Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bangeke kurt bo rewşenbîrên Kurd li teviya cîhanê

 


Can Kurd

Îro roja rûmetê ye. Îro roja yekbûna neteweya me ya bi sedan sal hatiye binzor kirin. Îro gelê me li ser pêyan rawestiye û bi dengekî bilind li ser serhed û sînorên jêriya Kurdistanê axazên xwe tîne zimên û xudan li mafê xwe yê di azadî, aştî, yekbûna xaka xwe ya neteweyî û serxwebûnê de derdikeve.    
Di dîrokê de ti caran gelê Kurd wilo hişyar nebû ye, eve jî li ser milên pêşmêrên şehîd, rêberên pêşkeftî, têkoşer û pêşmergeyan, siyasetmend û mamhostayên mezin, di çerxeke cîhanî ya nûjen de, pêk hatiye,


lê naye ji bîrkirin, ku di vê hişyariyê de rewşenbîrên Kurd sireke mezin lîstine, ji dema hostayê pêşeng Ehmedê Xanî ve û ta ciwantirîn hozanvanê roja me, rojnamevanê dema me û mamostaynê dibistanên, ku ziman û çand û dîroka Kurdî didin fêrkirin, da ev netewe neyê pişaftin û windakirin. Rewşenbîr ne kêmtir û ne hindiktir xebitîne, ji şervanên bi çek, ji girtiyên zîndanan, ji hunermendên berhemdar, ji xebatkarên partî û desteyên civakî, da ramana azadî û serxwebûnê di nêv gelê me de her wekî alava agirekî bilind ê Newrozê neyê vemirtin.
 Di vê navê de, ku serokê başûrê Kurdistanê, niha gihîşt parlamena herêmê, da  axaza pejirandina destpêkirina ravekirinê jê bike, ka gelê Kurd serxwebûna xwe divê an ne, sira rewşenbîrên me, leheng û têkoşerên pênûs û ziman, pir giring e, piştvaniya wan ji vê gavê re  pêwîste.
Lew re, ez bang li hemiyan dikim, li Kurdistanê û li teviya cîhanê, ku cîhê xwe yê taybet û pêşeng di sengerê vê gava mezin a siyaseta serok Barzanî de bigirin, wekî pêşmergeyan û bi milyonan Kurd, ên ku ji bo bidestxistina serxwebûnê amadene canên xwe bikin gorî.
Ji rewşenbîrên Kurd tê xwestin, ku dengê xwe bilindtir bikin, piştgîriya va gava pîroz di rêya têkoşîna gelê xwe de bînin zimên, yek û yek û bi komelî, li gel hev û di nêv deste û komikên xwe de bikin, da peyva rewşenbîran wekî nameyekê ji gelê Kurd re, ji neyarên gelê Kurd re û ji cîhanê re belav bibe û dilên pêşmergeyan, ji wan jî pêşmergeyê mezin, Kak Masûd Barzanî, geştir û xortir bike
       
Silavek ji dil
Cankurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark