Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nivîskarê sitû xwehir

 


Xelîl kalo
  
Ji bilî celebek  ji kesên bi rûmet ku xwedî qedirin , giranbuha û berêzin  , ew nivîskarên meyê xwedî ked û biberhemin , resenin di hizir û ramanin xwe de  .ku ew heta roja îro jî li ser bingiha xweyî kurdewarî di xebitin , berhemên wan di riya pirtûkan de li ser çand û nirxên kurdewarî têne dinya kurdewarî .ew nifiş û celeb ewin yê ku dinya kurdewarî bi wan avaye û dibine jêder û kaniyên rewşenbîriya kurdî ya resen,


di heman demê de ew mirov bergirin û vejînkarê keleporê kurdîniyê ne bi qelem û hizirên xwe . heta ew hebin wê çanda kurdî bi xêr û saxlim be û gelê kurd wê bi wan serfiraz û zindî be .

Celebekî dîtir heye ku  ewin yê pirtir dengên wan bi şev û roj sikakan dadigre bi qerebalixin, bê karin û xwedî berhemên bê nişa û bê tamin. li dora xwe dizîvirin û tozê li dora xwe di rakin, ta ku kesên li dora xwe bi xapînin û rastiya wan neyê dîtin .van kesan rahiştiya wî navî bê ku hêjayî wî navî bin  . ev nifiş ku pirên wan di domana buyêrin ku li sûrê hatin qewimandin di destpêka sala 2011 an de piştî ku tirs hinekî rabû .bê ku zehmetiyê bibînin û bikşînin di heyama  rojên reş û dijwar de.bi çend gotarên bê wate , dobarekirî û bê armanc. bê erk û karê pirakîkî . xwe kişandin xan û zeviya nivîskaran û xwe li ber deriya hin partiya roniştin ta wan bidine pêş û wan bi hebînin û destekê bidine  wan bi çandeke çilekî .

Eger tu rewşenbîr be,  gereke tu xwediyê berhemên rewşenbîrî be , wekî pirtûk û dîwan û lêkolîn ,  anku afrêndarê çand û xwediyê nûkirina keleporê gelê xwe be û bi ramana xwe serbixwe be. tenê bi çend gotaran mirov nabe rewşenbîrî gelê kurd ku armanc çend qurûşbin . lê mirov di kare bibe şabaşçiyê ber deriyan û nane nanî be , ji bo parîk nanê rizwa  li vir yan jî li wir ,  yan jî ji bo aferimekê ,lê bere ew kes zanibe rewşenbîrî dûrî wiya û jê bêriye û çeteyê .rewşenbîrî ne sitû xwariye û ezbebiya vê siyasetê ye yan jî ya dîtire û kesaye. Tenê rewşenbîrî serxwebûna fikir û raman û helwesta kurdewariye , eger mirov bi xwaze rewşenbîrê gelê xwe be,  bi şeweyekî rasteqîne gereke mirov dengê wî be bi hest û wicdan be . lê heme koletî û sitûxwarî li ber deriyan , şermeke mezine û wî navê rewşenbîrî ser mirovan di hilîne .. û hingî mirov dibe kerê keran ..

3.3.2014  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.28
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark