Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Em Doza Ferzkirina Çareya Siyasî li Ser Esed Di Bin Bendê Heftan De Dikin

 


Hevbendiya Niştimanî Sûrî doz li Encumena Ewlehiyê kir ji bo" Derxistina biryarekê di bin bendê haftan de ku rejîma Esed neçar bike û çareyek dadwer ferz bike, gavin rasteqîne tê de hebin ku parastina sivîlan li Sûryayê li gor yasaya navdewletî misoger bike".
Berdevkê fermî Salim El – Mislit got: " Em di hevbendiyê de pêwistiya çareya siyasî mîna rêyekê bo pêkanîna xwestekên şoreşa Sûrî tekez dikin, lê divê ev çare ji kokê de û giştî be, û tawanên Esed rawestîne".

Mislit tekez kir ku rejîma Esed di dirêjahiya çar salan de di binpêkirina hemû peyman û helkeftinên ku bi şoreşgeran re li deverin cuda û bi amadebûna aliyin navdewletî girêdaye berdewam e, wek tiştê ku vê dawiyê li bajarê Humsê qewimî dema ku hêzên Esed bumbeyên hawinê bi ser erebeyên Komîta Navdewletî a Xaça Sor a sivîl didan alî vekirin.
Di heman dema eşkerekirina şanderê navdewletî bo Sûryayê Stîvan Dî Mistora erêkirina rejîma Esed cemidandina şer li Helebê ta şeş heyvan li pêş Encumena Ewlehiyê ragihand, hêzên Esed û bi alîkariya Pasvanên Şoreşgerî ê Iranî û endamên Milişiyên Hizbillah ya tirorist helmetek dijwar bi ser deverin li Gundewarên bajarê Heleba Bakurî de birin, beramberî wê Milişiyên Hizbillh helmetek leşkerî bi piştgiriya Pasvanên Şoreşgerî ê Iranî bi serkirdayetiya Qasim Silêmanî bi ser parêzgeha Der`ayê de dibe. 
Mislit di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir " Ew helmetên leşkerî li dûhev, wateya rasteqîn ji wê erêkirinê re pêşkêş dike, peyva cemidandinê di ferhenga rejîma Esed de dide nasîn, bi awayekê zelal diyar dike ku rejîma Esed nikare mîna hevparekî tu çareyên siyasî pêşkêş bike".
 Jêder: Hevbendî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark