Endamên Komîta Amadekar yên Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 19emîn li sûriyê, civatên xwe yên amadekariyê berdewam dikin, ku îro roja Înê 24/10/2014z civata wan li Qamiþlo li dar ket .
Di civata ku piraniya endamên komîta amadekar tê amade bûn , dem û cihê lidarxistina mehrecanê û þêweyê wergirtin û helbijartina helbestan hatin destnîþan kirin, herweha rewþa darayî û xelata mehrecanê û dabeþkirina kar li ser endaman , û weha biryar hatin dan:
Mehrecan wê roja înê 7/11/2014z li Qamiþlo lidar keve û wê tenê rojekê dom bike ku wê ji demjimêr 10ê beyanî destpê bike ta demjimêr 3 piþtî nîvro…
Komîtek hate destnîþankirin ji bo wergirtina helbestan ji helbestvanên dixwazin beþdariyê biklin:
- Brahîm Mele Qasin ( bajarê Dêrikê û Girkê legê).
- Miþ´el Osman (Hesekê) .
- Ebdulsemed Mehmûd û Dildarê Aþtî û Mihemed Þêxo (Qamiþlo û deverên dîtir)