Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Newroz helkefta azadîyaran 21-3-2015

 


Mihemedê Seyid Husên
 
    Roja cejna newrozê 21 avdara 2015 an ji ser kohê  çiyakî Ewropa, roniştî li ber pêlên yadîgarên şûnwarê xoşewîst, di bêganeya penaberiyê de diponijîm, reng , deng û dîmenên cîgehê rojzayîna min hevrûşî hest û newaziyên min dibûn, lixêvên omîdewar di helkefta Newrozê cejna serkeftina gelê kurd û helweşandina koledar Zehakê Farisî de, wêneyê qehremanê serheldêr Kawayê hesinkar li bînahiya çavan, bîr û boçûnên min dixuricîn. 


    Tel Erbîd gundê ku lê hatime rûyê dinê, nemaze ku kevneşopa bav û kalan Mad, Mîtan û Orkişî koka kurdewariya resen di pesar û hêrikên xwe de gencîne kiribûn.
    Qamişloka evînê bûka şaran li rojavayî kurdistana çaklewend resenwarê bê hempa, kela girî di zengelorka min de asê hiştiye, zergernejîna heyaman pelmarî serlêvan bûye, zîmarên çiyayên kurdistanê ji bin qlpaxên çavên şîlove şîn û şahî li min şiyar kirine, mîna filimekî cengborî felaketên şewat û wêaranê, berbat û havgariyên cenosaydkirinê di ber çavên min re derbas kirine, givalekên ewrên reştarî û xwezaneyên aşopiyane gumanên min nikder kirine, bêhnçikiyayî û ji qiramketî gefên nihênî rapêçame, ku ji Iyarê xwe bazdim nav seqa û mercên emadebaşiyê.
    Mîna herdû evîndarên ku pêlake dirêj hevdû ne dîtibûn, rojeke bi navnîşan ji xayiz ve qedera li hevrasthatinê şiyabû, ku herdiwan di seyr û geştiyeke buharî de, li ber peravên rûbarekî pêlwerb nemaze ku di ahenga ramûsanê de hevdû gerden kiribûn.
    Wisa bê perwa û paxav, bê soz û civan pêrgî hev hatine, çavzerdoqî û zimanşikestî, matmayî û tavilî, şahiya hevdîtinê ew serguherî hev kiribûn, lê hema mêreyarê sozevîn ji hengêva razperîzeya dîdariyê, di cîyê xwe de bûye sindan, êdî naçar li gel gernejîneke şermokî û henasekî tevxurcilî, ceger û dilawerî tê de levxurcilîn daxwe û gotê:
    Piştî ku çend qurêncek jixwe dane, pê re zimanê wî ji nav qeyd û merbendên matmayînê rizgar bûye,  tavilê bi velerzîneke sirincokî re peyivî, gelo ez di xewnan de me an dibe ku..? yekser evîndara dilkewijî gotina wî birrî û lê vegerand, na na ez bawerim em herdû di navgîna gulazarên pêkvejiyana xewnedar de, bi ser û seketê xwe li hev rasthatine û bi hev re dimeşin, lêbelê çendî min dil heye ku zanibim ev wêjegotara hezînê te ji kû pars kiriye.
 Evîndarê şeyda wiha lê vedigerîne,
    Mezin ji dayik bûme, zaroktî bi kavişkî di min mezin bûye, Porsipî li serhaweyê qûnaxê bûme mêvanekî sîgiran, min ciwanî ji pend, şîret û metelokên berya, dapîr û kalemêrên ferezan û ezmûnedar qeregoy kiriye, zincîra serboriyên romanê, min ji kevnetora heyaman pêşesaztir afirandiye, herwiha xwezyarên serdemê hemdemî kirime, min perensîpa derfetên kêmpeyda keyslêhatî destnîşan kiriye, bi tûjawir û kûr ramanên ronîdar, bo xatirê pêşbîniyê pêşerojê, li hemî hêlekarên jiyanê vedikolim, zemînê bi qoran vedipexêrim, tenha bo ku azad û serbixwe bi hemrahên xwe re, xweristê û mirovaniyê bi axivînim…û bê ku dilê xwe bixelînim zixurê devê xwe biavêjim.

…komara Çîk …18-5-2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark