Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bangek ji Konê Reþ

 


 Konê Reþ
 
 
 Ezbenî! Ji ber ku min, li gor hêza xwe, baþ kar û xebat di ber kultura kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e wek vê bangê ji xelkên xwe yê Rojava re bînim ziman:
 Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her sê deþtên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Sinceqa Xelef Axa û Deþta Hesina bi zargotina kurdî ya devikî dewlimend heye. Dewlimendiya wê li akinciyên wê yên têvel vedigere. Ew akinciyên ku ji sedên salan ve li ser xaka wê jiyana xwe derbas dikin wek; Milan, Kîkan, Aþîtan, Hesinan, koçerên Mîran û yên mayî..

Ji dor sed salî ve jî, gelek ji xelkên çiyayê Omeriya, deþta Biþêriyê û Xerza, Mehcirên Hesena û Heydera û hin ji xelkên Botan li wan zêde bûne. Wan jî, edebiyata xwe ya devikî, bi xwe re aniye û li zargotina wan zêde kiriye. Di encamp de Rojava bûye gencîneyek zor dewlimend ji zargotina kurdî re.
 Wek ku diyar e, sal bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ew zargotin di tûrikê wan de parastiye bardikin.. Nifþê nû jî, di bibin bandora xwendina zimanê erebî û teknelojiya nû de dûrî edebiyata kurdî ya devikî (Zarotina Kurdî), dibin.. Ev zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê zimanê me, dîroka me, hebûn û reseniya me têde kom dibe û kesayetiya mirovê kurd pê tê naskirin.. Roja îro, tiþtê ku jê maye bi wan kalemêr û pîrejinan re ye. Ew jî, wek ku min got, li ser rêka oxirê ne; roj bi roj ji nav me bardikin.. Eger ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata wê edebiyatê di tûrikê wan de nekin, em þaþiyek mezin di derheqî kesayetiya xwe wek Kurd dikin.
 Roja îro, tev derfet erênî ne; tirsa berê nema ye, ziman serbest e, pereyên rêxistinan heye û xortên jîr û zane peyda dibin.
 Lê cihê daxê ye ku roja îro dor 30 rêxistin û saziyên siyasî, 15 komeleyên jinan, 5 yekîtî û hevbendên nivîskaran li Rojava û Qamiþlo hene, yekê ji wan di warê pratîk de danhev û komkirina zargotina kurdî ji xwe re nekiriye kar û bar..! Tev di diyaloga ku hêk ji mirþîkê ye an mirîþk ji hêkê ye, serî li hev gêj dikin..! Û xala herî giring ji hebûna me re, di ser guhan re hatiye avêtin..
 Wek bang, bi hêvî me berpirsyarên me serwextî vê yekê bin û di kurtirîn dem de li ser bisekinin. Dem rehmê nake.. Hem jî, ku nifþê ayinde gazinan ji me nekin. Min ya xwe got.. Êdî nema nizanin..!
 
 Konê Reþ
  Qamiþlo, 22.03.2016
  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark