Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gundê Eyndîwerê Weqfa Medreseya Sor bû

 


Konê Reþ

Gundê Eyndîwerê, li herî bakur û rojhilatî dewleta Sûriyê dikeve. Raserî bajarê Cizîra Botan (Cizîra Mîr Þeref) e, bi dor 2Km an. Seyrangeheke xweþ û geþ e ji xelkên Rojava re.
Berî ku sînor bi rengekî fermî di navbera hikûmdariya Fransîzan di Sûriyê de û dewleta Kemalî di Tirkiyê de bê danîn, Eyndîwer ji Kevin ve bi ser Cizîra Botan vebû û weqfa medreseya Sor bû. Bi rêveberiya du malbatên ji eþrafên Cizîrê; Seyda û Osman. (Li gor ku gelekan ji kalemêrên herêmê ji min re gotine).


Ta niha kavlê xaniyên malbata Seyda li hin deverên Eyndîwera kevin têne dîtin. Ji xwe xaka wê ta niha jî, di destê hin neferên malbata Osman de ye, wek Hecî Abdulkirîm Efendî û kurê wî Fettah Efendî. (Herdû jî di heyamê Fransîzan de bûne perlementêr di perlemanê Sûriyê de).
Di heyamê mîrekên Botan de, gundê Eyndîwerê ji gundên ku mîrê Botan kiribûn weqif, bi tev dexil, dan û rezên xwe ve, ji xerciya mamoste û qutabiyên medresê re. Di bin berpirsyariya malbata Seyda de. 

Ji bilî ku Eyndîwer seyrangeheke xweþ e, bi strana (Eyndîwrê paytext e, keç xatûna ser text e lê Nofa..), di deriyekî firh re jî derbasî folklorê Kurdî bûye..
Ji cih û þûnwarên derdora Eyndîwerê; Seqlanê Mema, Pira Bafid, Pira Minarokê, Banê Dewqelên, Nêrgizî, Kaniya Kola, Kaniya Kîso, Besta Cihûyan û Kaniya Nemir Miksî (Xuya ye dema ku Hemza Begê Miksî di sala 1931ê de li Eyndîwerê mamostayê dibistanê bû, kêfa wî ji wê kaniyê re hatiye, xelkên wê jî, navê wî lê kirine).

Dema ku mirov, serdana Eyndîwerê dike û ji ser qelaçê wê li bakur û bareþ mêze dike; Çemê Dicle, Bajarê Cizîra Botan, Çiyayê Cûdî, Çiyayê Herekolê Botan dibîne, pêre pêre jî, gelek nav têne hizr û bîra wî, wek: Mîr Bedirxan, zarok û neviyên wî, Birca Belek, Medreseya Sor, Medreseya Mîr Evdal, Melayê Cizîrî, Mem û Zîn û Beko, Gêra Mîr Mihema, Gora Nûh Pêxember, Ismaîl Ebûeliz Elcezerî.. Anku Kurd û Kurdistan têne hizr û bîra mirov..!
Erê ezbenî! Gundê Eyndîwerê Weqfa Medreseya Sor bû.

Qamiþlo, 01.02.2016

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark