Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Heyva Nîsanê, Çarşemba Sor û Reş û Serê Sala Nû

 


Konê Reş

  Ji wê çaxê ve, gelê kurd di meha nîsanê de, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya sala nû kirine û wiha ta roja îro ew pêşwazî bi sala nû di vê heyvê de têne kirin, lê bi tenê kurdên Êzidî ne yên ku wê pêşwaziyê bi aheng dikin. Ji ber ku piraniya kurdan roja îro bûne misilman, êdî nema wek birayên xwe yên ku Êzidî mane, wê sersalê divejînin. Erê ew kurdên ku bûne misilman, bi tenê wê sersalê bi navê (Çarşemba Reş), bibîr tînin..

  Sebaretî gotina Nîsanê, di baweriya min de ev gotin, ji gotina (Nûzan)ê hatiye girtin, anku sala ku xak têde dizê, ji nû şîn dibe, xwe divejîne û tiştek xwe di bin xakê de veşartî nahêle.. Yanî sala nû, anku SERSAL.
Çarşemba Sor û Reş:
  Di heyva nîsanê de, roja ku serê sala nû têde dihat pêşwazî kirin - hêjî kurdên Êzidî pêşwaziya wê dikin û sibe ye anku (15.04.2015)- roja çarşembê bû. Çarşamba pêşî an a duyemîn ji serê heyva nîsanê ye, li gor hesabê rojhilatê. Û ji wê çarşembê re digotin û dibêjin (Çarşemba Sor). Lê, di sala 639an de dema ku  misilmantî hatiye Kurdistanê û gelek ji kurdan bûne misilman, çi bi xweşî û çi darê zorê, wê misilmantiyê ev cejna sersalê a (Çarşemba Sor) qedexe kiriye û da ku vê cejnê li ber çavê xelkên Kurdistanê reş bike, bi mebest, navê wê guhertiye kiriye (Çarşemba Reş).
  Roja îro, di nav kurdên Rojava yên Êzidî de, pêşwaziya sala nû di Çarşemba Sor de bi ahengên kêf û şahiyê tê kirin, belê di nav kurdên misilman de, bi navê Çarşemba Reş tê naskirin û bi çavê tirsê ku rojek qidoş û nebaş tê pêşwazî kirin. Hem jî, kes di vê rojê de naçe karê xwe, bêtir xelkên gundan xwarina xwe bi xwe re dibin seyranan û derdikevin çolê, dervî malan. Di wê rojê de jî, xelk newêrin şer bikin an pev biçinin ji tirsa ku rojek qidoş e.. Belê ev adet jî hin bi hin kêm dibe û li ber mirin û nemayê ye.
Bi vê helkeftinê, hatina Çarşemba Sor ku sibe ye(15.04.2015), ez gelê me yê Êzidî li çar kenarê cîhanê pîroz dikim.


Konê Reş, 14.04.2015  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark