Hiyam Ebdulrehman
Nêçîrvanê Hulîlkan , hevrazî jor bû … Bi serê çiya ket …
Bi þal û þapekî xercûnî û þelemeke reng zer ,
Rêþîkên þaþika wî ,
Bi ser Milan de diherikîn …
Hevdû digrtin û carna di firikîn ,
Tûrê bi milê wî ve , Tijî nan û kizwan e ,
Di ber þelema zer de , Etfiyek di kalan e ,
Min gazî kiriyê :
Heyrana çavê teyî reþ belekim Nêçîrvanê Hulîlkan
Bi lez gavan ne avêje …
Bi bêhna fireh … bi hêdîka ,
Her kes rizqê xwe dixwê …
Jiyan , ne her kîlîke ,
Guhê Te li nêçîrê bê …
Va ref hatî … nêzîke ,
Lê hoy Nêçrîvao … , ez gorî Te bim :
Ger Te davên xwe vedan û nêçîr kir …
Tiþtê di wan de … Bi nêvî ke …