Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Hewlêr!

 



Xalidê Heso

Hewlêra rengîn! Qet xema nexwe, peyala aramiyê serbest vexwe.. Bera gulîstanên te bi çîçek û nêrgizan bixemilin.. Bera stêrkên ezmana li dor keleha te bicivin.. Bera çîrok û destanên qehremanan bixwe re bibin sînga ezmana, da bedewtir bibin.. Bera zarokên dibistanên te ala rengîn hildin û sirûda Ey Reqîb bi dengekî bilind bigihînin perê ezmana..

 Îro, neviyên þoreþa êlûn û gulanê, pêþmergên qehreman, sîngên xwe ji xaka tey pîroz re kirine senger û bi rêzên zêrîn dinivîsin li hemberî cîhanê seranser..

Hewlêr e!
çava veke û baþ binêre,
ev þarê bedew, ev Hewlêre
Ev Kurdistane, xaka zêre
Cî û warê piling û þêre
Ev ala rengîn ala me ye
Ew sembola jiyana me ye
Qelen bihaye, xwîna me ye
Ji sedê salan xewna me ye
Hevalê min ev Kurdistane
Gelek dayîk li vir giryane
Ji mendalên xwe raqetiyan e
Xwas û birçî li çola mane
Hevalê min ev Kurdistan e
Bi sedan dastan lê ciryan e
Dek û pîlan lê hilweþyan e
Hevalê hêja! Baþ bizane
Ev destkeftên  mezin berhemê
Þoreþa êlûn û gulan e
Ked û xwêdana nemiran ne
Bi serbilindî û mêranî
Bi lehengî  û qehremanî
Nemir Barzanî, bingeh danî
Sozên dan Qazî bi cî anîn.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark