Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Careke din Kobanê!

 


Konê Reþ

Kobanê! (Va hatin pêþmergên me..)
Va hêzên tarî bi paþ de vedigerin
Kurdistanî ji serok Barzanî re li çepan didin û dilîlînin
Sînor xwe ji ber rêkxistinên me dide alî..
Bi tenê rizgarîkirina te armanca me ye..


Kobanê! 
Sibe ku ez berê xwe bidim oxirê 
Ez ê te bi xwe re di gelek balfirgehan re derbas bikim,
Te ji ber çavê çeteyan veþêrim, 
Bitirsim, te ji min bidizin..!
Tu jî çak, xwe di nav damarên dilê min de veþêre..
Dil mezin e û cih fireh e.
Kobanê! Ez xweþ serwextî dîroka te me;
Gelek kerwan di rêkên te re derbas bûne.. 
Lê her Deþta Sirûcê û Çiyayê Qerjdaxê 
wek xwe kurd mane..

Konê Reþ, Qamiþlo, 29.11.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark