Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (13)

 


Deham Ebdulfettah

Watedariya Hin Hevalkarên Cihî Li Gora Paşgirên Pêvebestî
 
Hevalkarê cihî ew nav e ,[1] yê ku hêlekê yan cihekî ji cîhan destnîşan dike , wek "ser , bin , nav , pêş , paş , jor , jêr , dûr , nêz , nêzîk , hêl , alî , lay , rex , rast , çep , bakur , başûr , rojava , rojhilat  . . . . .". Ev hevalkar cihê bûyîna karan didin nasîn  .
          Wek :
          - Zînê pirtûk danî ser maseyê
          - Pirtûk ket bin maseyê
          - Çivîk çûn nav daran
          - Çivîk hat ser darê


Bo vê têkiliya di navbera van navan û bûyerên karan de , navê "hevalkar"li wan bûye
Ji hêla zayendê (nêr û mê) ve jî , ev hevalkar , digel ku zêderên (veqetandekên) nêrînî û mêyînî "ê , a"digihêjin wan jî ,lê ne rasteza ne . Anku , ne nêr û mêyên rasteqîne ne
Wateya hevalkarên cihî li gora şêwazê bikaranîna wan di pêvajoya hevokan de berçav dibe . Em dizanin ku hevalkarên cihî di raweya xwe ya resen de rût (bê paşpirtik) jî tên xebitandin  .
          wek :
- Ez dûr çûm
          - Rizgarî ji me ve nêzîk dibe
          - Penaberên me ber bi rojava ve diçin
Lê ku paşpirtik (paşgir) bigihêjin hevalkaran , hingê wateyên wan , li gora cor û celebên paşpirtikan tên guhertin .
1- Ev zêder •veqetandek "ê ,a ,ên"di raweya palvedanê[2] de digihêjin navdêran , zayend û jimara wan destnîşan dikin  .
Vêca ku ev zêder bigihêjin hevalkarên cihî , wan jî dixin rêza navdêran . Hingê wateyên wan ji navdêriya wan berçav dibin , anku weku navên asayî tên xebitandin .
          Nimûne :
-Rojhilat : Rojhilata Navîn zengîn e
(herêma rojhilata navîn . . .)
          -Başûr : Başûrê Mezin rizgar dibe
( parçeyê başûr ji Kurdistanê)
          -Bakur : Bakurê me raperiyayî ye
                    ( welatê me yê bakur . . .)
          -Jor : Mizgeft li jora gund e
                    ( mizgeft li tara ser gund re ye)
          -Rojava : Kurdên Rojavayê welêt şiyar in
                    (kurdên parçeyê rojavayê welêt . .)
Di van mînakan de hevalkarên (rojhilat , başûr ,bakur , jêr , rojava) , bi sedema zêderan , bi wateya navên cîgehan tên xebitandin .
2- Paşpirtika "î"jî , di raweya palvedanê de , digihêje hevalkarên cihî , bêyî ku watedariya wan a hevalkarî bê guhertin . Anku , wateyên wan ên cihî wek (hêl ,alî , rex , layî . . ) tenê destnîşan dikin  .
          Nimûne :
-Rojhilat : Duhok rojhilatî Qamişlokê ye
( Duhok li hêla rojhilatî Qamişlokê ye)
-Başûr : Başûrî gundê me qadeke beyar e
( beyar li aliyê gund ê başûr e )
-Bakur : Em ê herin bakurî bajêr
( em ê herin hêla bakurî bajêr )
-Jêr : Seyrangeha me li jêrî gund e
     ( seyrangeh li aliyê gund ê xwarê ye )
          - Rojava : Pezê we li rojavayî çiyê diçêre
               (pezê we li rexê çiyê yê rojava diçêre)
Diyar e ku hevalkar di van mînakan de bi wateya (hêlekê , rexekî , aliyekî , layekî . . .) hatine , ne weku navekî asayî  .
têveliya di navbera watedariya navdêr û hevalkarê cihî de hûr e , gelek caran tevhevî di navbera wan de peyda dibe . Bo zelalkirina her dû wateyan , em ê , di van mînakên jêrîn de , wan beranberî hev bikin :

Navdêr                                    Hevalkarê Cihî
- Rojhilata me ... (herêm ..)      Rojhilatî me ... (hêl/ alî ...)
- Başûrê me ... (parçe ..)          Başûrî me ...(= / = )
-  Rojavayê me ...(welat ...)      Rojavayî me ... (=   =)
-  Bakurê me ...(= =)                Bakurî me ... (= •=)
- . . . .
Têbînî
Ne hemû hevalkarên cihî , di warê kiryarî de , bi van her dû şêwaz û wateyan bikar tên , lê ku hatin xebitandin , hingê wateyên wan li gora pêvajoya hevokên wan destnîşan dibin .
          Nimûne :
          1- Bakurê dil : Xoşewîstê dil , ê bakur
            - Bakurî dil : Hêla dil , a bakur
          2- Dûrê min : kesê min ê dûr
             -Dûrî min ket : ji min dûr ket
          3- Li Başûrê me (li welatê me yê başûr)
            -Li başûrî me : (li hêla me ya başûr)
            -……ê

Navê berkar ( berkarî) 
Navê berkar (berkarî navekî dariştî ye , ji karên derhingêv tenê tê dariştin . Ev nav wateya bûyereke qewimî bi xwe ve digire û di pêvajoya hevokê de weku hevalnavekî (rengdêrekî) rewşa wê bûyerê bi ser rewûdarê berî xwe ve berdide .
Wek :
1– Reşo goşt biraşt
                   2– Goşt biraştî ye (hatiye biraştin)
Di hevoka (2)ê de bêjeya " biraştî) navê berkar e .
Ev nav di pêvajoya hevokê de bi van diyardeyan berçav dibe :
a–Navekî dariştî ye , ji karê "biraştin"saz bûye .
b–Li gel ku nav e jî , wateya karê "biraşt-biraştin"bi xwe ve digire û dibe hevalnav (rengdêr) , rewşa navê berî xwe "goşt"diyar dike :
–   Ev goşt biraştî ye  .
–   Reşo goştêbiraştî dixwe  .
Navê berkar ji binyata dema borî ya karê derhingêv (têper) û paşgira "î"pêk tê , anku : – ( binyata karê borî + paşgira "î"= navê berkar )
Wek :
jêder           binyata borî        navê berkar
– Kuştin               kuşt                      kuştî
– Raxistin             raxist                    raxistî
– Çandin              çand                     çandî
Berkar û navê berkar ji hev cuda ne .
Em dikarin wê cudahiyê di van xalên jêrîn de bipelînin :
– ji hêla binesaziyê ve , berkar dibe ku navek ji her celebê navan be (pendî , nependî  ,dariştî , ne dariştî , bernas , giştî . . .) yan cînav be  .
Wek :
– Min pirtûk da Zînê
                   – Ez Te dinasim
                   – Kê girtiyên zindanan berdan ?
Lê navê berkar navekî dariştî ye , ji karên derhingêv û paşgira "î"tenê saz dibe  .
– ji hêla erk û rolê ve jî , berkar ew nav e (yan cînav e) yê ku bûyera karê derhingêv lê dibe . Lê navê berkar di reseniya erkê xwe de , hevalnav (rengdêr) e .
Hindek caran navê rewşdar1 ji hevokê tê avêtin û hevalnavê wî cihê wî digire  .
Wek :
1– Mirovekî girtî hat berdan
                        ( Girtiyek hat berdan)
                   2– Min mirovekî girtî xelat kir
                      ( Min girtiyek xelat kir )
Di hevoka yekê de navê " mirovekî"kara ye . Dema ku ev nav hat avêtin hevalnavê wî " girtî"li şûna wî bûye kara . Di hevoka duwê de jî , navê "mirovekî"berkar e  . Dema ew jî hat avêtin hevalnavê wî jî "girtî"li cihê wî bûye berkar  .
Me berî nuha gotibû , ku corek ji "navê kara"weku "navê berkar"bi alîkariya paşgira "î"saz dibe  . Ev "î"li dawiya wan herdu navan tê nivîsîn , wek "Azad ketî ye"û "Azad girtî ye"2  .Gelek caran bi egera vê "î"yê , tevheviyek di navbera "navê kara"û"navê berkar"de peyda dibe . Bo zelalkirina vê kêşeyê , gerek em di bîra xwe de bînin , ku navê kara ji binyata borî , ya karê nederhingêv û paşgira "î"saz dibe .
Wek :
 – Azad ketî ye
                   – Baran bariyayî ye
Lê navê berkar ji binyata borî[ ya karê derhingêv û paşgira "î" saz dibe wek :
– Azad girt , ye
– Berx serjêkirîye
Li gora vê pîvanê jî , em dikarin "navê kara"û"navê berkar"di pêvajoya guhertina yek hevokê de ji hev binasin .
Wek :
1– Çavên mirîşka Fatê Rijiyane
( Çavên mirîşka Fatê rijiyayî ne (navê kara)
          2– Fatê çavên mirîşka xwe rijandine
( çavên mirîşka Fatê rijandî ne (navê Berkar)
 (1) Navê rewşdar ew nav e , yê ku hevalnav (rengdêr) pê ve girêdayî ye û rewşa wî diyar dike  .
  Wek :
( Gula sor [ dergehê girtî) ]
(2) Azad hatî ye : (hatî) navê kara ye ( )
      Azad girtî ye : (girtî) navê berkar e ( )
Bi wê rêpîvana dariştina navê berkar , ku ji binyata dema borî , ya karên derhingêv û
Paşgira "î"durist dibe . Ew nav ji her sê corên karên derhingêv (xwerû , dariştî , û lêkdayî) pêk tê  .
Nimûne :
1 Karên xwerû :
 jêder           binyata borî                   navê Berkar
– Şandin               şand                     şandî
– Xistin                xist                       xistî
– Bihîstin             bihîst                    bihîstî
– Çandin              çand                     çandî
– Sotin                 sot                        sotî
– Çinîn                 çinî                       çinîyî
– Dotin                 dot                        dotî
– Firotin (firoştin)          firot                      firotî
– Guhestin            guhest                   guhestî
– Kuştin               kuşt                      kuştî
– . . . . . . . . . . . . . .
2 Karên dariştî :
 jêder           binyata borî                   navê Berkar
– Ragirtin             ragirt                    ragirtî
– Rakirin              rakir                     rakirî
– Daxistin            daxist                             daxistî
– Vekirin              vekir                     vekirî
– Vedan                veda                     vedayî
– Dahîştin            dahîşt                             dahîştî
– Rûkirin              rûkir                     rûkirî
– Rûdan               rûda                      rûdayî
– Vekişandin        vekişand               vekişandî
-  . . . . . . .
3 Karên Lêkdayî :
 jêder           binyata borî                   navê Berkar
– Pêxistin             pêxist                             pêxistî
– Têdan                têda                      têdayî
– Têvedan            têveda                   têvedayî
– Sorkirin             sor–kir                 sorkirî
– Binpêkirin                   binpêkir                binpêkirî
– Çavşikandin      çav–şikand           çavşikandî
– Destjêkirin         dest–jêkir             destjêkirî
– Rastkirin           rast–kir                rastkirî
– Pêvedan             pêveda                  pêvedayî
– Avdan               avda                     avdayî
– . . . . . . . .
Diyar e , ku ji hêla wateyê ve , navê berkar têgeha raweya karê nediyar (nepenî) berçav dike .
Wek :
1– Şêro berxê xwe serjêkiriye
                   2– Berxê Şêro hatiye serjêkirin
                   3– Berxê Şêro serjêkirî ye
Bi wê pîvanê jî em dikarin bibêjin :
– Hatiye kuştin = kuştî ye
– Hatiye revandin = revandî ye
– Hatiye belavkirin = belavkirî ye
Lê ji hêla teşe û ruxsarê ve , berçav e , ku raweya her du mijaran bi paşgira "î"yê digihêjin hev , lê :
– Navê kara ji karên nederhingêv saz dibe (reviyayî)
          – Navê berkar ji karên derhingêv saz dibe (revandî)
Me ev mijar di pirtûka "kar"de belav kiriye , lê ji ber ku pirrê caran tevhevî3  di navbera "navê berkar"û "karê dema boriya sergihayî"de peyda dibe me ev mijar careke dî dûbare kiriye .
Ji hêla rastnivîsê ve jî her dû mijar ji hev cuda ne  .
– Di nivîsîna karê boriya sergihayî de paşkok "e , ye"bi kar ve tê nivîsîn :
Wek :
– Te name nivîsîye (nivîsiye)
          – Min pirtûk xwendiye
          – Wî mar kuştiye
– Di nivîsîna navê berkar de ew paûkok cuda tê nivîsîn :
    Wek :
– Name nivîsî ye ( hatiye nivîsîn )
– Pirtûk xwendî ye ( hatiye xwendin )
– Mar kuştî ye ( hatiye kuştin)
Paşkokên kesanî yên dîtir jî wisan tên nivîsîn :
 boriya sergihayî            navê berkarî
– Min hûn vexwendine            hûn vexwendî ne
– Min tu jî vexwendiyî            tu jî vexwendî yî
– Wan ez vexwendime             ez vexwendî me
–  . . . . . . . . . . . . . .

(3)- Bi sedema vê tevheviyê gelek nivîskarên me di rastnivîsa van mijaran de şaş dibin  .


[1] - Hevalkar jî, weku hevalnav (rengdêr), jêder û navên jêderî... dikevin bin sîwana
     navan .
[2]-palvedan: (Izafe)–"Navlêkirina Seyda Sadiq Behadînê Amêdî ye ".

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark