Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurmê þîrî heta pîrî

 


Hemîd Smaîlaxa
 
Di dema peydabûna xwe de “PKK” bi duriþmên “þerê çekdarî, ji bo rizgariya Kurdistaneke yeker, pêþverû, û sosyalîst” xwe di nav civata Kurd de, da pêþ. Lê di tevaya belgeyên dîroka xwe de, xweþ diyar dibe ku bi palpiþtiya dewleta dagirker, di destpêkê de berê xwe da tevgera welatparêz. Beriya ku berê çekên xwe bi dagirkeran veke, þerê çekdarî li hemberî hêz û rêxistinên pêþverû û welatperwer kir. Heta girêka xwe bi piþt xist, qada xebatê ji hêzên welatperwer paqij kir, hêdî hêdî naveroka welatperweriya Kurdî vala kir û duriþmên xwe jî di pêvajoyê de, sîstematîk guhert. Nuha di hemî duriþm û daxuyaniyên ji devê desthilatdar û berpirsiyarên wan derdikeve li ser yekeriya bi dagirkeran re ye û avakirina Dewleteke kurdî ji bernameya xwe avêtine. Heta alîgir û dilxwazên avakirina dewleteke serbixwe, ji wan re hember in û bi çavên neyaran li wan dinerin.


Do li Bakurê Kurdistanê, îro jî li Rojavayê Kurdistanê, her weha li Rojhilat û Baþûrê Kurdistanê jî, heman leyistikê bi navê kurdî lê bi naverokeke ji Kurdistanîbûnê bidûrketî bi rêve dibe. Bi zanebûn, pirsa Kurd û Kurdistanê bê naverok dihêlin. Lî Rojavayî Kurdistanê, her wekî li Rojhilat û li Baþûrê Kurdistanê jî kirine, ji hev belavkirin û ji ortê rakirina kesên welat perwer û berêxwedana hêzên welatparêz, felsefeya dema avakirinê bibîr tîne. Rêjeya ‘Ereban li Rojavayî Kurdistanê ji ya Kurdan bêtir dibe. Dijminaya kurdên welatperwer ketiye pêþiya hemî kiryaran. PYD û rêxistinên di çarçoveya wan de, her wekî felsefeya di destpêka peydabûna PKK de, bi palpiþtiya dagirkeran, ji neyaran bêtir, berê xwe danê hêz, rêxistin û kesên welatperwer da wan ji qada xebatê bidûr bixin û bi kêfa dilê xwe, bi neyaran re yar lê bi kurdan re neyartiyê bikin. Girtin û ji Rojavayî Kurdistanê bidûrxistina berpirsê ENKS hêja Brahîm Bro, ji metirsiya xurtbûn û bipêþketina neteweperweriya Kurdî û bi pêþketina bîr û baweriya nîþtîmanî û demokrasiya kurdan ya navxweyî ye. Ji xwe, jihevdexistina yekrêziya nav kurdan û dûrbûna ji bîrûramanên neteweyî ne di berjewendiyên Kurd û Kurdistanê de ye. Lê li gora xêrnexwazên Kurdistanê; “çawa çend hêzên Kurd bibin yek û Eniyeke welatparêz ava bikin?” Ev yekrêzî û yekîtiya hêzên Kurdistanî ya li Rojavayê Kurdistanê, bi dilê hemî kurda ye û tirsê dixe dilê neyar û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê. Bihevxistina reng û dengên neteweyî leyistik û dolabên dagirkeran hildiweþîne. Vîlik û planên yên wek Malikî ku bi vekirî fesadiyê di nav kurdan de gûrr dike, xerab dike. Bihevxistina dengên neteweyî piþtgirî û alîkariya serbixwebûna Kurdistanê dike û tirsa di dilê desthilatdarên li Ankara, Tehran, Bexdê û Þamê de xurttir dike. Bi berdewamî; desteserkirina endamên polîtburoya PDK-S Mihemmed Smaîl û Neþ’et Zaza, endamên Komîteya Navendî Salih Cemîl, Evdilkerîm Hacî û Nafi’ Evdilla, her weha desteserkirina cîhgirê Brahîm Bro, endamê Komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye, Hesen Salih (Hesenê Tenûriyê), li hemberî xeta neteweyî-Kurdistanî, kiryareke gemarî ye û di xizmeta xêrnexwazên Kurdistanê de ye. Kurdno! Li hemberî van kiryarên gemarî bêdeng nemînin! Bêdengî bindestî ye û pejirandina nehaqiyê ye.
Mêrdîn/16 08 2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark