Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pźnc sala..! …. Gelź Sūryź Westiya..!

 


Rozad Elî / Desteya sernivîser*
Li panzdê miha Avdarê, pênc sal di ser serhildana gelê Sûryê re derbas dibin.
Ji destpêka tevgeranaĥîrak gelê Sûryê de li 15/3/2011ê, destlatê û pažê jî xudî pirojeyên Îslama Siyasiya kevnežop, raperîna gelêrî a azadixwaz û rewa ji riya wê ya durust derxistin û bi ser tevlehevî û pûçkirinê de ajotin.
Ji aliyekî de, sazûmanê xwast serhildanê ji riya wê ya ažtiyane derxe û bike tevgereke çakdar, daku jê re bibr rêdaneke zagonî ku wê bi darê zorê vemrîne.

Ji aliyê din de, hêzên Îslama siyasî ên kevnežop jî, li gel komên tundrew û rêxistinên têrora cîhanî, xwastin berê serhildanê biguhêrin û bi ser pirojeyên xwe yên taybet bajon.
Mixabin, ew her du alî, sazûman û islamên tundrerw jî, di wan pêlanên xwe yên li dijî berjewendiya gelê Sûryê yê ažtî û azadîxwaz de bi serketin, û sûrye, wek gel û welat, xistin nava babelatekek pir mezin û hêvî û armnacên serhildêran ta radeke bilind têk birin û Sûryê jî wêran kirin.
Di van pênc salan de ji qeyran Sûryê, bûyer û guhertinên pir mezin di hemî war û rewžên gel û dewleta Sûryê, û di helwestên raya cîhanî de jî çêbûn.
Ji aliyekî de, dora 275 hezar mirovên Sûrî hatin kužtin, bêtirî milyonekî birîndar bû û bêtirî nîvê gelê Sûryê bû aware û penaber.
ji aliyê din de, aboriya Sûryê, çi çandin û çi pêžezaz bi tevahî têk çûn, binyata bingehîn wêran bû, gelek gund bajar jî wêran bûn, bi hezaran dibistan hatin hilwežandin û nifžek ji zarokan pênc salan ji xwendin û perwerdê bêpar man.
Lê ya ji wan girantir û xirabtir ew e, ku civaka Sûryê ji her aliyekî de bi diwarî birîn, tîžên kûr lê vebûn û gihîžtiye ber kendalê jihevželandinê. Û ew serhildana hêvî pê hebû, ku hemî pêkhateyên olî, nijadî, çandeyî, navçeyî yên Sûryê ji  hev ve nêzîk bike û bike yek, ew tevgerana ažtiyane teqle bû û bû žerekî navxweyî î pir dijawr û fere, cudatiyên xedar xistin navbera wan û hêviyên mirovê Sûrî li ber têwerdana destên ji derv û hovîtiya têrostan žewitîn, û bi kiryayrên hovane yên artêža sazûmanê jiyana xwe ji dest dan.
Roja îro, eger žer berdewam bike, sê rê li ber žerê navxweyî li Sûryê hene; yek: Hêzên Îslama teundrew li gel rêxistinên têrora cîhanî ku aligirên wan in, bi serkevin; didu: Sazûman bi serkeve; sisê: Žerê navxweyî berdewam bibe û Sûryê jî bibe mîna Somal û Avxanistanê. Ew her sê rêvebjar jî, ji aliyê civaka navdewletî de ne tên pejrandin. Ji ber ku Sûryê bi xaknîgariya xwe Siyasî ne mîna Somal û Avxanistnê ye, ew berrsînora wê Îsraîl, Yekîtiya Ewrupa û Hevpeymana NATO ye, ji bilî ku di nava kanên pitrol û xazê jî de ye.
Ji ber van sedemên sereke û sedemine din jî, ji bilî riya çareseriya tu rê li pêž sazûmana sûrî û alîgirên, û rikberê û aligirên wî jî ne gengaz e, biryara 2254 ya Encûmene Ewlehî Navnetewî ye ku li derbara qeyran Sûryê ku bi tevahiya dengên endamên hate standin di wê çarçewêde hatiye, û civînê Cinêvê jî wê li wê werin girêdan. Xalên biryarê yên bingehîn jî ev bûn:
1- Žer li Sûryê were rawstandin.
2- Rêxistinên têrorîst, mîna Daiž û Nusra ji holê werin rakirin.
3- Dewletên herêmê mîna Tirkiyê û Si`ûdiyê ji çareseriyê re bibin alîkar.
4- Destlateke hevbež li žûna sazûmana ku niha destlatdar e were avakirin.
5- Destûrekî nû ji Sûryê were danîn, tê de mafên rewa yên hemî pêkhateyên gelê Sûryê were diyar kirin, û ew hemî bi hev re û mîna hev di dewlet û destlata Sûryê bibin dehevpar.
Gelê Sûryê li benda roniya dawiya tunêlê ye û girêka qeyrana wî rojekê pêžde were želandin û xwîna ku her gavê tê rijandin rawest e. Çinkî roja îro, her welatiyekî Sûrî û berketiyên wî bi dengê bilind diqîrin û bang dikin: Bes e kužtin û wêrankirin…! Gelê Sûryê westiya!.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 118/ – Ji wežanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark