Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurdino!

 


Ezîz Xemcivîn

Ji bo xwîna Pakrewanên Kurdistanê xêrxwaz bin...
Ji bo xwîna Silêman Adê, Osman Dadalî, Ehmed Bavê Cûdî, Miþel Temo û bi sedan xortên Têkoþer ko li Seranserî Rojavayê Kurdistanê hatine Kuþtin... 
Dixwazim bala hemû Kurdan bikêþînim ser xaleke pir giring (hemû Partî),
Ew kesên ko li Welat Basî bûn, kurtêlxur bûn, Nokerên (E`mîl) Esedê Mezin û Beþar bûn, îro Roj li ser hesabê xwîna Þervanên Kurdan xwe wek Welatparêz didin xuyakirin... 
Hevalên PYD û Partiyên din ji evan kesan re hiþyar bin...
Ew nakokiyên di navbera we de gûr dikin...
Ew ne kesine xêrxwaz in...


Ne ji bo reþika çavên Kurdan û kêþeya Kurdî bi we re ne...
Kurdên Qamiþlo, Tirbesipiyê, Çil Axa, Girkê Legê, Hesekê, Dribêsiyê, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Kobanî, Efrîn(bi hebû bajarok û Gundê xwe) Kurdên Þamê û Helebê hiþyarî ewan Noker û Basiyan bin, ewên ko di dema yên wek (Bavê Cûdî û Dadalî û Miþel Temo û Þêx Maþûq û têkoþerên wek (Zeki Heci,Dara Tîrêj, Þerîf û Masûm, Mistefa Oso, Bavê Serbest û Welîd Abdulqadir ...h.d) û bi sedan di bin êþkenceya (Muxaberatên Sûrî) de bûn,
di heman çax de ew Xêrnexwaz sîxurên Rêjîmê bûn, û hin kes ji wan nuha derdikevin ser Tilivizyonan û hin jî bûne Nivîskar Noker û Emîlê mala Esed bûn an yên Muxaberatên wan bûn.. 
Heman Ew kes îro roj dev ji kirêtiya xwe bernedane û dîsa jî Kurdan bera hevûdu didin.. 
Kurdino cudahî di navbera we de nîn e, eger Partî pir in, tiþtekî xwezayî ye ko heft reng Keskesorekê çê dikin, bila em ne tenê rengek bin... 
Bila em rengîn bin, lê bila ew reng hemû di rajeya(xizmet) rengê Spî de bin, bila ala aþtiyê di destê me de be... 
Bila gotina me li himber dijminan yek gotin be...
Bila xwîna Pakrewanan çarçoveya Yekîtiya me be...
Kurdperwerino, 
Ev Xêrnexwazên ko li ser Tilivizyonan derdikevin, yan li ser xakê tevliheviyan dikin, yên ko berê Basî bûn, hin Mît bûn, dixwazin xwe li ser hesabê xwîna qehremanên Kurd (Pêþmerge û YPG û Girîla) bikin Kurdperwer, lê gava em yek bin ew tu caran nagihên armancên xwe...
Gelekan ji wan nas dikim, dikarim navên wan jî binivîsînim û belav bikim, tekez hûn jî gelekan nas dikin... Ko Kurdistan bi çend Qirûþan difiroþtin, îro roj li Ewropa xwe dikin Kurd û Kurdan li dijî hev radikin...
.........................................................................................................................
Bi hêvî me civîna li Hewlêrê encamekê bide.
Bi hêvî me serdana birêz Salih Mislim û þanedeyên her du Encûmenan ji bo Miletê Kurd bi encam be û Partiyên me di asta berpirsiyariya dîrokî de bin...
Bijî liberxwedana Kurdan li Þingal û Kobanî...
Þehîdên me rêz û rûmeta me ne...
Têk biçin ew xwefiroþên ko dixewazin Partiyên Kurd li dijî hev þer bikin...
Bijî ew xwîna pîroz ko ji bo xaka Kurdistanê dirije û dara Azadiyê av dide...
12.10.2014
Ezîz Xemcivîn

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.25
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark