|
|
|
|
|
|
|
Žahoz Haco Kelecanek awirvedanek oxirek bilez. Li ser sînorên tixûbekî kevnar. Li ser xaka dežteke berferih Li oda mêrxasekî kurd Li cem mîr ê Beraziyan
Di bin çar sitûnên odê de Yek beryar hebû Yek bawerî Yek hêvî Xoybûn Li wê dežtê, du mêrxasan Bihevre… Sûndek xwarin û sozek dan Yek Mustafa Beg Yên din apê Osman Bihevre… Yek peyman Yek doz Xoybûn Mîr ê Beraziyan Bi mîr ê Botan re, di bin sîwana welat de Al hildan xoybûn Mîr ê Hawar û Ronahî Mîr ê dengvedana peyvan Mîr ê ku bi pênûsa xwe hûnandin tîpên Kurdan Mîr Celadet Bedirxan Soza xweyîbûnê da ye Xoybûn Li her çargožeyan Yek mûme Yek ronî Yek žewq Veda ye xoybûn Nanê devê hejara ye Kopalê destê kala ye Xak û nižtiman e Rondikên cavên dayika ye Xoybûn Li dežta Beraziyan Li oda mîr beryarek hebû Bilûra azadiyê serûd dixwendin Xoybûn Dengê tifinga Ihsan Nûrî gihižt wan Apo û Mustafa Dîlana çiyê bi hevre girtin Dîlana hêviyan bi hevre nû kirin Dîlana Agirî Gež kirin Xoybûn Dîlana Agirî ji dežta Berazan Heta serê kaniya Xelîl ê Ibrahîm Paža Vegirtibû Xoybûn Sema û govend dikirin Çek û rextên xwe girêdidan Xelîl bi tifinga xwe bawer bû Xoybûn Qedrî Cemîl Paža Dikir gazî Bang dikir mekin girî Xwîn diherika li Agirî Xwîn diherika li Kurdistan Xoybûn Li Tirbespiyê Haco û mîrê Botan Çûn çiyayên Bagokê Qeraqolên dijminan kirin dûman Hawar dikirin li kurdan Tevda rabin wek biran Wa dîsa li me žer e Wa dîsa li me bû ferman Xoybûn Resûl Axa bi Haco re hevpeyman bû Bagok û Cizîra botan li hev civiya bû Hawara, banga û gazîya Ji bo kurdana Xoybûn Sala 1930 î Ji dežta Berazan Ta Bagokê Ji Botan ta Kobanê Ji Serê kaniyê ta Agirî Digotin Rabin bi hevre weke biran Rabin weke žêran Belê wan wisa digot Xoybûn Wan mêrxasan kulên xwe palandin Û bê deng man Li benda keskesorê dîl man Xwenên xwe bi xwe re birin gorê Xoybûn Demek dihat û demek diçû Li mêrxasan zîvirî felek Li wan geriya dem dewran Kêlên goran Xemgîn dibûn Xoybûn Latên zinaran Žahidin ji dengê bilûrê re Bilûra deng melûl Bilûra azadiyê Xoybûn Lawên dêlegura biserketin Neviyên Holako û Cengîzxan Birca belek hêrivandin Li žûna žêran dîsa roviyan kire gêre Xoybûn Lê wa ye dîsa Gelê Kurdê pehlewan Xortên çeleng û hinerbaz Dengê bilûrê gež dikin Wa ye dîsa dežta kevnar di qîre Xoybûn Hawaran dîsa nû dike Gazî dike gora apê Osman Gazî dike ala Îhsan Gazî dike žûnewaran Xoybûn Wa ye dîsa žorež li dare Xwenên mîr ji nû ve zîl didin Stêrkên xweyîbûnê ji nû ve reng didin Di çirisin dibin minare Xoybûn Tîrêjên stêrkan di dilê xotan de ronî dibe Dežta Beraziyan li mîrê xwe vedigere Cîhan dibêje, ev xaka han bi biyaniyan ava nabe Xoybûn Wa ye dîsa xort devê tifingan gerim dikin Wa ye dîsa žalûl li ser kêlên nemiran dixwînin Wa ye dîsa cîhan mêrxasan nas dike Xoybûn Biharek nû Newrozek nû Wa ye dîsa bûka me bi xemla kerasê xwe Ža dibe Bejna xwe dîsa bilind dike Keziyên xwe že dike Pir ciwan e pir kobar e Xoybûn
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene |
|
| |
|
|
|
|