Deham Hesen
Rêzdarî û hembêzkirina kesên dahêner, erkeke û tiþtekî herî baþe û hêjaye, divabe li ser bê rawestandin digel spasî û rêzkirtinê ve, jiber ku ev kesê dahêner bi rastî, ev aliyê diyardeya rêzdaryê avitiye ser mile xwe, û xwe bê mijûlkiriye, lê lihember vê yekê, divabe di warê rêzdarkirinê de, çend mercên giring pêkwerin, û dibin çavan re bêne drbaskirin.
1 – Divabe hilbijartina kesê bê rêzdarkirin, bi awayekî durist bê derbaskirin, durist û rastî tê dema ku berya hertiþtî li ser berhemên wî yên bi awayekî dahênan hatibine danîn bê rawestandin, û ev tiþt bibe pîvan ji rêzdaryê re, û tu tiþtên din ji bilî vê pîvanê neyên naskirin, û mêldarya rêxistinên siyasî nebin pîvan ,mîna nimûne.
2 – divabe ew aliyê ku vê rêzdaryê pêþkêþ dike, kesayetiyeke wê ya resen û mafdar hebe, û bi kêmasî saziyeke xwedî cihekî giring û bi nirx be, li bal tevgera netewa kurd li Sûryê, û ne xirabe jî ku, ji hin aliyên kurd ji derveyî sînor destgiryê bigre. 3 – divabe ew kesê ku bê rêzdarkirin, daneyeke pere bi nirx û havil pêþkêþî wî bibe, ne bese ku jê re rûpelekî kaxez bi firêzên bi bezm û rezm bê danîn ku,ew jî mirov ne têr dike û ne jî xizan dike, dêmeke ev tiþtê belawela û bê rêxistin hiþtiye ku, ev tikista mi ya li jêr, bi awayekî tinaz û pêkenînok bê bîramin. Ez bi hêvîme ez were vêde zû bilez Mane bese me ew sal tenê mame bê heval Gava ez te dibînim di cavê te re dixwînim Çîroka Mem û Zîn û helbestên Cegerxwîn Dengê te çiqas xweþe lê bextê me bi reþe Tilî û zend û çav lêv tenikê bi lavelav Piþtî Temo helbest got gelek kenîn qîz û xort Biro û Silo û Hustixwar ew bi lez hatin xwar Rabûn kirin selewat bidne Temo ev xelat Li jora axur û xanî alek rengîn wan danî Bankirin Ferso û Zêdan tenbûrçiyan û stranvan Temo rabû dûre got ne kirrî we ne firot Fedî bikin hûn ji xwe ez, êm dikim kerê we Çawa dike zirezir birçiye bavê hêstir Ha wa li me dinerî xelat bidin vî kerî Ez hewar dikim bi dil xelî li serê we be, ev xwelî Temoye dawî anî xwêdanê ew hilanî Gelo hûn kîne ta bi xelkê vekin xelata Ma xelata we çiye rûpelekî rengîniye Belav bikin li welat qet min nave, ev xelat …………………………………….
|