Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bedreddînê Dîbo (Bedreddîn Mustafa) 1890 – 1984

 


Konê Reş

Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneye me bi koçkirina wî re tê şewitandin. Berî dor 40 salî, dema ku mirov di sikak û kolanên Qamişlo re dimeşiya pêrgî gelek zilamên bi kum û kolos, ji Omerî, Hevêrkî, Xerzî, Bişêrî, Bûbilanî.. dihat.

 
 Bedreddîn Dîbo yek ji wan bû. Ev wêne, di salên wî yên dawî de hatiye girtin. Bedreddîn Dîbo an Bedreddîn Mustefa, mezinekî malbata Dîbo bû. Malbata Dîbo berekî serekene ji eşîr koçerên Elika, yên herêma Xerzan.


Li gor ku Bedreddîn Dîbo ji seydayê Cegerxwîn re gotiye û wî jî di pirtûka xwe a bi navê (Folklora Kurdî) de, aniye ziman, wiha dibêje: ( ...Elika, şeş (6) bavikin. 32 gundên wan hene û nêzîkî 900 malên wan hene. Nêzîkî 5000 mêrên wan derdikevin; Qatîxoka, Cindika, Axika, Mala Sîno, Mala Remo, Mala Dîbo.
Çawa ko di Bişêriyê de çar bavik hene; Sînka, 6 gundên wan hene, mala Nêsir, 6 gundên wan hene, Receba 6 gundên wan hene, Reşkotan 100 gundên wan hene.. Ev jimara han, ji devê Bedreddîn, yek ji mezinê mala Dîbo hatiye guheztin..) Cegerxwîn
Di serhildana şêx Seîd efendî de mala Dîbo jî beşdarî kirin û li rex Şêx Seîd, Almedîna di herêma xwe de vegiritin.. Lê paşê, Kemalîstan beşek ji wan jî wek welatparêzên kurdan yên din, sirgûnî Anadolê kirin.. Di nav wan de, du apên Bedreddîn Dîbo; Silêmanê Mistê, yê ku stranek li ser hatiye gotin û Xelîlê Simê, yê ku di fermana Ermeniyan de, gelek Ermenî û Siryanî parastin û nehişt bêne kuştin... Vê paşiyê ji Anadolê reviyan, hatin welat û dawî ji neçarî, di gel gelek neferên ji malbata Dîbo hatin Binxetê, xwe avêtin tor bextê hikumeta Fransî ya ku wê hingê di Sûriyê de desthilat bû..
Li Binxetê, xwe li Hecî Esed, axayê gundê cumayê girtin û wiha bûn ji akinciyên gundê cumayê ta roja îro.
Hêjaye gotinê ku, Xelîlê Simê li Binxetê bi nexweşiya zirav dikeve, ji bo rehetkirina wî, Ermeniyên Qamişlo wî dibin Beyrûtê ji bo dermankirinê, lê mixabin li wir diçe ber dilovaniya Xwedê, û Ermeniyên Beyrûtê, wî di goristana xwe de a li Burc Hemûd vedişêrin.. Erê, ev wêneyê Bedreddînê Dîbo ye, bavê siyasetmedarê kurd Salah Badardin e.

Konê Reş, Qamişlo, 12.01.015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark