Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: KOBANÊ QILÇXA ZENGELOLKÊ YE

 


Idrîs Hiso

Heger mirov li nexşa dewleta ku tê zanîn bi dewleta Islamê(DAIŞ) binêre, û li nexşa herêma Kobnê jî binere , wê nasbike çima girêza wan li ser Kobanê diherike , her wisa bi hesanî wê bîner nasbike ku Kobanê bûye qilçixê gewriya dijminan.
Kobanê yek ji sê girîngtrîn bajarên kurdî ne li Rojavayê kurdistanê paşî Qamişlo û Efrîn , û dibe dirêjeya deşt û bajarê Sirocê û dergehekî istratîcî ye li ser sînorê Bakurê Kurdistan û Tirkya.


Dijminên mirovatî û jiyanê bi wan ne xweşbû ku Rojavayê Kurdistan û bitaybet bajarê Kobanê bibe herêmek aram , awareyan bihewîne û bibe simbola pêkve jiyanê … loma em dibînin ew pişgirya hêzên reş û tarî dikin da ku îradeya kurdan têkbibin.
Heger em guhê xwe bidênê , roja ku Tirkan û dewleta wan pêşwazî li dîlên xwe yên ku azad hatin berdan ji def DAIŞ ve ?! di eynî demê de êrîşên hovane bi ser Kobanê de hatin !
Pilanekî eşkereye ku dewleta Tirk tu carî naxwaze kurd bibin hêzek sereke di herêm û rojhilata navîn de .. û tiştê alîkarya dewleta tirk dike rewşa xerab ya mala kurdî ye , ku ne li ser yek istratîcî û helwêstê ye .
Em temaşekin , hawîr dor kurdan pilanên wan wek yek milet û helwest heye û jibo armanc û berjewendyên miletên xwe yek artêş , al , ziman , û helwestin , lê mixabin bi tenê kurd pir al , pir layinê siyasî , pir ElfeBêt û ne xwedî yek pilan û istratîcîne bo armancên xwe . û artêşa me hîn dibin navê filan partî û wêneya filan serokî de şer û xebatên xwe dike , ne di bin navê welatekî de xebatên xwe dide meşandin.
Nimûna Şengal doh û Kobanê îro li ber çavaye ,  tiştên li wir qewimîn û şer û pevçûnên kurdan xwe bixwe li ser ragihandinê ..ziyanek gihand kurdan bêtir ji şerê DAIŞ yê hovane .
Ez bawerim ku Şengal û Kobanê têrî wê yekê dikin ku kurd li xwe vegerin û van pirsan ji xwe bikin , aya em bikude dirin , û çi alav û çekên me hene div ê qonaxê de , qonaxa guhertinên dîrokî de ku li rojhilata navîn dibin . ji kurdan tê xwestin kêmaniyên xwe nexin hustê kesî , û bes bêjin _ ma dijminan nehiştin em bigên mafên xwe û welatê me perçekirin?-….û ji van gotinan yên ku tu nanî nadin hemwelatiyê kurd rêzgar bibin .. divê ev gotin ji ferhenga kurdan hilên , ya baş ewe ku em vê pirsê ji xwe bikin- em Karin çibikin jibo em mafên xwe bidestbixin?
Heger em karibin wek milet , ne wek hêzên ne li ser yek gotin û helwêstê xebata xwe bikin di vê qonaxê de emê karibin bibn qilçixê gewriya dijminan , ew qilçixê ziîf û bê hêz , lê tu kes nikare bi bombe û topbarandinê wî werîne der , tenê bi bihna fire û bi firek av belkî were der.
Kobanê qilçixê zengelolka Tirka ye ,  bi hêzin reş û tarî ronahiya wê namire , û heger tirk bixwazin qilçxê gewriya xwe bi zora tang û topan bînin der wê gewriya xwe birînek mezin lê çêkin .
21-9-2014 Berdereş 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark