Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji dîroka Kurd: Kes û helwest.. Xelek 4.. Harpage, rêvebirê Med ê awanbaz

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Împeretorî û sermiyan:
Di pey mirina şah Keyxusro sala (585 b. z) kurê wî Ezdehak şûna wî girt. Herodotus navê wî bi awayê (Estiyag / Estiyagîs dinivisîne. Ezdehak şahnişîneke fireh xwedî gelek samanan ji ber bavê xwe wergirt, û ew guheste împeretoriyeke mezin, sînorên wê ji hêla rojhilat ve gîhan Hindistanê, û ji hêla başûr ve gîhan Oqyanosa Hindistanê, û ji hêla rojava ve gîhan Derya sipî[1].


Lê hêmanên hilweşandina împeretoriyekê di kûrahiya wê de ne, firehiya mal û milkên wê gelek dirav û mal dixe bêrîkên ҫîna hukumdar, pêre jî awayê jiyana sade û nirxên hevgirtinê bi paş de dimînin, û nirxên luksus (teref) û cirîda civandina sermiyanan bi pêş de dikevin, û dibin nakokiya, ku hilweşandin jê peyda dibe. Ev yeka di împeretoriya Med de qewimî.
William Durant weha diҫe, ku Ezdehak bi wê sermiyana pir ku ji bermayê bavê wî bû, mijûl bû, û milet jî da ser rêbaza wî, û dest ji jiyana sade û bi zehmet berdan, û ҫînên bilind ên dewletê bi luksusiyê mijûl bûn, “mêran sirwalên neqişkirî li xwe kirin, û jinan xwe bi zêr û zîv û xwaşkbûnê xemilandin,û bi ser da hesp jî bi zêr hatin xemilandin, û piştî ku van şivanên sade bi siwarbûna kaşte û perxîlên seretayî kêfxwaş bûn, vê carê li gerdon û ҫenberiyên baş û nirxbilind siwar dibin, û bi wan ji ahengekê diҫin yeke din[2].
Xewna Ezdehak:
Dijberî û nakokî di hembêza jiyan luksusî de peyda bûn. Berê jî me gotibû, ku şahnişîna Med hevgirtina êlan bû, encûmemena hevgirtinê ji pêşewayên êlan pêk hatibû, û ewana pêşewayê gîştî hildibjartin, ku bibe şahê şahnişînê, û her yekî ji wan jî xwe bi qasî şah didît.
Xuyaye ku mêldariya Ezdehak bi ser împeretoriyê de, ew ber bi navendiya desthilatê de kişand, û kir ku di danûstandinên xwe de li gel pêşewayên din, bide xuyakirin ew fermandarê bê hempa ye, vê lomê kîn di dilên wan de gur bû, û li gel Harpag, ku serdarê artêşê bû, tev geriyan, û Harpag jî awanbaziyeke metirsîdar gerand, ku bi şikestina şahnişîna Med bi destên Farisan encam da. Kurtahiya wê awanbaziyê, li gor Herodotus, wusa ye:
Şah Ezdehak  kurik nebûn, tenê du keҫ hebûn, ewî xewnek dît, şirovekarên xewnan gotinê, ku keҫa wî Mandana piştî zemawedê, dê kurikekî bîne, û ew jî dê hukumdariya şahnişînê ji wî bistîne, Ezdehak ji tevdîrên pêşewayên Med ditirsî, rabû keҫa xwe li Qembîzê yekem / Cambyses şahê Faris mehir kir, û şahnişîna Farisan jî, di dema şahê Med Xeşterît de, girêdayî şahnişîna Med bû.
Mandana Kurikek hanî, navê wî Kureş / Kursh bû, Ezdehak xewneke din dît, şirovekaran gotinê, ku Kureş dê şahnişînê jê bistîne, Ezdehak rabû keҫa xwe û kurê wê vexwendina ba xwe, û ferman da pêşewayê Medî Harpag, ku kurik bikuje, û eger nekuje, dê wî bi giranî seza bike.
 Harpag newêrîbû kurik bikuje, lê gote şivanê xwe Mîtradat, ku kurik bibe li ҫiyê deyne, da dirinde wî buxun, û hin perҫeyên laşê wî bîne. Efreta şivên li hember ciwaniya kurik mat ma, ewê kurikekî nexweş hebû, lê di pey re miribû, vêca lava kir, ku mêrê wê kurika wan ê mirî bibe ҫîyê, da lawirên dirinde wî buxun, û bermayên laşê wî ji Harpag re bibe. Şivên ji wusa kir, û Harpag bi vê yekê xopand, Harpag jî ev nûҫe gîhande Ezdehak.
Awanbaziya Harpag:
Piştî demekê Ezdehak pê hay bû, ku Kureş hîna zindî ye, lê şirovekarên xewnan ew qayîl kirin, ku metirsî nema ye, vêca wî Kureş vegerand welatê Farisan, û Harpag jî seza kir, û ferman da, ku kurikê wî were kuştin û goştê kurik tev xwarinê bikin, û bidine wî, da buxe, û paşê jî ev yeka ji Harpage re hewal da. Harpage razîbûna xwe bi sezayê da xuyan, lê di dilê xwe de biryar da, ku tola kurê xwe ji Ezdehak hilde.
Kureş mezin bû, û bû şah, û Harpag bi nepenî li gel wî têkilî girêda, û xwena Ezdehak jê re hewalda, û ew li Ezdehak sor kir, û ber bi şoreşê û gêrkirina wî de têveda.
Harpage di nameyeke nehênî bo Kureş de dibêje: „Farisan bo şoreşê amade bike, û here pêşberî Medan, eger ez yan rêvebirekî din serleşkerê wan (Medan) bû, bê tebat nebe, ji ber ku navdarên wan dê dest ji wî berdin û tev li te bibin…û em hemî ji bo kar amade ne, rabe bi şêwra min bike[3].
Kureş pêşewayên Farisan ên mezin civandin û gote wan: “Ey lawên Faris, guhên  xwe bidin min û şêwra min guhdar bin, hûnê azadiya xwe bistînin. Ez im ew kesê, ku qederê ji bo  rizgarkirina we hilbijartiye, ez bawer im, ku hûn di cengê û her tiştên din de,ser bi serî Medan in, ez rastiyê dibêjim, êdî rabin û dudilî nebin, sitema Estiyagîs ji ser xwe rakin[4].
Kureş sala (553 b. z) şoreş ragihand, wê hingê Harpage serleşkerê Med, vêca Ezdehak ew şande peşberî şoreşê. Dyakonov dibêje: “Harpage ê ku serleşkerê gîştî bû, û navdar û rêvebirên din ên hêzên artêşa Meda, tev li Kureş bûn, ketin nav artêşa wî[5].
Gêrbûna şahnişîna Med:
Tevî bazdana artêşa Med jî, Ezdehak biryar da, ku bervedêriya şahnişînê bike, û gelê  paytextê ҫekdar kir, û berxwdan bi rê ve bir, lê Faris û Medên awanbaz hêzdartir bûn, vê lomê bervedêrên Medan di meydana şer de şikestin, û Ezdehak jî sala (550 b. z) dîl ket, û awanbaziya Harpage piştî demekê nas kir. Gava Harpage ҫû zîndanê ba wî, da bextewariya xwe biderbirîne, ku piştî ew şah bû, naka kole ye, û jê re diyar kir, ku pilana awanbaziyê gerandibû. Herodotus dibêjê:
 “Estiyagîs gote wî: Dêmek tu di nav mirovan de, ne tenê bê namûsî, belê bi ser de jî, tu di nav mêran de kêmtirîn kes î, eger ev yeka tevdîra te bû, divya bû tu biba şah, lê te desthilat da yekî din,û bê namûsî li te zor diyar e …û eger divya bû, ku te şahanşahî bida kesekî din, divya bû te ev  xelat, ji dêvla Farisekî, bidaya  kesekî Medî, lê pergala îro ew e, ku Medên bê guneh û bê tawan, piştî ku serdest bûn, naka bûne kole, û Farisên, ku koleyên wan bûn, bûne serdestên wan[6].
Em hêla xurafetan di hewaldan Herodotus de gengeşe nakin, tiştê li bam e giring ew e ku, nakokiyên pêşewayên Medan û xiniziya Harpag sedema gêrbûna împeretoriya Med bûn, û ji wê hingê de dewleta kurdî, ser tevayê Kurdistanê hukumdar be, nebû, û Kurd jî heya naka berdêla xiniziyê, xizanî û sitem û êş û rondik û xwînê didin, û Harpag jî hêjayî rengdêra (mezinê xinzên) Kurdistanê ye.
 

([1])  Dyakoniv: Med, rû 333. Mosês Xorînatsî: Tarîx El-Ermen, rû 63.
([2])  William Durant: Qisset El-Hedare, rû 41-42/2.
([3]) Herodotus: Tarîx Herodotus, rû 90-91.
([4]) Heman Jêder, rû 92.
([5]) Heman jêder, rû 392. Biner: Dyakonov: Heman jêder, rû 393.
([6]) Herodotus: Heman jêder, rû 392.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark