که‌سکه ‌سۆر ,dotmam دۆت مام ,kurxal کور خال
Mînak bo rengdêran: Çavbelek چاڤ به‌له‌ک ,pozbilind پۆز بلند ,porsipî پۆر سپی ,çavreþ چاڤ ره‌ش ,bejnbilindبه‌ژن بلند
Mînak bo lêkeran: Dildayîn دل دایین ,dilmayînدل مایین ,çêkirin چێ کرن  ,bakirin  با کرن ,kaþkirin  کاش کرن
11- Her wekî nivîskar Arif Zêrevan[3] jî destnîþan kiriye, ji ber cudatiya malbatên zimanî, dazdeh tîpên kurdî (ç, e, ê, g, i, î, j, o, p, u, û, v,چ، ئه‌، ئێ، گ، ﺌ، ئی، ژ، ئۆ، پ، و، ئوو، ڤ،) di elfbêya erebî de nînin. Bi gotineka din ji seda siyên dengên kurdî bi elifbêya erebî nikarin bên nivîsîn. Ji ber vê kêmasiyê farsan jî çar tîpên (p, ç, j, gپ، چ، ژ، گ، ) li elifbêya farsî-erebî zêde kirine; lê hemû pirsgirêkên elifbêya wan nehatine çareserkirin.
Her çiqasî elifbêya kurdî-erebî hatibe destkarîkirin û kirasekî kurdî lê kiribin jî, dîsa têra xwe li bejna bilind a zimanê kurdî nayê.
12- Þeþ tîpên erebî (ث، ذ، ص، ض، ط، ظ) qet di elifbêya kurdî de nayên bikaranîn. Çûnkî ew dengan di zimanê kurdî de bi kar nayên.
13- Kêmasiyeka din a elifbêya kurdî-erebî ew e ku, sê tîpên kurdî (u, û, w) bi yek tîpa erebî ya (و) û du tîpên (î, y) jî bi yek typa erebî ya (ی) tên nivîsîn.
Mînak: Weþandin, kubar, zû, وه‌شاندن، کوبار، زوو
Yar, bîne. Tî, یار، بینه‌، تی
14- Hêjayiyeka din a elifbêya kurdî-latînî di yalê vekîtê (awayên nivîsîn û bihevebûna peyvan) de ye. Di vê elifbêyê de lêker, rengdêr û daçek li gor hêmanên rêzimana kurdî ji ya kurdî-erebî serastir tên nivîsîn. 
15- Herwekî nivîskar Yûsif Kulûnekzade Gengeçîn[4] jî destnîþan kiriye, ji bilî pirsgirêkên jorgotî yên elifbêya kurdî-erebî, hin aloziyên wê yên mayîn jî hene ku wiha nin:
a) Dema tîpên (u, و) û (û, وو ) di pey hev tên nivîsîn, neqþ û nîgara peyvan pir dijwar û perîþan dibe.
Mînak: Kirdûwe, jûrûwe, negirtûwe, hatûwe.
           کردوووه‌ - ژووروووه‌، نه ‌گرتوووه‌، هاتوووه‌
b) Gelek dengên wê henin ku bi du, sê û çar awayî tên nivîsîn. Mînak: A= ئا- ﺎ - ‌ا   û   E= ئه- ﻪ - ﻩ   
c) Ev elifbê di nivîsara hin peyvan de xwediyê þêweka yekgirtî nîne û peyvek bi du, sê û çar cureyî dikare bê nivîsîn. Mînak:
Helperkê           هه‌ ل په‌رکێ – هه‌ لپه‌رکێ                              
Têhelçûn
تێهه‌ لچوون، تێ هه‌ل چوون، تێ هه‌ لچوون،
Lêkolînewe
لێ کۆ لینه‌ وه‌، لێکۆلینه‌ وه، لێ کۆ لی نه‌ وه‌، لێکۆ لی نه‌وه‌،
ç) Dewsa tîpa gihaneka (Û, ئوو)’yê, (U, و) tê nivîsin. Ev di ciyê xwe de nîne. Lewra bi (Û, ئوو)’yê bi lêv dibe, ne bi (U, و )’yê.
d) Di destpêka peyvan de hemberî dengdêrên (a, e, ê, î, o, u, û) di rêzê de (ئوو، ئو، ئۆ، ئی، ئێ، ئه، ئا) bi kar tên. Her- wekî xwandevanên hêja dibînin, li hemberî tîpeke kurdî-latînî du, sê tîpên kurdî-erebî bi kar tên. Ev kar dewsa herikbarkirinê, elifbê û xetê kurdî giran û dijwar dike. Mînak:
Aþ, em, êvar, îþev, ol, usa, ûsta
ئاش، ئه م، ئێڤار، ئیشه‌ڤ، ئۆل، ئوسا، ئووستا   
e) Jiber ku þêweyê mezin a tîpa ھ) ,h) di elifbêya kurdî-erebî de tine û her bi þêweyê piçûk tê nivîsîn; dema ku di dawiya peyvan de tê, wan nivîþkan û perîþan dide nîþan dan.
Mînak: Perestgeh, yazdeh, ceh, zanîngeh 
په‌ره‌ستگه‌ھ ‌،یازده‌ھ ،جه‌ھ ،زانینگه‌ھ
 

[1]- Bavê Nazê; Ber bi Zimanekî Yekbûyî Ve, Malpera eduhok.net
[2]-Alî Bedir Xan, Celadet; Elfabêya Kurdî & Bingehên Gramera Kurdmancî, Amadekar: Arif Zêrevan, Suêd, Nefel, 1998
[3]-Cizîrî, Mela; Dîwan, Transkrîpsiyon: Arif Zêrevan, Hewlêr, Aras 2007
[4]-Kulûnekzade Gengeçîn, Yûsif; Rêzimana Kurdiya Kurmancî, Urmiye, Husêynî Esl, 1388

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark