Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rûpelek ji dîrokê

 


Keko Osman

Di serdana dostekî Kurdperwer û rîsipî de li bajarê Batmanê  li Turkyê  ku em penaberin weha got : Apo Osman Sebrî ji min re mukur hat :
Di bin fişarên dewleta Tirko de , dewleta Ferensayê ku dagirker bû li Sûrî pejirand ku Kunsulê Turkyê yê li bajarê Helebê  Kurdên çalakvan û berçav  bixwazê kunsulxanê û wan bide ber gefan ji alîkî ve û ji alîkî din ve hinan bike destek  ji xwe re .


Bê gûman piştî gengeşiyek têrkirî , pirtirîn ji Began , Axan û berxwedêrên Kurdan li bajarê Qamişlo hevdîtina Kunsulê Tirko erê kirin û berê xwe dane Helebê , di heman demê de agahî gihiştibû Apo Osman Sebrî û Mîr Celadet Bdirxan jî  bo heman mijarê , ku nişteciyê bajarê Şamê bûn . Dema ev herdiwên dawî yên binav kirî lihev nekirin di serdana Kunsulxanê de , nemir Celadet Bedirxan bê çare ma ku bi tena xwe berî ji Şamê bide Helebê dema Apo Osman Sebrî bi tundî pêşniyar rexne kir .
Bi gihiştina Mîr Celadet Bedirxan re , şandeka serkirdên Kurd ên bajarê Qamişlo hevdîtina xwe bi dawî anîbûn û birê diketin .
Mîr Celadet Bedirxan bi tena serê xwe hevdîtin kir . Dema kunsulê Tirk  ew  dît wek kesek hemdemî û balkêşe xwest wî binase û piştrast bibe gelo ev kurde !! Mîr Celadet  weha bersiv da : ( Dema min li Elmanyayê dixwend , rojekê profesorê min ez vexwendî simînarekê kirim û dema çûnê nîşan kir , ezjî bi dilgermî li hêvya bûyerê me .
Roj derbas dibin û bê gûman ji sincên min î rewa ye ku ez li sozên xwe xwedî derkevim û cîbicî bînim , vêca di dema nîşankirî de min teq teq li deryê profesorê xwe da min dît ku ew û hevjîna xwe amade ne , di heman demê de hevjîna profesor li katjimêrê temaşe kir dît ku ez li soza xwe xwedî derketi me û eve li cem wan pir giring e , wê ciwanikê destê xwe bi min vekir û weha got : tu dibêjî qey tu Elmaniyi bi sozên xwe , lê yekser min got ku ez Kurdim û soza min Kurdiye û welatê minjî Kurdistane . Ev bersiva Mîr Celadet Bedirxan bû bo xwe bide nasîn ji kunsulê Turkyê re ) .
Bi vî rengî hevdîtin qediya . Apo Osman Sebrî dema vê bersivdan ji devê M.C.Bedirxan dibhîze dibêje : Eger mi zanîba wê ev bersiva we ba min yek nedkir dido û wê lingê min liser linge teba lê mixabin … Bê gûman ev jî rûpelek ji dîroka Bedirxaniyan yan dewlemend .
Keko3.57@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark