Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Di 113 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de, Çend Gotin

 



Konê Reþ

Barzaniyê Nemir!
Di rojbûna te de, welat di kene..! 
Gulîstan û daristanên welat bi ava (Êlûnê) têne avdan 
Qesir û qonaxên welat bi lat û zinarên 
Derbendîxan, Zozik, Soran û Baziyan bilind dibin 
Navê Xanî û Bedirxan, Hefîd û Goran 
Bi tîpên zêrîn di sînga welat de têne nivîsandin 
Welatîno werin, tev werin..! 
Em bi hev re serboriya BARZANΠBixwînin;

 Ji Barzana berxwedanê, Mehabada xwînlî, 
Peravê Aras, Þoreþa Êlûnê, 11ê Azarê û ta bi Gulana rengîn.. 
Wî, wî.. Bi tena xwe dît û her tiþt naskir. Naskir;
(Da ko mirov kurdekî dilsoz û resen be, 
ew hunerek zor çetîn û dijware) 
Bê guman wî, her tiþt nas kiribû ta ko îro ji me re bûye; 
Strana ser zimana, xup-xupa ava çem û cobaran.. 
Navê wî bi dengê: Qewalên piristgeha Laleþ, 
Zengilê Dêr û Kenîþteyan û Melayên Mizgeftan re 
Di sînga asmanê welat deng vedide û li hev vedigere..

Konê Reþ. Qamiþlo, 14.03.2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark