|
|
|
|
|
|
|
Mizgîn Hesko
Welatê min Morîka yekem Ji ristika evînê Seyrtirîn niqte pirs Li ser gerdena jînê Û tîpên min î ne tebitî Ji rista derbirînê Û hîn nikarim… Ji bê dawiya êşê re Ji tûjbûna qeraxên kêr re Û ji bê bextiya vê demê re Welat… Sirûdeke nuh Derbibrînim Bi tenê Di kûrahiya giyan de Bîrewerî… Bi rengekî herikbar Li tîpên dest û pê girêdayî Ax…dilikumim ez. Û çendîn …bê çare ne Xêzên ku di paş pencereyên bendemanê de Newrozeke nuh Keskîn Gulgulîn Û bişirîn Bi hêviya Kawayê hemdemî Xwe li bejna şemalokan Bêrîkirinê vêdixin. Û henaseyên min Hîn…. Li dergehên asê Diterpilim ez Û welatek… Ku hîn Ji ber ne lihevkirina rexên xwe Bi barek jan Ducanî dibe Û nûbarê Di zikê avdarê de Miçiqî Xwe Bi xwe Ji ber xwe dibe Û welatek … Ku hîn Di demsalên kulîlkan de Li ser destê neviyên xwe Buhar…. Gorî dibe Û welatek… Ku hîn Di dema çîvçîva aliyan de Xweştirîn hêlîn Di hisret û şewatan de Ax….bi dawî dibe Û welatek… Ax…welatê min Ay dijwartirî birîn Li ser devê birînê. Û welatek Ku hîn… Ji kesad bazarên xameyên xanî Ta bi kesad bazarên Nivîsên min Ne tîpan dibîne Ne wan dinase Û ne wan dixwîne Û hîn jî … Sêwî û belengaz Di hikmeta Xwedê de Ax…çendîn Bê xwedî û xwedan im ez. Û welatekî bê çav Û çavên min î kor Ku…bi dorbîna zemînên mişext Xwe… Berevajî refê xwe Û çengo kirîne Baskên min Li benda werzê firînê Bi hêviya berbangeke nuh Baskên havî Baskên tije şikestin û giryan Nivîsîn.. Postnameyan Diferidînim ez. Xemsar in Ax…şendîn xemsar in Neviyên te Ku îro berbi sînoran ve Kehnîkovan diherikin Û weha diherikîm ez. Bê çare ne Ax…çendîn bê çare ne Pênûsên me Ku îro ji merkebdankên xwe Veqetiya ne. Û şêt in şêt Stêrên … Stêrên …ku di rêka kadizê de Vemirî Li hev diterpilin Û li bilindgoya xwe Diterpilim ez. Li tîpên xwe Yên dest û pê girêdayî Dilikumim Tije kovan Û sawîr im Bê bersivim ez Bê bersivim ez. Û ho Xaniyê min Ji babelîskên êşa te Û ta bi êşên vê serdemê Hîn… Li tîpên xwe Yên çav girêdaî dilukmim Di pêlên bê dengiyê de Hoşiyar… Pênûs..di oqyanosên mirovaniyê de Sernişîvî Nervîna pirtûkên anfalkirî dibe Û di şewatan de Di sawîrên şevan de Nêzîkî sipêdeyên rastiyê Hîn…dilerizim ez. Bi helata rojê re Û vemirîna Welatekî Piyala destpêka janê Êşê dinoşim Bi jana welatekî Ku ji xwe û ji neviyên xwe Xeyidî Firşik dibim.. Û li tîpên xwe Yên basik girêdayî Diterpilim Tije kovan û sawîr im Bê bersivim ez Bê bersivim ez. Avrêl 2014…………………Mizgîn Hesko
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|