Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Newroz: Pîroznameya Newrozê ji helbstvan Arjen Arî ji bo Konê Reþ Helbeste an Piroznameye ?

 


  Seydayê hêja û Xoþewîst!
Dema nêrgizan e.
Li Amedê,
li ber nêrgizfiroþan gurz bi gurz,
ta bi ta,
di teþtên naylonî de nêrgizên rûzerîn,
bi peyayên li ser peyarêyan diherikin û


bi nazenînî dibiþirin.
Xirecira bajêr,
xemên rojane,
mitaleyên ku di dil de
bûne taxe,
çavên gelekan kor dike;
Ne li biþirîna nergizan hay dibin,
ne jî bîhna wan a emberî wan sermest dike.
Ne bi destê min e;
Her ku nêrgizan dibînim,
li kîjan erda Xweda bim,
nêrgiz dildara min a yekemîn
ku dil da dû  û li dû ma,
bi dû re jî navê Nêrgizlokê tînin bîra min.
Seydayê min!
Bila xet a heyî nebin sersed
di navbera min we de.
Ez bi qasî we Binxetî,
hûn bi qasî min Serxetî ne.
Û em herdu Kurdistanî,
herdu peyrevê Xanî ne.
Ji we re,
ji milkê dilê xwe
ji Amedê
Qevdên nêrgizan dihinêrim,
û Cejna Neteweyî Newroza Pîroz
li we,dostên we,û hezkiriyên we pîroz dikim.
Bi hêviya welatekî ji sînorbendn xalî...

Arjen Arî
Amed


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark