Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tîrêjek Ronahî ji Serdana Min a Hewlêrê

 


Konê Reþ

Her ku ez diçim Hewlêrê, berî her tiþtî diçim serdana Mîrzade Sînemxan Bedirxan, silavekê lê dikim û ji nêzîk ve serwextî rewþa wê dibim.. Di vê serdana min a dawî de, ji 21 ta 25 nîsana 2015an, digel mamoste Mesud Tek çûm mala wê.. Piþtî sihbeteke xweþ, wê çend pirtûkên bavê xwe Mîr Celadet û mamê xwe Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, dane min. Ewên ku nû, di weþanxaneya Avesta de, li Stenbolê hatine çapkirin. Ewjî ev bûn:
Gazinda Xencera Min, Xwedndina Kurdî, çîrokbêj-çîrokên kurdmancî, Elfabeya Min, Elfabêya Kurdî, Hevind û Dersên Þerîetê.

Ez jî, ji dil û can spasiya Mîrzade Sînemxan Bedirxan dikim, Xwedê temenekî dirêj di xweþiyê de bike ji para wê. Her wiha spasiya mamoste Abdullah Keskîn, xwediyê weþanxaneya Avesta jî dikim ku wiha bi berdewamî daye ser þopa Bedirxaniyan û berhemên wan ji nû ve çap dike.
A din, berî pêlekê, Hingur xanim, keça Apo Osman Sebrî ji min xwest ku jêre bibejim; ev helbesta bavê wê a li dor Ala Kurdî, di kîjan kovar an rojnameya Bedirxaniyan de belavbûye:
Min divê tu her bilind bî
Ala rengî kesk û zer..
Dûr nêzîk ezê te hildim
Tu î xemla banê min
Ger bivê, derman mirin bî
Bo te gorî canê min..
Hingî, çendî ez li Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêrê geriyam, min nedît.. Piþtî ku Mîrzade Sînemxan, ev pirtûk dane min, û ez zîvirîm Qamiþlo, û li malê min li wan mêzekir, min dît ku ew helbesta Apo Osman Sebrî, di pirtûka Mîr Dr. Kamîran Bedirxan a bi navê (Xwendina kurdî) de hatiye belvkirin. Ewa ku yekemîn car di sala 1938an de, ji rex Kitêbxaneya Hawarê ve li Þamê hatiye çapkirin.
Va di nav van gotinan re ez dengê xwe digihînim Hingur xanim û wê serwext dikim.


Konê Reþ, Qamiþlo, 07.05.2015  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark