Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sînor Bi Xwînê Li Sûriya Tên Danîn

 


Salar Salih

Cenga li ser bingehên tîreyî berdewam e, û sînor bi xwînê tên danîn li ser xaka Sûriya, rast e di destpêkê de þoreþa miletekî li dijî rêjîmek diktator bû, lê piþtî salekê ji destpêka raperîna 15 ê adarê hat diyarkirin ji çavdêran re naveroka projeyê tîreyî yê rikberiya sûrî ya çekdar, renge ku ew rikberî bi heman þêweyî miletê kurd wek netewek xwedî hebûn û maf di Sûriya de napijirî ne, tenê mafê welatiyan ji kurdan re heye, wek welatiyekî di Sûriya ya Erebî de, ango piþtî pênc salan ji berdewamiya þer li Sûriya, rikberiya Sûrî nikarî bû projeyekî siyasî tewaw ji Sûriya ya nû re pêþkêþ bike, ku têde mafê hemû pêkhateyan parastî be.

bi encama Þerê ku li Sûriya tê gerandin li ser bingehên tîreyî û nasnameya neteweyî , niha Sûriya di navbera pênc hêzên sereke de parve bûye,( rêjîm, artêþa azad, H.S.D , Daiþ û Nusra), ev bixwe tê wateya parçekirina Sûriya li ser bingehên tîreyî û neteweyî, sînor di nav her sê pêkhateyên Sûriya yên sereke de (Kurd, Elewî, Sunne) niha bi xwînê tên nîgarkirin, û ev temez di Sûriya nû de wê bête çespandin jiber du sedemên serekî :
1- parçebûna Sûriya bi destên pêkhateyên wê dikeve berjewendiya Amêrka û Israîl ê de, jiber ku ew naxwazin desthilatek sunnî radîkalî navendî li Sûriya ava bibe, ku wê gefek metirsîdar be li ser Israîl ê, û herweha dê gefê li Amêrka û berjewendiyên wê li navçeya Rojhilata navîn bike, Obama piþtî giha wê baweriyê ku hevalbendên wî yên Sunnî (Turkiya, û deweletên kendava Erebî) ew piþtgirên sereke ne ji tîrorê re, û komên çete yên ku (el-selefiye el-cîhdiye) wek bîrdozî û bawerî ji xwe re bijartine mîna (ketîbeyên îslamî,Cebhet El-Nusra, û Daiþ), ewî bi diplomasiyet û tektîk hêza Suuna li herêmê lawazkir, bi rêkeftina newewî li gel Îranê cardî rola Îranê di herêmê de xurt bû wek dijberê sereke ji Suuna re, ya dî jî Amêrka destê Rûsiya di Sûriya de berda daku bi tundî li girûpên rikberiya Sûrî bixe û rikberiya sunnî ya li Sûriya lawaz bike, û di heman demê de Rêjîma ku li ser bingeha tîreya Elewî hatiye avakirin biparêze ji rûxandinê li ser destê opozisyonê, ev pilan Obama bikaranî daku berjewendiyên xwe yên aborî bi dewletên sunnî re ji dest nede, û rola sînorlidanîna hêza sunnî li rojhilata navîn sipart Rûsiya û Îran ê.
2- piþtî vî þerê giran li Sûriya û hejmara mezin ya goriyan û penaberan, ne Elewî û ne Sunne û ne Kurd jî êdî çekan datînin, sê hêzên leþkerî yên cuda li Sûriya ava bûne, ew hêzên ku civaka navdewletî ew pijirandine û danûstandinan ligel wan dikin,( Rêjîm, Rikberî, H.S.D), sînor bi xwînê niha tên nîgarkirin, û Sûriya tucarî hew vedgere wek berê û ber bi formê Îraqî ve diçe, sîstemek fîdral an konfîdral an parçebûn, ango bi hevokek din, pêkhateyên Sûriya pêkvejiyanê hew dipijrînin.
Ev projê ku tê bicîkirin li ser xaka Sûriya, Elewiyan naskiriye û pê razîne, Sunne naskirine lê ew pê nerazîna û ta hêza wan hebe wê þer bikin, lê kurdan hîn ev proje baþ nexwendine, jiber kurd belawelane di navbera kwalisyon û hevrêziyê de, bê proje û bê giranî, ger baþ qunaxa tê bixwînin gerek frakisyonek kurdî rikber bi-afirînin û dev ji çarçevin rikberiya Sunnî û ya çep berdin, wek pekhateya kurdî tevbigerin, wek çawa hevbendiya kurdistanî li Îraqê wek frakisyonek rikber ya serbixwe tevdigeriya bo dabînkirina mafên milletê kurd, ev derfeta dîrokî her sed salî carekê tê, lewre gerek e E.N.K.S û TEV-DEM ê li xwe vegerin û li berjewendiya milletê xwe bigerin, û frakisyonek yekbûyî ava bikin, û têkevin danûstandinên çareseriyê ligel rikberiya Sunnî re bi Rêjîma Sûrî ya ( Elewî) re.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark