Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kevintirīn Gel

 


Mislim Žêx Hesen

Bê guman dîroka gelê kurd li Rojhilata navîn zor kevn e û Kurd jî kevintirînin gelên  wî çîgehîn e, beždarî pir žer û cengên ku li devera wan qewimîn û yên bi ser wande hatin, lê bi mêranî û dilêrî brevanî ji xwek nîgariya xwe re kirin, çimkî ku kuletî û nizmkirin nikaribûn bipejirandana, û ev jî li ser ziman û nivîsandinên kesên ku xwestin devera kurdî dagîrker û leyadin bikirana  hate xuyakirin,  wek serdarê Ležgerê Îskender Elmeqdonî û hin kes in dîtir,


 herwiha KIŽWAR û ÎMPERTORÎ jî  li ser neqža Kurdistanê damezrandin û bi žêweyekî  žaristanî  rêvebirî  ji wan Kižwarên  kurdî re kir in, lê mixabin  Kižwarên kurdî temenê wan kurt bû, ji ber ku hemsiyên(çîranin) kurdan rêkberiyak mezin  bi wan rêvebiryan re kirin û nikaribûn roleke erênî bi hawerdorê xwe re bi kirana, helbet  hin sedemên dîtir jî hebûn,  bi serda xwezaya Kurdistan zor xweže bû bi hemû tižtên xwe ser ax û bin ax,ew bi xwe jî bû sedemeke serke ku gelek žer û ceng li ser zemîna Kurdistan qewimîn û Kurd bi axa û gelê wê va hat parvekirin li gor gelek peyman û rêkeftin siyasî yên navnetewî û berjewendiya hin welatan,vêça yekem car di sala 1639 an li gor peymana Qesira Žîrin dinavbera Osmalî û Sefawiyan de pižtî žerekî dirêj xaka Kurdistanê hat parçekirin û bi herdu Imperetoriyan ve hate girêdan û ya duyemîn di destpêka sedsaliya bîstan de pižtî li hevkirina di navbera Ferensa û Îngilîz de di rêya peymana Saykis û Bîko welatê kurdan car dî bi xak û gelê xwe ve hate girêdan bi çar welatan va (Tirkiya - Êran – Îraq – Sûriya ).
Lê mixabin hemû welatên ku xak û gelê kurd bi wan ve hatî girêdan bi her hawî hawel dan ku gelê kurd ji holê rakin an dinav netewê wî welatî de windakin,tevlî ku gelê kurd ew rewža heyî li ser xwe pejirand û bi awakî erênî danûstandin bi pêkhatiyên Sûriyê  kir û hemû erkên xweyên  nižtimanî kirin,herwiha gelê kurd di destpêka damezrandina dewleta Sûriyê de bê dudilî bervanî  jê re kir û bi hêz û cûž beždarî žoreža li dijî dagîkerê Ferensiyan bi seroketiya Yûsif Elezim dameznerê Ležgerê Sûriyê û Îbrahîm Hinano, Ehemd Baravî yê ku ala Sûriyê li ser avahiya Perlemana Sûriyê hilda, di virde mirov karê bêje ku gelê kurd tu kêmasî di sutûbariyên  xweyên nižtimanî de nekirin û ne di warên dîtir de, vêça li hember tižtên baž û rind kurd ji hemû mafan bê parkirin, ji bilî ku pelxandina û cespandina mafên kurdan bi nejadperestî û kirêt,û nikaribûm
doza kurdî ya dadmend bipejirandina,wê lomê jê bi sedan piroje û pîlan nejadperest bikar anîn li dijî gelê kurd .
Lê wek ku gelê kurd di destpêka damezrandina Sûriyê hemî erkên xwe kirin, herwiha li vê dûawiyê jî di roja sisiyan de tevlî Žoreža Sûriyê ya bi rûmetê bû û linik pêkhatiyên dîtir di Kolanên bajarên Sûriyê de xwepêžndan li darxistin li dijî rêjîma totalîter û xwînrêj  ji bo ku Sûriyê rêzgarkin ji bin destên Malbata Elesd ya ku bîtirî cel sale destlatiya Sûriyê re  bi awakî ne Demoqirasî  û  ne di riya helbijartinê re dike, ku sûriyê  bibe  welatekî  Ferepartitî, Demoqirasî,Perlemanî ne navendî, û têde mafê gelê kurd yê rewa û dadmend parastî be .
* Endamê komîta siyasî ya Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEkÎTÎ ).

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark