Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin:Goriþme: Çavpêketina Serxetiyan û Binxetiyan

 


 Konê Reþ

.. Di salên 1961/1962/1963/an de, rola qaçaxa ku di gundên ber sînor re dibû, qube û mezin bû.. Leþkerên sûriyê û cendirmên tirkiyê bertîl dixwarin û wiha yê ku ji welatiyan bihata kuþtin û birîndarkirin an girtin û zindankirin ji kîs xwe diçû.. û di encam de gelek zarok sêwî diman, lingê gelek zilaman jêdibû û derîkê gelek malan dihat girtin.. Di eynî wan salan de, þoreþa Barzaniyê nemir li baþûrî welat li dar bû, 49 rewþenbîrên Kurd li Bakurî welat di zindanê debûn û li rojava piraniya endamên Partî digel apo Osman Sebrî û Dr. Nûreddîn Zaza di zindanên Heleb û Þamê de bûn..

 Vêca ji tirsa ku Kurd bi raperînek mezin di Kurdistanê de rabin, hikumeta tirkiyê neçar bû ku bêhinvedanekê bide Kurdan û kela dilê wan hinekî sar bike. Ew bêhinvedan, navê wê (Goriþme) bû, anku çavpêketin an hevdîtina Serxetiyan û Binxetiyan, a li ser sînor bû. Li herêma me, ew hevdîtin (Goriþme) di rojên cejnan de li gundê Qesra: (Serçixan), di rewistgeha (Stasiyon) wê de pêk dihat. Êvara cejnê mala me tijî mêvan dibû, ji bajarê Hesekê û gundên beriya Mêrdînê dihatin, da ku sibeha cejnê karibin çav bi mirovên xwe yên Serxetê kevin. Dema ku li stasiyona Qesra Serçixanê Goriþme destpê dikir, dengê xelkên vî alî têlê û wî alî têlê digha esmana; bang hev dikirin, bi hev re dikeniyan û hin bi hev diaxifîn û digiriyan.. Wê Goriþmê çend salekî dirêj kir û betal bû..


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark