Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka kurdî.. Kesayetî û helwest.. Xelek 9.. Ebû Mislim El-Xurasanî.. Damezrênerê dewleta Ebbasî

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Nakokiya Xîlafetê:
Pêximber  Mihemmed sala (10k/632z) mir, pê re jî yekser nakokiya ji bo xîlafetê dest pê kir, Ebû Bekir Essddîq bû yekemîn xelîfe, û gurûpa malbata Haşim, bi serperştiya Elî kurê Ebû Talêb, ji dest da, û piştî kuştina xelîfeyê sêyemîn; Osman kurê Effan, Elî bû xelîfeyê ҫaremîn, lê hin sehabîyên (dostên) pêximber, waliyê Şamê Muawiye kurê Ebû Sufyan, pêşewayê gurûpa Umewiyan jî di nav de, li ber wî rabûn, û ew bi kuştina Osmên tawanbar kirin, û Muawiye xîlafet li Dîmeşqê ragihand, û di navbera wî û Elî de cengên giran qewimîn, û misilman bi deh hezaran di wan cengan hatin kuştin[1].


Gava Elî yê xelîfe sala (40 k/661 z) hat kuştin, mêldaran  kurê wî yê mezin El-Hesen xistin şûna wî, El-Hesen jî lawaz bû, û nikarî bi dijberê xwe yê hêzadar Muawiye re rû bi rû bibe, lewre ji bo Muawiye, û bi berdêla destkeftiyine darayî ye giran, dest ji xîlafetê berda, û Muawiye (Xîlafeta umewî) damezirand, lê di dema kurê wî Yezîd ê xelîfe, El-Huseyn kurê Elî kurê Ebû Talêb li ber wî rabû, û tev gelek mirovên xwe di cenga Kerbelayê de hat kuştin[2].
Şoreşên mêldarên Haşimiyan (Al El-Beyt) dij dewleta Umewî, bi serperestiya senseleta Elî,li pey hev rabûn, û paşê serkêşiya wan şoreşan kete destên senseleta El-Ebbas kurê Ebdilmuttelîb (mamê pêximber Mihemmed). Şoreşa wan sala (127 k) bi serpereştiya Îmam Birahîm kurê kurê Mihemmed kurê Elî yê El-Ebbasî, ji awayê nehênî derbas awayê aşkere bû. Di vê firkê de Ebû Mislim El-Xurasanî kete nav wê tevgerê. Gelo Ebû Mislim kî ye? Û ҫi kesayetî ye?
Navê wî (Behzand kurê Bendad) e, û gava bavê wî bû misilman, navê wî bû (Osman). Bendad nişteciyê devera navbera Esfehanê û Xozistanê (Ehwaz) bû, ew jî devera Lerristanê (Loristan), cihwarê Kurdên Lor e. ji bo kok û binyata Ebû Mislim cudahiya boҫûnan heye, lê ya rast ew Kurd e, ji ber ku malbata wî nişteciyên devera Kurdên Lor e, û ji hêla din de jî, gava helbestvanê Ebbasiyan Ebû Dulame, piştî ku hat kuştin, wî dicerisîne, kok û binyata wî ya kurdî diyar dike:
Di dewleta Mehî de te hewl da, xiniziyê bikî? / tenê bavên te yên Kurd xiniz in[3].
Behzad sêwî mezin bû, û ji biҫûkaniyê de zîrek hate naskirin, di destpêka xortaniyê de, li Kofayê,  pêrgî hin rêvebirên tevgera (Al El-Beyt) bû, û bû mêldarê tevgera wam, û di pey wê re, dema hecê li Mekkeyê pêrgî Îmam Birahîm bû, zîrekî û toreya wî bala Îmam Birahîm kişand, rabû xist nav tevgera xwe, û jê xwast, ku navê xwe biguhêre, wî jî nav li xwe kir (Ebdirrehman) û (Ebû Mislim) jî wek paşnav ji xwe re hilda[4].
Dewleta Umewî, li hember gelên misilman ên ne Ereb, ku jê re (Mewalî) digotin, polîtîka nijaperest gerand, vê lomê ew gelan ji Umewiyan bi kîn bûn, nemaze jî gelên rojhilatê dewleta xîlafetê, ku piraniya wan Kurd û Faris û Bulloş û Efxanan bûn, pê re jî ewana bûn mêldarên tevgera (Al El-Beyt), da ku ji hukumdariya Umewiyan rizgar bibin.
Devera Xurasanê, ku aka di navbera Îranê û Efxanistanê û Turkmanistanê de parvekirî ye, navenda giring a tevgera (Al El-Beyt) bû,û tevî ku Ebû Mislim nozdeh salî bû jî, Îmam Birahîm rêvebiriya şoreşê li wur xist destên wî, ҫimkê wî ezmûna Ebû Mislim baş naskiribû, û dizanîbû, ku ew xwedî karînên rêvebiriyê yên payebilind e, nemaze jî wêrekî û zîrekî û jîrekî û aramî û guhlêkirin[5].
- ياقوت الحَمَوي: معجم الأدباء، 4/1753.ابن قُتَيْبَة الدِّينَوَرِي: المَعارِف، ص 420.

Xurasan

Ebû Mislim pir kes ji gelên Xurasanê û derdora wê ber bi tevgera (Al EL-Beyt) de kişandin, û piraniya wan zeredeştî bûn, têkiliyên baş li gel rêvebirên wan girêdan, ew jî bi darayî bûn alîkarên wî, û nûҫe jê re dihanîn. Jiyana Ebû Mislim gelek sade bû, vê lomê qedr û nerxên wî bilind bûn, mêldarên wî pir bûn, wî jî ew organize kirin, û dij dewleta Umewî neh salan şoreş gerand, artêşa dewletê di gelek cengan de ji ber wî baz da, û ew bi rojava de  ber bi Îraqê pêş de ҫû.
Dawî xelîfeyê Umewî yê herî dawî Merwan Kurê Mihemmed (diya wî Kurd bû) hat kuştin, û sala (132 k/ 750 z) dewleta Umewî gêr bû, wê hingê Îmam Birahîm miribû, û birayê wî Ebdullah (Ebû El-Ebbas Esseffah) bûbû Îmam, pê re jî ji bo xîlafetê hat hildan[6].
Cefayên Ebû Mislim ên rêvebiriyê, giringtirîn hêmanê gêrkirina xîlafeta Umewî, û damezrandina xîlafeta Ebbasî bûn. Gava dîrokzan Şemseddîn El-Zzehebî Ebû Mislim direngîne, (wesif dike) dibêje: “Mîr xwediyê bangê (tevgera ebbasî) bû, artêşên dewleta Umewî da bazdanê, avakarê dewleta Ebbasî bû[7].
Heftemîn xelîfeyê Ebbasî El-Mamûn, gava Ebû Mislim di civata wî de hat bi bîranîn, got: “Gewretirîn qeralên zemînê sisê ne, ewana yên ku dewlet avakirin û guhertin: Skender û Ezdeşêr û Ebû Mislim El-Xurasanî[8].
Ibin Xellîkan dibêje: “Ew (Ebû Mislim) kurt bû, gewr, ciwan û şîrîn bû, rûpaqiş bû, ҫavreş bû, enîfireh bû, rihciwan û pirbû, piştdirêj bû, ҫîp û rankurt bû,zanayê zimanên erebî û farisî bû, şîrîngotin bû, jiberkirinê helbestê bû,tenê dema layiq de dikenî û henek dikir, ne mirûztirş bû, bi serkeftinên gewre şanedibû, eger bûyerên giran bi ser de bihatana xemgîn nedibû, û eger bixeyidiya hêrs nedibû…., ne zikreş bû, û ji wî pê ve kesek derbas seraya wî nedibû[9].
Ibin Xellîkan bi ser ve dike û dibêje: „Kêmtirînê xelkê ҫinokî (tumeh) bû, û pirtirî wan xwarindan bû, û gava ҫû hecê, gote xelkê: Ezê ji bo kesê, ku têra artêşê û yên pê re, li ҫûn û hatinê agir pêxist (xwarin ҫêkir) bi tundî bixeyidim, û Eraban baz dan, û ji ber ku wan dibihîstin ҫawa xwîn dirijand, kesek li wan deran nema. Û jê re hat gotin: Tu ҫawa gihîşt van serketinan? Got:  Tiştê, ku îro divê, min nehêşt bo sibeyê[10].
Ev e bi kurtahî kesayetiya Ebû Mislim El-Xurasanî û karên wî ji bo dewleta xîlafeta Ebbasî, lê gelo ҫawa hat perûkirin (xelatkirin)? Bila bersiva vê pirsê jî babeta, ku wê bê be.

([1]) ETTeberî: Tarîx Errusul we Elmulok, 4/563, 5/63.
([2]) Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî Ettarîx, 3/157 – 185.
([3]) Yaqût Elhemewî: Muicem El-Udeba, 4/1753. Ibin Quteybe Eddînewerî: El-Mearêf, rû 420.
([4])  Elzzehebî: Siyer Eilam Ennubela, 4/49.
([5]) Etteberî: Tarîx Errusul we Elmulok, 6/617; 7/54-55. Ibin El-Esîr El-Kamêl fî Ettarîx, 4/146, 189.
([6])  Etteberî: Heman jêder, 7/429 – 430. Ibin El-Esîr: Heman jêder, 5/13, 18, 66.
([7]) Ezzehebî: Heman jêder, 6/148.
([8]) Ibin Xellîkan: Wefeyat El-Eiyan, 3/147.
([9]) Ibin Xellîkan: Heman jêder, 3/148.
([10]) Ibin Xellîkan: Heman jêder, 3/148 - 149.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark