Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Konê Reş Xelata Cigerxwîn a Dahêna Helbestê wedigire

 


Amadekirin: Xalid Cemîl Mihemed / Hewlêr

Komîta Xelata Cigerxwîn a Dahêna helbestê biryar da ku vê xelatê di xula sala 2014ê de bide nivîskar û helbestvanê kurd Konê Reş, wek nirxdariyekê jê re li ser xizmeta wî di ber çand û dahêna kurdî de, bi dirêjiya bêhtir ji 30 salî.
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanan pêşkêşkirina vê xelatê dike, ku yekemîn car sala 2001ê destpê kir. Herwiha hejmarekê ji helbestvanan ev xelat wergirtine, ew jî ev in: Seydayê Keleş, Bêbihar, Mela Nûriyê Hesarî, Mihemed Elî Heso, Xelîl Mihemed Elî, Ferhadê Içmo.


Ahenga radestkirina xelata îsal wê bi helkefta roja cîhanî ya helbstê be, li mala helbestvanê kurd Cigerxwîn, li Taxa Xerbî, li Qamişloyê. Di heman çarçoveyê de girîng e bê gotin ku Sû`ad Cigerxwîn serperiştiya vê xelatê dike.
Di hevpeyvîneke telefonî de, ligel Konê Reş, tayabet bi vê helkeftê, navborî ragihana ku "Giranbuhaya vê xelatê ji wê yekê tê ku bi navê Seydayê Cigerxîn e, herwiha ev xelat bi destê rewşenbîrên rojava hatiye damzirandin, ligel vê jî ev xelat ji destê malbata Cigerxwîn e û li mala wî tê wergirtin. Êdî ev jî cihê şehnazî û serbilindiyê ye."
Debarê rewşa nivîskaran li rojavayê Kurdistanê jî navborî got "Rewşeke xirab e. Nivîskar pirr bûne lê berhmên astbilind kêm in. Nêzîkî 92 rêxistin, komele, tevger, komît û saziyên rewşenbîrî li rojavayê Kurdistanê hatine dirustkirin lê berhemeke hêja nayê dîtin. Ev jî cihê daxê ye."
Di heman çarçoveyê de navborî diyar kir ku ligel xelatkirinên wiha jî astengî di rêya nivîskarên rojavayê Kurdistanê de peyda dibin û got "Li rojava astengiya çapkirina pirtûkan heye. Herwiha karê roman û lêkolînan kêm e û mafê nivîskaran tê binpêkirin."

Konê Reş Kîye?
Navê wî Selman Osman Ebdo ye. Nasnavê Konê Reş ji xwe re hilbijart. Nivîskar û helbestvanekî kurd e. Ji zaroktiya xwe ve guhdaneke baş bi efsane, çîrok û serpêhatiyên kurdî kir. Piştre bû kesekî şareza di warê kultûr û foliklora kurdî de. Bi heman awayî jî bi şûnmaya malbata Bedirxaniyan mijûl bû û xebateke berçav di vî warî de kir û hêj tê de berdewam e.
Konê Reş sala 1953ê li gundê Doda yê ser bi Qamişlo û bajarokê Amûdê û nêzîkî sînorê Tirkiyeyê, li rojavayê Kurdistanê jidayik bû. Sala 1977ê bi mebesta biserîkirina xwendina xwe ya zanîngehê, berê xwe da Almanyayê, lê ji ber neçarî û hejariya rewşa aborî vegeriya welatê xwe û jiyana xwe ji xwendin û nivîsandina kurdî re terxan kir.
Konê Reş wek pirraniya helbestvanên nifşê xwe, kete bin bandora helbesta Cigerxwîn, lewma hewl da ku bi heman şîweyê vê helbestê dahênê bike.
Di Adara sala 1989ê de kovareke kurdî bi navê (Gurzek Gul) ligel hevkarê xwe Ebdulbaqî Huseynî derxist. Weşanên vê kovarê gihiştin 15 hejmaran heta sala 1992ê.
Konê Reş yek ji yekemîn nivîskarên kurd li rojavayê Kurdistanê bû, ku piştî Cigerxwîn, Osman Sebrî û Qedrî Can hatin. Nivîsandinên wî jî di gellek rojname, kovar û pirtûkan de li hundir û derveyî welat belav bûn, wek Hêvî, Armanc, Wan, Nûdem, Sirwe, Xebat, Welat, Azadiya welat, Jiyana Rewşen, Metîn, Gulan, Peyv, Gazî, Dicle û Peyman.

Xelatên Konê Reş
Konê Reş gellek xelat û nameyên destxweşî û spasiyê wergirtine. Ji wan jî:
-  Nameya nirxdariyê ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di 12.11.1996ê de, li ser erkên ku di ber wêje û rewşenbîriya kurdî de pêşkêş kiriye û dike.
-  Xelatkirina wî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ku bi helkefta sedsaliya rojnameya kurdî, sala 1998ê, sînga wî bi mîdaliya zêrîn xemiland.
-  Wezîrê rewşenbîriyê li Herêma Kurdistanê Felekedîn Kakeyî yê koçbûyî ew di festîvala Melayê Cizîrî de, li Duhokê 18.09.2000ê, xelat kir.
-  Mîdaliya Bedirxan ligel bawrnameya nirxdariyê ji aliyê Dezgeha Bedirxan ve, 26.12.2004ê, radstî wî bû.
-  Xelata Festîvala Bedirxan a sêyem jî, di 21-22-23.04.2006ê de, li Hewlêrê wergirt.
Konê Reş di gellek çalakî, dîdar û festîvalan de beşdarî kiriye. Herwiha ew endamê Yekîtiya Nivîskarên Cîhanî (PENê), şaxê kurdî ye, ku baregeha wê li Almanya ye.

Ji berhemên Konê Reş
:
- Çîrokên Mîran. 1990. Beyrût.
- Sîpan û Jînê. 1993ê Beyrût.
- Mîr Celadet Bedirxan- Jiyan û raman wî. (Bi zimanê erebî), 1992ê Şam. Bi zimanê kurdî, 1997ê li Stockholmê derket.
- Raperîna Sasunê (1925-1936ê).  (Bi zimanê erebî), 1995ê. Şam. Bi zimanê kurdî, wergerandina: Misdiq Tofê. 2001ê. Duhok.
- Osman Sebrî (1905-1993ê). 1997ê. Beyrût.
-  Şagirtê Bedirxanim. Dîwaneke helbestên zarokan e. 1996ê. Beyrût.
-  Welato. Helbeset. 1998ê. Beyrût.
-  Dergehê Jîn û Evînê. Helbest. 2001ê. Şam.
-   Dîroka Rojnamegeriya Kurdî li Sûriyê û Lubnananê. 2013ê. Duhok.
Hêj gellek berhemên wî yên din ên weşandî û yên destnivîs hene, her ew jî di berhemdan û dahênê de berdewam e, bi taybetî bi zimanê kurdî ku hezkirineke bê sînor jê hez dike.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.11
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark