Ji toz û ecaca çarþîyên Amûdê ta bi talîzok û babelîskên Serêkanî û Dirbêsîyê
Ji celb û gereka zivistana Kobanîyê ta bi cihokên Efrîn û Þêx meqsûd û Eþrefîyê
Ji 12 ê adarê û ta roja îro win bendewarin
Gelo win bendewarên çine ?
Qey win dibêjin:
em li benda heyfa xwene, em li benda tolhildana xwene.
Têr razên nemirên hêja , em ne ên ku dê heyfa we vegerinîn, em ne ên ku dê tola we hil bidin
Em jî wek we razayîne.
Win nemirin, lê em mirîne
Eger win bi vê bersîva me jî ne razîbin
Em dibêjin: me nikaribû barê we hilgirin
Em li benda wene ku careke din win þiyar bibin û heyfa xwe hilînin
Careke din û win , ne em, kanibin tola xwe ji kujerên xwe hilbidin.
Selîm Kebûl *
Ey Selîmê Kebûl
Tu xweþ raze û nekev nav tirs û fikaran
Tu xweþ raze û xeman nexwe
Xewnên xwînsar qet nebîne
Yên ku ji tere dibêjin tu xwînîyê, ew derewçînin
Ma tu bawerî ku em xwedî xwînin
Xwîna me jî wek ya te sare
Bi sarî te kulîlkên me qurçifandin
Bi sarî jî em, û bi bêhneke fereh li dû tene
Dibe, dibe ku tu bimirî û xwîna me jî hîn germ nebe
Xema nexwe, tu xwîn sarî û em xwîn sarin
Lê, lê te ya xwe kir û me ya xwe hîn nekirîye
Dêrîyên Seddamî **
Ne emin yên ku sînorên ereban derbas kirî
Ne emin yên ku namûsa ereban binpê krî
Ne emin yên ku filestîn perçe kirî
Ne emin yên ku Til Zeter bombe kirî
Ne emin yên ku Þet El Ereb firotî
Ne emin yên ku xwe li ser Colan ker kirî
Ne emin yên ku 23 ê dewelet çêkirî
Ne emin yên ku Hesen û Hisên serjêkirî
Ne emin yên ku 40 salî þerek ji bo devakî kirî
Em ji we ne çêtirin, lê em ne wek jî kujerin
Qey babelîsk û talîzoka firokên Emrîkî bûn sedem ku we rê þaþkirî
Ma we berê xwe dabû Qudsa Cihûyan, lê Qamiþloka binpêkirî!
De were biner li vî derdî
Li ser xaka xwe, ne xwedî xak bî
Di mala xwe de, ne xwedî mal bî
Li bajarê xwe, ne serdest bî
Xwedî ziman bî, û pê neaxifî
Nikaribî Eyþana Elî û zîna delal bi lorînî
Li ber dahol û zirna xwe, nikaribî xwe bihejînî
Di nav genim û cehê xwe de, zik birçîbî
Li ser gola petrolê bî , lê bê makîne û erebe bî
Di hundir mala xwe de dev girtîbî
Wêneye dijminên xwe di kolanên xwe de bilind bibînî û bi darê zorê jêre bikî zilxit û bilîlînî.
Gava pêdivîyên bo welat, divê tu amedebî, lê gava mafxwestinê, xayîn û ji derve hati bî
Li leþgerîyê divê tu li pêþ (li Libnanê, ne li Colanê) dijminan amede bî, li sivilîyê û jiyanê divê li paþ hemyan bî
Bêyî dizîn û dizekvan bî
Bêyî kuþtin û tawanbar bî
Kulîlkên nemir
Xwezîya min bi dilê webe
We ya xwe kir, lê xak bi serê mebe
We li singê xwe xist û win mêr derketin
Piþtî win çûn em ji dest û piyan ketin
Yan tawanbarin yan bê hestin
Yan di zindanan de ne yan ne serbestin
Dayikên Kulîlkan
Mafê weye win ji me dil tijîbin
Di mala wede ne buhare û ne þahîye û yên wek me jî qet haj me jê nîye
We kulîlkên xwe wenda kirin
Rojek didu me jî ew û win ji bîr kirin
Salê carekê ji bo fedîyan em dên ji bo xatirê we bi du gotinan rabigirin
Bibûrinin ji ber hinek nikarin van du gotinan jî li ber derîyê mala we birijînin.
11.03.2007
* Di dema serhildanê de parêzerê parêzgeha Hesekê bû.
** Dêrî, niþtecihên bajarê Dêra Zorê ne, parêzgeheke Sûrîye, bajarê grûpa fûtbolê ya El Fitûwe, yên ku alîgirên wê di hundir Qamislokê de silogan li dijî kurdan avêtin.
Têbînî : ev bexþan hate xwendin di salvegera sêyemîn ya 12 ê adarê ya ku ji alîyê El Partî û Yekîtîya Demukrat ve li bajarê Arnhêm hate li darxistin .