Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bedrî Paþa Bedirxan, waliyê Horan û Colan bû

 


Konê Reþ
 
  Nizanim ji kengî ve ye ku min navê Cizîra Botan, Mîrê Botan û Birca Belak bihîstiye.. Ji biçûkaniyê ve, ev nav di mala me de dihatin gotin, nexasim dema ku me li çîrokên mîrekên Botan guhdarî dikir.   Erê, di wî biçûkaniyê de, bi rêzgirtinek mezin, me li çîrokên mîrê Botan guhdarî dikir.. Me kes ji wan mezintir nedidît û wiha mîrekên Botan û koþka wan Birca Belak di çavê me de mezin man û bi me re mezin bûn. Hisreta naskirina neferekî ji malbata Mîrê Botan û dîtina Birca Belak ji me re xewin û xeyal bûn.


 Ta vê paþiyê, di sala 1989 an de çavên min bi dîtina emîre Rewþen xanim Bedirxan kil bûn.   Erê, dema ku mirov navê Cizîra Botan seh dike, pêre pêre navê Mîrê Botan, Mîr Bedirxan û zarokên wî têne bîra mirov û her wiha Birca Belek, Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor û Bekoyê Ewan.. Çiko hunandinek xurt van navan û kurdewariyê bi hev ve girêdide..
Ez ne bawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Mîr Bedirxanê ku di sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrniþiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.
  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin þert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêþeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewþenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.
Her û her daxwaza wan pêþxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû..
  Ev wêneyê hûn dibînin, yê mîr Bedrî Paþa ye. Kurek ji kurên Mîr Bedirxan bû. Di heyamê îperatoriya Osmanî de, ew waliyê herêma Horan û Colan bû. Bedrî Paþa, bavê Samiya xanim bû, diya Rewþen xanim Bedirxan, anku kalkê wê ye. Ev wêne li mala Rewþen xanim Bedirxan daliqandî bû, min bi kamîreya xwe kiþandiye.
Konê Reþ, Qamiþlo, 15.01.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark