Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Payîzê! (1)

 



Konê Reþ
 
Ezbenî! Va careke din payîz bi xezeba xwe li me vegeriya..
Deþta Sirûcê, di nav toz û ecacoka xwe de winda kir..
Bi hezaran welatî, mîna tûmên kelemperê,
li ber bayê wê xindirîn û berê xwe dane zozana..

Xelkên Kobanî bi tev êlên Berazan ve, mina darên çinarê,
Hatin hejandin û þaxên gelek daran hatin þikandin,
 Lê ew darên çinarê razî nebûn warê xwe (Deþta Sirûcê),
 Bi çiyayê Qerejdaxê û zozanê Þerefdînê ve biguherînin..
Ma tu nizane Payîzê ku berxwedan jiyan e..!
Welato, Êdî bese! (2)
Welato! Êdî bese, bes pirsa evînê û helbestên evînê
ji min bike…!
çax û demên min nînin ji dilgirtin girnijandin û hevdîtinê re…
li min bibore; Êdi nema strana (Keçka Simoqî û Bavê Seyro)
giyanê min dihejîn in
êdî nema xewin û xeyal karin bi dil û dil bijenîn in
Dil perçe_perçe bûye; Perçak li Þengalê ye
Fermana 74an bi serî de hatiye
perçak li Kobanê ye, xwîn jê diherike
perçak li Qamiþlo ye, jar û rebene dirikrike..
Welato !
Me got û ne got
me got: Hawar e Hawar;
yê ku nikaribe darekê biçîne
þitlekê ne qurquçîne …
yê ku nikaribe avanîyekê avabike
koxekê wêran neke…

Konê Reþ, Qamiþlo, 26.09.2014
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark