Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þêx Seydayê Hecî Mûsa (1883 – 1963)

 


Konê Reþ

Bi rawestandina herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan Hawar û Ronahî û hatina hikumetên erebî di sûriyê de sala 1946an, ew nivîsandina ku bi zimanê kurdî hebû, qedexe bû. Ne wilo tenê jî, tev nivîsandinên bi zimanê erebî, li dor Kurd û Kurdistanê qedexe bû.. û wiha bi demê re gelek ji pêmayê me nehat nivîsandin û parastin wiha jî beþekî mezin ji dîroka me kurdên Cizîrê a devikî bi kalemêr û pîrejinan re çû gorê. Di encam de gelek ji dîroka me bi koçkirina wan re winda bû..


Wek ku diyare, dîrok kilîta rojên ayinde, An paþerojê ye. Eger em Kurdên Rojava xwedî paþeroj bin, gerek dîroka me hebe, em xwedî dîrok bin û pêwîste em li dîroka xwe bigerin, bidin hev û tomar bikin.. Bêguman, ew Feqe, Mele û Þêxên ku di hicrik û tekiyan de destxetên wek dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Þêx Ehmedê Xanî, dîwana Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî ji bo me parastin û pêre jî zimanê me parastin, ew peþek in ji dîroka me.
Di baweriya min de, roja îro li gor derfetên ku ji me kurdên Rojava re hene, parstina navê wan, parastina ziman û beþekî ji dîroka me ye. Di vê mijarê de, wek a ku berî çend rojan min li dor Mele Îbrahîmê Tilþiîrî belav kir, bi min xweþ e ku îro jî, ez Seydayê Hecî Mûsa bi we bidim naskirin.
Seydayê Hecî Mûsa kî ye?
 Ji þêxên rêçika Neqiþbendî yên naskirî ye, bi koka xwe ji malbata Seyidên Bêcirmanî ye. Ew di sala 1883 an de li Kurdistana bakur çêbûye, li pey xwendina olî di gelek hicrik û dibistanên olperestiyê de xwendiye.. Piþtî ku xwendina xwe bi serketin bi dawî aniye, wek Melakî 12 ilmî li beriya Mêrdînê meletî kiriye û feqe perwerde kirine.. Nexasim li gundê Nicim ku dor 30 feqeyên wî hebûn.
Paþê, bûye yek ji xelîfeyên Þêx Ehmedê Xiznewî û di nav kurdên Serxet û Binxetê de hatiye naskirin. Di pey re, ji ber hin probleman di navbera wî û mala Þêx Ehmedê Xiznewî de, wî bi tena xwe rêçika Neqiþbendî ji gundê Sîha Mivred bi rêve biriye û belav kiriye û wiha gelek murîd û sofiyên wî ji kurd u ereban çêbûne û gotina þêx li navê wî zêde bûye û jêre hatiye gotin Þêx Seydayê Hecî Mûsa.
Ew di 13 sibata 1963 an de li gundê xwe Sîha Mivred, ku 30 Km baþûrî Qamiþlo dikeve, koça dawî kiriye û lê hatiye veþartin.
Þêx Seydayê Hecî Mûsa ji þêxên Kurdan yên Kurdperwer bû. Xwedê wî bi dilovaniya xwe þad bike.

Konê Reþ, Qamiþlo, 10.02.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark