Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Mistefa Oso: Eger Ne Rêjîma Esed Ew Ya Ko Cudahiyê Di Navbera Pêkhatiyên Sûrî De Çê Dike, Ma Kê Yasayên Awarte Di Dermafê Kurdan De Derxistin?

 


Cîgirê Serokê Hevbendiya Niþtimanî Sûrî Mistefa Oso bêzariya xwe ji daxuyaniyên Esed yên ko ji ragihandina Rûsyayê re dabûn diyar kir, û bi taybetî li ser mijara Kurdî û hewldana Esed ko li bi aqilê wan kesên hevpeyivîn pê re dikirin bikene, gava got ko tu siyasetên taybet derbarê Kurdan tune ne.  
Oso got eger ne Rêjîma Esed ew ya ko cudahiyê di navbera pêkhatiyên Sûrî de çê dike, ma kê yasayên awarte di dermafê Kurdan de derxistin? Ma kê 300hezar Kurd bênasname kirin? Û kê Erebên Xemir li xaka Kurdan li Parêzgeha Hesekê bicih kirine, û hem siyaseta Erebkirinê 40 salî li herêmê meþand ma ne Esed û Bavê xwe bûn?

Oso ji bersivên Esed matmayî dimîne ko dibêje daxwazên hinek Partiyan hene lê ew ne daxwazên Milet tevî ne, ma kengî mafê rewa yê miletan di destê hin rêxistinan bêyî yên din de ye? Pirogramê hemû Partiyên Kurdan li ser daxwaza mafê rewa yê  miletê Kurd li gora rewiþt û peymanên navdewletî daxwaza  hemû Partiyan e.
Oso weha jî got: li gora dîtina me ji naveroka hevpeyivîna Esed re, ji mirov re tê xuyakirin ko Esed tenê Karakozek e tiþtek bi destê wî ve nayê. Tenê ew desteke ji hin dewletên herêmî re an wek Remot Kontrol e ko ji dûr ve tê livandin, Esed xwe dide xuyakirin ko tu biryar di destê wî de nîn in, gelo kî fermanê bi kuþtina xelkê dide û malên wan bi ser serê wan de tîne xwar û ewan koçber dike? Û kî fermanê bi avêtina Bermîlên teqîner û Mûþekên boþiyê dide, ma ne rêjîma kujer ew evan kirdeyan dike?
Oso tekez kir hewldanên Esed yên ko dixwaze diyar bike ku ev tiþtên li Sûriyê dibin destê wî tê de nîn e, ev hewldanine têkçûyî ne, çimkî ew serekê Rêjîmê ye û hemû biryarên kuþtina miletê Sûrî ji bal wî derdikevin û eger firiþteyekî siyasî be li gora ko ji ragihandina Rûsî re diyar kir, çima ji desthilatê nayê xwar? , û Oso Destnîþan kir ko Esed êþa derûnî ya dukesayetiyê libal wî heye çimkî tiþtina dûr ji biwara tawankarî ya Rêjîma xwe ya kujer dibêje..
Jêder: Hevbendî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark