Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Seydayê Tîrêj li Qamiþlo hat bibîranîn..

 


Qamiþlo (welatê me) : Bi helkefta diwanzdemîn sal ku li ser koçkirina hîmê helbesta kurdî ya resen seydayê Tîrêj re, û bo roja helbestê ya cîhanî re, duh þemiyê 22/3/2014 an li bajarê Qamiþlo û di bin sêwana Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûrya, mehrecanek helbestî hat lidar xistin.
Di serî de bi xêr hatina mihvanan ji hêla helbestvan Ehmed bavê Alan û  helbestvan Narîn Metînî hat kirin, û gotina Yekîtiya Nivîskarên kurd – Sûrya- ji hêla Dilawerê Zengî ve "Serokê Yekîtiya Nivîsakrên kurd " hat xwendin.


 Piþtî gotina Yekîtiya Nivîskaran helbest ji hêla helbestvanên ku beþdar bûyî ji hemû þaxên Yekîtiya Nivîskaran hatin xwendin, ew helbestvan ev bûn:
Þehnaz Þêxe
Ferhad Içmo
Salihê Heydo
Mahîn Þêxanî
Ciwanê Evdal
Bavê Helbest
Wecîha Ebdulrehman
Xalid Umer
Lazgîn Dêrûnî
Dilbirîn bavê Xalid
Gulal Kasanî
Hemze Cengo
Ibrahîm Qasim
Dariyos Darî
Bextreþ Koçer
Haþim Þêx Zahir
Nûþîn Bêcirmanî

Û di nav bera ku helbest dihatin xwendin navberên mozîkê jî hebûn, hunermendên ku beþdarî vê mehrecanê bûn ev bûn:

Hunermend Se`ed Ferso
Hunermend Þeyda
Hunermend Þivan Temo
Helbestvan û hunermend Qasim Mer`îka

Berî ku ev mehrecan bi dawî bibe, helbestvanek û du hunermend hatin xelat kirin ew jî ev bûn:
Xelata Seydayê Tîrêj ji hêla Dilawerê Zengê ve, diyarî helbestvan Taha Xelîl bû. Piþtî ku Taha Xelîl xelata xwe wergirt, axivî û got: "Ez spasiya we dikim ku ez hatim xelat kirin ji hêla Yekîtiya Nivîskarên kurd ve, û nemaze ku xelat ya Seydayê Tîrêj e.
Hunermend Se`ed Ferso ji hêla Mamoste Luqman Yûsif ve endamê komîta birêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên kurd, hat xelat kirin.
Hunermend Þeyda ji hêla mamoste Mihemed Þêxo ve endamê komîta birêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên kurd hat xelat kirin.
Di dawî de xwenasîn di navbera helbestvanan de çêbû, û pir wêne jî hatin kiþandin, em jî ji mihvanê malpera xwe re hinek ji wan wêneyan diweþînin..
















































































































 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark