Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Şîxadî… Rastî û nasîn Xeleke 3

 


Amer Çelik

Wekî ku me li jor(xeleke 2) lêkirbû, hinek di lêkolînên xwe de dibêjin ku Êzidî celebek ji ola Islamê ne û hinek dibêjin ku celebek  ji Babiliyan  ne , hinek dibêjin ku Êzidî Xirstiyan in , Asûr in, Kildan in, Şî,e a ne, Faris in, Erebin,  Teterin…… wekî çawa bi dehan navên Erebî bi Şîxadî ve jî girêdane.
Gelo sedemên van derew û bêbextîyan û reş rûpelên dîrokê  çi ne..?! Emê bersiva vê pirsê bihêlin xeleke dawî.

Di ola Êzidiyatiyên „cih-war“, yan em bibêjin “wargeh” evradariyeke-Pîroziyeke xwe ya taybet di Êzidiyatiyê heye wekî LALIŞ. Ev wargeha li ba Êzidiyan wargehekî herî pîroze. Her çiqasî mezar û Tewafên Êzidiyan hene jî, hima-hima li hemu gund û bajarên Êzidiyan mezarên kesên navdar û Tewafên bi Êzidiyatiyê û Êzidiyan ve eleqedar re hene û pir in, lê yek ji, ji wan cih û evradariye (Pîroziya) Laliş nagire. Laliş cihekî xwe yî herî bind û evradare di nave êZidiyan de heye.
Ji rast teqînên ku kesekî di lêkolînên xwe de, di girfariye (Mesele-Qediya) Êzidiyatiyê de, neketiye tora evradariya wargehê. Sembola wargeh (Laliş) peywendiyeke xwe taybetî bi perestin û baweriyê ve heye û Êzidî di wê baweriyê de ne ku giyan li ezman li ser vê warghê de kombûne, ev cih di hemu rengên perestinê de heye, di çîrok û çîvanokan de, di qewl û beytan de, di sirud , xizalok û heyîranokan de. Navê Laliş Êzidiyan di perstinê de dike yek perstin û bawerî. Lalişa ya ku qasê Êzidiyan di perestine xwe de dike yek û yekbûne perstine Êzidiyan diefrîne. Evradarî û pîroziya Laliş lêkolînvanan xisp kirine ku ewjî(Laliş)  bikin ber pênûsa lêkolîn û zaniyarên xwe. Di Şirovekirine gotine Laliş de jî lêkonînvan û zaniyarên dîrokî bûne celeb,celeb. Hinek dibêjin; ku gotine Laliş gotine Kurdî ye ji du gotinan pêk hatiye yek bi weteye “Newala bê deng” û ya duwemî di avista rast de bi weteye “hêza Gêtî-alxelîqa”  û hineke diin gotine ku di Avîsta de tê bi weteye “yaseye yezdan“ û hineke din gotine ku gotine Laliş bi weteye “çira ronahiyê”. Ya herî girîng bi kêmasî ji bo min  gotine Laliş bi weteye Êzidiyan ku dibêjin; berî çend hezar sal (Dem û bedîlan) ne erd hebû û insan Tawisî-Melek hatiye Lalişê û li ser dara herherê(Her û Her) danî û dir avêtiye nav avê erd çêbûye (Qewlê Efrandine dinyayê). Lê ya ji bo me xerab ku lêkonînvanên dîrokî û taybetî yê Islamiyan li ber xwe dane ku Pîrozî evradariye Laliş ya kevnar winda bikin ku pîroziye laliş bi hatine Şixadî ve girêdidin. Êzidî û gelek zaniyarên xwedî pirensîb kesên wekî  Êzidîwekî: Dr.Xelîl Cindî Pîr Xidir Sulêman û hinek ji nivîskarên kurdên Êzidî ji soviyeta berê wekî Prof: Qenatê Kurd û hineke din. Ji  dostên Êzidiyan wekî Zûhêr Kazim Ebûd, Demelocî û heta Dêwecî û her weha gelek din ku dibêjin  Şixadî ne pêxmber  û endamê damizrandine ola Êzidiyatiyê ye, belê ew nûjendar û birêvbiyê ola Êzidiyan ne. Laliş berî hatine Şêx Adî(Şîxadî) bi hezarê salane wekî qewl dibêje berê efrandine  insane heye.
Her weha li ser perestin wargeha Laliş gelek derew û bêbexî di hinek rûpelên  dîrokê de hatine tomar kirin wekî hineke gotiye Laliş dêreke Xirstiyanan bû û ji aliyê Şîxadî ve hatiye qebhet kirin . Hinek din ku dibêjin Lalişwargeheke Misra,î ye, lê ya herî rast ku em bibêjin bi dehên caran Laliş ji aliyê Islamê ve hatiye qebhetkirine nimûne , di dema  Abidil-Hemîd (Osmaniyan) de, Êzidî ji Laliş derxistine û Laliş kirine dibîstaneke perwerdekirine ola Islamî.
Em vegerin ser babetê xwe ku ewjî rastî û naskirine  wek ku Êzidî diibêjin; Şîxadî xwedanê keremetan.
Ev ola Kurdistanê ya kevanr bi hezaran salan li pişt xwe hiştin û pêşde dageriye bi hiş û zanîne Şixadî ev ol bi nûjenî birêve birbû. Şîxadî bû ku di baweriye Êzidiyan de ku ew çûye Êzman .
Heger em hemu  lêkolînên ku li ser jiyan û malbata Şîxadî careke din di ber çavan re derbaskin ku  piraniyên lêkolînvanan li ser wê  yekê ne ku Şîxadî di Laliş de jiyaye û piştî 90 salîye xwe  kiras guheriye û çûye ser dilovaniye xwe. Sedîq Demelocî dibêje ku di 555 koçî de miriye . Ebas Al-Ezawî dibêje ku di salên 558 an de miriye . Deyewecî  û  Ahmed Teymûr dibêjin ku di sal557an de kiras guheriye  Ev yek dike ku em têkevin wê texmînê ku Şîxadî di salên 1073-1163 an. Z  de li Laliş bûye Ez bi xwe li gorî van lêkolînan texmîn dikim ku Şîxadî di 20 saliya xwe de hatiye laliş û heta kirsdguherîne xwe li Laliş maye. Li gorî wan lêkolîvanan ewî nav û dengekî ciwan û zane di nave xelkê herêm de standiye,. Lê nizanim çima ez Erebiye Şîxadî  ne bawer dikim û ne jî qebû dikim..!!? Helbet sedemên vê neqebûl kirinê hene…Ji ber vê yekê em çend pirsan bikin û her usa emê bersivê jî bidin:
a)    – rastiye ku lêkolînvanan ji bo lêkolîniye xwe kirine hîm û sîstem…?
b)    Ne bêtuxmîye(Hiyadî-حيادي)  lêkolînvanan
c)     Sedemên windabûne rastiyê, çi ne ?
Ez bawerim ku ev hersê pirs besin ku merov bigeh baweriyekê ku piraniyê lêkolînvanan ji bo berjewedî û terefdariye olî lêkolînên xwe peyde kirine.
Heger em ji pirse yekem dest pê bikin û bibêjin; ew hîm û sîsteme ku wan lêkolînvanan ji bo xwe kirine bingeh , di hîmê xwe de şaşin û yeke sedemên ber bi aqilve ji aliyê lêkoînvanan ve û bi taybetî lêkolînvanên Islamî ve nehatiye dîtin û nikarîbûn me bi lêkolînên xwe bi bawerî bikin. Mixabin gelek ji lêkolînvanên din jî lêkolînên Islamî ji bo xwe kirine bingeh. Heger usa ye bêtumiye lêkolînvanên Islamî helbet tuneye û wek me gotî ku ewan lêkolînvanên din jî ew Islamî ji bo xwe kirine bingeh , wihabe bêtumiye piraniyê wan tune.
Gelo ne ji mafê meye em bi hevokekê pirsiyarê pirsa di nave pirsê de bipirsîn:
Wekî ew lêkolînvanên ku dibêjin Şêxadî merovekî Erebe, emê çawa rastiye vê yekê bizanîbin…? Di baweriye min, me pêwîstî bi çavkaniyê dema jindariyê Şîxadî heye,ewjî ibin Al-ESÎR e qelnderekî(Sofîzm) Islamiye. Di dema Şîxadî de jîndare.
 Me di xelek 1 û 2 wan de gotiye ku qelenderî-derwêşî ne li Îslamê ten heye, yan qelenderî ne ji bo Islamê bi tenê hatiye bikar anîn ,belê her wiha Xirstiyanî, Cihotî, û piraniyê olan di nav wan de Êzidiyatî jî qelenderî  kirine.
Cih û warê Şîxadî piraniyê dîrokzanên Islamî dibêjin Ku ew ji Balbek ê(Liban) ê ye , helbet dema bibêjin ku Şîxadî Erebe, gerekî ji waletekî Erebî bînin Kurdistanê.  Ji mafê meye emjî  vê pirsê ji wan bipirsin ;Sedemên hatine vî  Şêx wek ku hûn dibêjin  Islamî û Ereb, nav Kurdan ji bo çi ye..? Di nav wan de bijî nexasim ew lêkolînên Islamî bi xwe dibêjin ku Şêxekî pir zanebû û navekî xwe herî berz di nave xelkê de peyde kirbû ,lewma em dipirsin Sedemên hatine wî li nav Kurd a, di wê herêmê de ku piranî Êzidî bûn, ku  Xiristiyan û Ciho jî hebûn, belê Mislmanî bi zexm derbasî hermê bûbû, piraniye kurdan dînê Islamê qebûl kiribûn…Heger ji bo Sedemên ku dîrokzanên Islamî dibêjin ku Şîxadî dixwest dema Emwiyan –desthlatî û milkê Edwiyan vegerîne,Êzidiyan ber bi dînê Islamê ve dagerîne!!.. Heger ev yeke han tev rastbin jî  Ewî çawa bi zimanê wan rêka xwe û ola Islamê bi Êzidiyan dida famkirin..?! Ewî û wan (Êzidiyan)çawa ji hev û du dighîştin…?! A.. ewî (Şîxadî) çend salan li Liliş de û nav Êzidiyan mabû bê ku biaxive!!!... HetaFêrî Kurdî bûbû û paşê bi wan re axiviye!!!....Gotinek pir û pir dûre ji rastiyê.
Ji bona ku em rastiyê bizanin û bersiva wan lêkolînvanên Islamî bi çavkaniyên dûrust bidin, pêwîste em  zaniyarên hêja ji xelkên cih bistînin û bipirsin, yan jî çavkaniyên dema jîndariye Şîxadî û herêma Kurdên Êzidî bi taybetî herêma Hekarê cigirafî û civakî wê herêmê binasin te ku em bighîjîn rastiyê.
Heta xelek e 4 bimînin di xweşiyê de.
Amer Çelik Sebat 2016   amercelik@hotmail.de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark