Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ezbenî! Were Em Demê Pîne Bikim

 


Konê Reþ
 
Ezbenî!
Ez dikarim li heyam gudarî bikim;
Bê çawa bi ser navê me ve vedibe,
Bê derd, kul û xem dibihure..!
Çiyako li me ne fitile!
Em wek þikêrên keviran e
Di quntarê te de.


Ezbenî!
Min bîr ne dibir ku,  
Çiyayê Þengalê, Beriya Mêrdînê, deþta Sinceqê
Deþta Sirûcê û çiyayê Kurmênc
Di hewþa mala min de radizên..
Þengal, Qamiþlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî..
Her êvar mêvanên min bin..
Erê Ezbenî min bîr ne dibir ku,
Darên Beriwê ji ser çiyayên min birevin  û
Darên Çinarê, ewên kevnare bidin pey wan..
Ezbenî!
Em bi hêviya heyamekî nû ne;
Heyamekî, ku em porê serê wî
Bi çîrok û çîvanokên kevin û nû
Þeh bikin û bihûnin..
Êlekê wî ji êþ û hisretan daweþînin..
Erê pêwistiya me bi heyamekê nû heye
Heyamekî ku ji tirsê ne tirse û
Bi cegerdarî karibe;
Di ser agirê gur re biqevêze û bibeze..
Erê ezbenî, em bihêvîne ku careke din
Kaniyên çemê Xabûr der bibin, vebin û
Av di best, cog û newalên welatê min de biherike..
 
Konê Reþ, Qamiþlo, 20.09.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark