Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þîxadî… Rastî û nasîn Xeleke 4an

 

Amer Çelik
 
 Rê û þivîlên çaraserê herdem peyde dibin ,dema ku merov daxwazê rastî bê û bixwaze rêya zanistiyê biþopîne bi ked û xebatê merov digihe mirazê. Me soz dabû ku em li rastiyê bigerin heta ku em bihêjine wê mirazê, helbet mebeste me rastî û nasîne Eu`dî(Þêx -Adî) ibin Mûsafir yan jî wekî Êzidî jêre dibêjin Þîxadî . wek ku me di xeleka 1,2 û 3an de diyar kiriye ku lêkolînvanên Islamî derwêþiye(Qelender) Þîxadî kirin sedemek ku bibêjin ew merovekî Islam bû , helbet we xwend û hate diyar kirin ku ew derwêþiye ku ji bo Islamê bi tenê dihêlin, piraniyê olan wê derwêþiyê pêk tînin. Ev xalala yekem bû(Sofîzim-Qelenderî –Derwêþî) em pê gihîþtin û em gihîþtine wê baweriyê ku lêkolînên Islamî di gelek rûplên dîrokê de soxtekarî kirine.

Xala duwamîn ewe ku gelek navên þaþ û ne durust bi Þîxadî ve girêdane, ta ku bi sedemê bibêjin ku Þîxadî Þêxekî Islamê bû û piraniyê wan lêkolînvanan wî bi malbata Emewiyan ve girê didin. Ew nav jî Ev in:
 -Eu´dî ibin Mûsafir Al-Emewî
 -Eu`dî ibin Mûsafir bin Mirwan bin Al.Hekem(Ji pêmayê Emewiyan)
 -Eu`dî ibn Mûsafir bin Îsmahîl bin Mûsa bin Mirwan bin Al-Hesen bin Mirwan bin Al-Hekem bin Mûsa Al-Þamî
 -Eu`dî bin Mûsafir bin Ahmed .
 Hîn hineke din jî hene, lê ne pêwîstin!....
 Rastiye van navan çi ye ?! Gelo ev nav rastin û ew ji binmala Emewiya ne ?! yan jî,nav wekî nav in, rastin lê ne navên Emewiyan ne ?! Di baweriye min de kê çi gotibe, çi nav bi wî ve girêdabe jî, bo min wekî merovekî Kurdê Êzidî ne pêwîste ,ya bo min pêwîst Êzîdî li ser van navan çi dibêjin. Lewma jî me pêwîst dît ku em ji gelek ilmdarên Êzidiyan bipirsin. Min ji çend ilmdaran pirsîbû û gotare hêja ilmdar Adnan Xeravay ku her ew dîtin ilmdarên Êzidiya tevaye. Bi kêmasî yên ku min ji wan pirsî wekî Qewlbêj Þêx Ibrahîm ku paþnavê wî nizanin im Mixabin..!! Ku dibêjin:
 Êzidî weha dibêjin; Mîr Cafer Dasinî (Cehfer),Êzidî ye ku ji binemalek Pîranye ye. Piþtî Mîr Cehfer xwe dikuje kurê wî Pîr Mem, mîrîtiyê li deþta Herîrê û Êzidiyęn heręmę dikir. Piþtî Pîr Mem, kurê Pîr Mem Mîr Hesin mîrîtiyê dikir heta ku Þêx-Adî tê Laliþê,. êdî Þîxadî di nav Ęzidiyan de wek serok, serkêþ û rêveber û bervanê Ola Ęzidiyatiyê tê pejirandin., Ango, bi suura Tawisî Melek tę Qebol kirin(li gora oldaran)wekî merovekî qedir bilind û evra û bi rûmet tê qebûl kirin.
 
 Têbînî: Pîr Hesin Mem di dîroka(Êzidiyan de gelek caran tê zimane, ji ber ku ev nav çend bedîlan hatiye cankirin(Bi nav kirin)
 
 Hêja Ilmdar Adnan Xeravayî di gotare xwe dibêje; “Di sala 834, de dema ku Mîr Caferę Dasinî xwe dikuje, wê demê zulm û zorek gelek xirab hatibû ser heręmê, di wê demê de gelek Êzidî derbeder û koçber dibin. Ji wan Ęzidiyan hinek diçin li ciyayę Hekarê akincî dibin ű hin ji wan jî li heręma Belbakę, Lubnanę akincî û cîwar dibin.” Her weha Êzidî dibêjin “ Li wê heręmê Hakîmekî Emewî bi navę Merwn ibin Hekem hebû(Herêma Balbek-Lubnan), û ewî Ęzidiyên ku ji ber zulmê koçber, derbeder bûbûn hineke ji wan xwe li bextę Mîr Merwn digirin û li wê heręmê jiyana xwe didomînin. ji wan Ęzidiyan “qîzek û xortek” bi hev re dizewicin û xwedê lawekî dide wan. Ji ber ku Mîr Merwan ew parastbûn, lewma navê Mîr Merwan li kurê xwe dikin. Êdî, Merwanê Ęzidî jî mezin dibe û dizewice, xwedê lawekî didę wî navê Hesin li kurę xwe dike. Ji ber ku Hesin di demekê de Mîrę Ęzidiyan bû, navê mîrê xwe li kurę xwe dikin). Ne weke Ereb dibêjin Al-Hesen, ji belî Hesin Ereban kiriye Hesen.
 Hesin jî mezin dibe û dizewice, berî ku zarokęn wî çê bibin, bavê wî ji ber nexweþiyekê ne diyar diçe ber dilovaniya yezdan. Piþtî mirina bavê wî, xwedê lawekî didê, êdî navê bavê xwe cardin radike
 
 Ango, navê wî lawikî datînin Merwan, Merwanê duwyem yę Êzidî ew jî mezin dibe dizewice, xwedę lawekî didę, navê wî datîne Mûsa, ku Merwan pir ji dîn, Ol û Oldariyê hesdikir, lewma jî navê Nebî Mûsa li lawę xwe dikir. Mûsa mezin dibe dizewice xwedê lawekî didê wî , ku ew jî bi heman þêwayî ji dîn û Olę hesdikir, navê Nebî Îsmahîl li lawê xwe dike. Îsmahîl mezin dibe dizewice, Xwedê lawekî didę navê wî datîne Mûsafir, Mûsafir jî navê kurê xwe dike Adî wekî oldarên Êzidiyan dibêjin nisbetî Mala Adiya . Ev Adî di dibîstanan de û li ber destê hinek ji Þêxê Islamî de zanistiyê û ilm hildigire.Piþtî ku bi ilm û zanînê xwe çekdar dike vediger ware bav-kalan.(Hekarê-Laliþ)
 Mîrê Êzidiyan, Mîr Hesin Meman, yan jî em bibêjin Pîr Hesin Meman êdî serkêþ û mîrîtiye Êzidiyan radestî Þîxadî dike.
 
 Me bersiv piraniyê wan zanyarên ola Islamî dabû, lê bi rastî jî bê çavkaniyê rast û durust bersiv kêm dimîne lema jî me soz dabû ku em di vê xelekê de(4) li çavkaniyên rast û durust bigerin bi taybetî jindarên dema Þîxadî de peyde bikin. Heger usa ya gelo ibn Al-Esîr yê ku di dema Þîxadî de jiyaye di berhemê xwe de,Al-kamil fî Tarîx ( كامل في التاريخ) ku navê Hekarê bi Þîxadî ve girê dide û dibêje Þêx Adî (Eu`dî) ibn Mûsafir Hekarî … Her weha berêz ibn Seèd Al-Sem´eanî Al-Eyûb, Þaranî û Al-Sîyotî ku ev tev jî Hekarî paþnavê Þîxadî dibînin. Çavkaniye ya herî bi qîmet û hêja piþtî gerek bi roja em geriyan wê çavkaniyê ku dilê me pir xweþkir ew jî pêmayê Þêxê hêja qelnderê bi qîmet hevalê Þêx Adî (Þîxadî) Abidul-Qadir Al-Ceyîlanî. Hêjaye sipasiyê ku ez sipasî pirtûkxane Al-Cêlanî dikim ku mîrasekî hêja û xwedî qîmet ji bo me parastine, Me 11 pirtûkên bi Þêxê Celîl, Þêx Abidul-Qadir Alceyîlanî peyde kirine ,em ser wan rûnþtin gotin bi gotin çi gotineke li ser Þîxadî hebû me ber çavan re derbas kir. Bi rastî di pirtûka wî ya Qele`ed Alcewahie( قلاءد الجواهر) gelekî behsa kermetên Þîxadî û pesnê wî dide û dawiye wê di hevokekê dibêje heger pêxemberî bi mûcahde bûye yê ku bigirte Þêx Adî ibn Mûsafir Hekarî bûye. Di nas bûn Þîxadî de,Dibêje ku ew li hekarê hatiye diniyayê. Her weha navê Al –Þamî jî gelek caran di pirtûkên Al-Ceylanî de tê bahs kirin. Di pirniyê pirtûkên bi Þêx Abidul-Qadir Al-ceylanî aleqedarin bahsa Þêx Adî lêkolînvan li ser zimanê Þêx Al-Ceylan dikin wekî pirtûka Behcet Alasrar û Meden Al-Anwar di rûpelê 123an lêkolînvan Þetnûfî dibêjie ku Þêx umer Al-Sihrûrdî ku ew jî li ser zimanê Þêx Al-Ceyîlanî ku gotiye Þêx Adî ibn Mûsafir ji dostê min herî nêzîk bû ku li Musilê hatiye diniyayê û li Mûsilê di sala 557koçî de miriye .
 Paþnavê Hekarî ku gelek lêkolîn vanên hêja wekî ibin Al-Esîr, Al-Sem´e anî, Al-Sîyotî û Al-Þeranî û xwedê jê razî Þêx Abidul Qadir Al-Ceyîlanî heval û dest birakê Þêx-Adî ku ev tev Hekarî paþnav ji bo wî dibînin. Ev yek merov li himberî rastiyekî rawestînê ku ew jî ew ku Þêx Adî kurda, ev yek hemu barav- rûyavên( احتمالات) ku dibêjin Þêx-Adî derwêþekî Islamî ji mala Emweiyan e pûç dike.Ya duwamîn ku nayête qebûlkirin û ne jî bawer kirin ku merovekî Ereb ji jand û endamê eþîreke kurd were hijmarê. Yan jî em weha jî bibêjin ku tu eþîrên Ereb tunene, ku navê Hekarî bêne nasîn, belê eþîrên Ereb wê demê di wê herêmê de peye nedibûn. Miletê ku di hekarê de di dema Þêx-Adî de tev Kurdbûn(Êzidî) ,raste ew demek bû ku ola Isalmê derbasî herêmê bûbû û peytexte Êzidxanê (Hekar) piþtî çend sal û mihan bi þerê dijwar Peytexte Êzidxanê Hekar diþkê û dikeve destê Isalmê, lê eþîrên Kurd yên ku Muslman bûbûn bûne akinciyê herêmê û Ereb derbasî herêmê nebûn. Lewma jî em dikarin bibêjin ku zimanê miletê Hekarê ji dema jindariye Þêxê me (Adî) û heta roja Îro zimanê kurdiye û tête gotin ku di dema Þêx-Adî de 98 ji sedî 98% ji Êzîdxanê nizanîbûn bi zimanê Erebî baxivin, heger wek ku zanyarên(Islam) dibêjin ku Þêx-Adî derwêþekî ola Islamê bû û bi aslê xwe ji mala Emewiyan û Ereb bû. Çawa wî rêka xwe û ilmê xwe bi Êzîdxanê dide fah kirinê….?!!!....Ya rast û ber bi aqil ve ku Þêx-Adî bin Mûafir Hekarî bi aslê xwe ji kurdên Hekar ê ye(Êzidiyekî ji peytekte Êzîdxanê ye) dema ku Islam derbasî herêmê bûye û peytexte Êzîdxanê þikestiye malbate Þêx-Adî ji wekî hezarên Hekariyan wê demê ji herêma Hekarê koçber bûne. Me nemazek din jî li ser Kurdîtiye Þêxê me Adî heye….
 Çîrokek ji çîrokên ser hatine Þîxadî bo Laliþê ewe ku dema Þîxadî ji Þamê hatiye Laliþê di rêka xwe de li gundê Al-Derewîþ- Derwêþan ku dikev baþûrî çiyayê Meqlûb, li dora 7-10 km ji Baþîk û Bahzanê gundê Qewaln dûre. Li gundê Derwêþan Þîxadî dibe mêvanê dostê xwe Þêx Hesen Ferdowsî ku ji Þêxê Þemsaniyê ye. Ji çîrok û serpêhatiyê Êzidiyan tê gotin ku Þêx Hesen Ferdowsî bi Erebî yek gotinê jî nizanî.Çend rojan Þêx-Adî Mêvanê Þêx Hesen dimîne û helbet herdu Þêxan sûhbete xwe bi kurd dikirin.
 
 Ji dema xelîfeta Emewiyan ve, Êzidî bi Emewiyan û taybetî Êzîd ibin Emewî û Mewiyan ve hatine tawanbar kirin. Di rûpelê dîrokê de nehatiye dîtin ku Êzidiyan tevgerek, partîk, dezgehek tevgerekek siyasî yan jîleþkerî ji aliyê Êzidiyan ve hatiye damizrandin û hevalbendiye Emewiyan kirine!?...
 Wek me di xelekên 2 û 3 de gotibû Þêx-Adî(Þîxadî) ne pexemberê ola Êzidiyatiyê ye û ne jî nejadekî damezrandinê ye belê ew birêvbir û nûjenê ola Êzidiyan ne. Raste gelek sembolên Êzidiyatiyê bi nave wî ve hatine girêdan wekî Mal-Þîxadî(Laliþ) Çira- Þîxadî, Tawisa- Þîxadî û her weha gelek navên din jî.
 
 Heta xeleka 5an bimînin dixweþiyê de.
 Amer Çelik Adar 2016 Almaiye amercelik@hotmai.de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark