Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Malwêranî

 


Lewend Dalînî

Ji roja ku penaberîya wî dest pê kiribû, ew û kufletê xwe ên hûr û çûbûn bi rêncberî karekî bekçîtî yê li paîtextê Sûrî yê kribûn,  bi kotekî aborîya xwe û zarokên xwe pêktanî; ne gelekî jê razî bû? û timî di ber xwe de di got: tifû li vê jiyana bi kotekî bê!? Çilo mirov di welatekî de bijî û nikaribê jiyaneke kesayetî bikê!? Dev ji rêcimê jî berd e; tanî bi xuda jî nema alîkarîy ê bi mere dikê? ma ku xwedê baran û berf li herêma me bi baranda; û li gundê xwe me dexl bi çanda; emê çima di vî bajarî ve derketa û biba rêncberê xelkê.


Sal bi sal Xelîlo jiyana xwe bi vî rengê xizanî û zehmetkêşî di bûrand, tanî xortên wî mezinbûn û dest bi kar û alîkarîyê bi bavê xwe re kirin.
Di heman dema ku zarok mezin bûn û gihan piştgirîya bav û malê bikin û keda xwe bînin li ber destên wî deynin? Şoreşa Sûrî dest pê kir!? Xelîlo hingî kû zor û zehmetî dîtibûn, ew rêjîm di dîte weke berpirsîyarekî sereke di hemû zehmetî û xizanîya ku li jiyana wî û kufletê wî pêk hatibû!? hema ji destpêka șoreşa Sûrî de her heftî ew û xortên xwe beșdarî meșa û xwepêșandanên bi aștî dijî rêjîmê dibûn û roj bi roj ew meş zêde dibûn ne tenê li wî cihî lê li seranserê Sûrî bi temamî.
Ji ber kû ew taxa ku Xelîlo lê dima; hinekî dûrî paîtext ê bû; hin bi hin rê û deryanek rêjîmê di girtin, av, telefûn û elektrîk li ser malên wan qut dikirin? Ji bona wilo roj bi roj alozîyên wan zêde dibûn û zehmetîyên abûrî di hemberî wî û derdora wî, xwe bi xurtî didan pêş weke zêdebûna beşdarî ya wî û zarokên wî di wê şoreşê de.
Li ser dengê gurme gurma derî û derdora xanî yê xwe di derengîya şevê de; ji xew bi tirs rabû û kuflet tev de jî pêre ew jî şiyar bûn û li rabûna wan dîtin ku leşkerê rêjîmê ên bi formê xwe yî reş û rû nixumandî, dora mala wan kirine xelek û hina ji wan di ser dîwaran re xwe berdane hundirê hewşê û şeqênî ji sîlah û çekên xwe anîn û bi qundaxên kereşkofan derî şikandin û bê destûr derbasî hundir dibûn û xort yeko yeko ji nav livînan anîbûn der?! destên wan li pişt wan kelemçe kirin, çavên wan girêdan, û avêtin paşîya cêbeke leşkerî û li bayê bezê rîya xwe di nav sikakên wî bajarokî vekirin û ji ber çavan di kêlîyekî de windabûn.
Bi bin çavkirina xortên wan bi vî rengê hovane û di vî wextê ne dirust ji şevê; Şoreşek di hundirê wê malê de hate pêxistin û kînek mezin di cerg û hinavên kufletê malê ên ji ber talanê mayî,  gurr dibû,  û peyaleke şehrê di xurînîya wê sibehê de hate vexwarin?!.
Dilê dayîk û bav weke tu deynê li ser sêleke sor di şewitîn û di hinavên xwe de ew dihatin sohtin û guvaştin. Rojên wan bi girî, şînî û zehmetî derbasdibûn; nemaze ku rewşa welat a abûrî derbas dibû qûnaxên zor û zehmet? Û tevlî ku hemû pêdivîyên malê ên rojane ku bi kotekî dihatin peyda kirin jî; lê nirxê wan gelekî hatibû bilind kirin û êdî ne herdem yekî dikarîbû ku wana pêkbînê.
Rojên Xelîl dibûne şev û şevên wî dibûne roj ?! di wê taxa ku dikete qubleyî Şam ê de ku ew jî di hate naskirin weke taxeke xizan, belengazan û hal tenikan; ne av ne elektrîk, û ne tiştek mabû rêjîm ê nedihişt kû bighêjê wan!? Loma neçar mabûn û çavên xwe berdane rev ê!? Û vegera Cizîr ê. Lê bin çavkirina xortên wî ew bi derengî xistin. Xelîlo û kufletên xwe biryara revê ji wî cihî dan, piştî ku mabûne bê hêvî di berdan û dîtina xortên xwe ên girtî de?! Çimkî hatibû zanîn weke rastîyekê ku her kesê ku kete bin destê wê rêjîmê ew tu hêvî di vegerê de nîne?! Û bûye weke riya çûn û nehatinê.?!
Di hundirê kavilekî ji ên gundekî koçera nêzîkî ava mezin, Xelîlo û kufletê xwe qederê bîst rojan li bendî vekirina dergehê Sêmalka man da kû bi penaberî derbasî Kurdistanê bibin;  destê xwe danîbû ber ruwê xwe û mest di pûnijî, xewnên wî ên bi şiyarî, ew li hemû zindan û girtîgihên wî welatî digerandin, geh hêvîyên wî geş dibûn û geh jî dimirin û di nêva ba û bablîstokan de dihate avêtin û weke kelemperekî bi sivikî ber badibû û dihate perçekirin. Dilê wî dihate guvaştin û ramanên wî dîsa ew li hemû cîgeh ê dîlan digerandin û ji xwe di pirsî: Gelo xortên min mirîne an jî saxin? û hêsrên ziwa ji herdû çavên wî bêhemdî di herikîn û di bin wê  bandorê de hêvîyên wî kurdûn de dimirin û jiyan di kete rewşeke tarî û ne zelal de, pûnijandina wî berdewam dikir?!.
Ji neçarî û bi qaçaxî û di nîvê şevê de di nêv kerwanekî penaberan, weke kerîyek pezê bê şivan meşeke dûv dirêj qedandin, sînor ê welatê xwe derbaskirin û bi kotekî xwe gihandin kampekî penaberan li nêzî Duhok ê ku peyre naskirin ku navê wî… kampa Domîz ê ye? Di bin konekî de bi cih bûn.
Kale kal û zare zarên pîran girî yê zarokan, toz û dûman bi hevre ber bi asîmana ve bilind dibû hevdû hembêz dikirin û diçûne gilî yê xwe li cem yezdan dikirin? Ey xizan û belengazê Kurdan vegerin xakê qedera we eve û tu çare û hetwan ji derd ê were nîne!? Ji ber kû tu Kurde? Pêwîste tu mal wêran, penaber û dîl bê?.
Ji roja ku gihiştine wî kampî û di hundirê wî konî de, jiyana Xelîlo kete qûnaceke bendewarîyê…… û ji sibehê tanî nîvê şevan; ew û kebanîya xwe roj bi roj kêm dikirin û zirav dibûn? xweşîya jiyanê nema bi wan xweş bû, ti helez têde nema didîtin? di hişê xwe de kelehek xeradikirin û yak avadikirin û di hêvîyên vegera xortên xwe de di jîn!? …..Lê mixabin ne şoreş bi dawî dibû û nejî hêvîyê wan diçûne serî û bi bê hêvî di mitaleyan de Xelîlo û kebanîya di şevekê de giyan spartin!?........

Gulana 2014 an
Beyrûd - Lûbnan

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark