Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurd, hatin yekîtiya xwe lidarxistin.

 


Cih: Navenda Osman Sebrî ya çandeya Kurdî.
Îro li bajarê Qamiþlo rojek giring e ku wê bibe guhertinek dîrokî di jiyana tore û çandeya kurdî de li Sûriyayê.
Di vê roja dîrokî de Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya yê, hatin ba hev û yekîtiya xwe lidarxistin.
Di destpêkê de mamoste Ehmed Bavê Alan beþdaran vexwendî xuleke bê deng li ser giyanê cangoriyên kurd, azadî û Barzaniyê nemir kir.


Piþt re torevanê hêja Dilawerê Zengî li ser pêwîstiya hebûna yekîtiyek giþtî ji hemî nivîskaran re axivî, lê divê têkilî bi vê yekîtiyê de li ser astekî þaristanî ku hebûna çandeyê çalak bike, da em karibin dijberî jankêþan û sitema ku hember gelê me hatiye bikaranîn derkevin.
Mamoste Zengî giranî da wan geftûgoyên bi nirx yên ev roja pîroz bûye encan ji wan re.
Helbestvan Ebdulsemed Mehmûd daxuyaniya Yekîtiyê ya bi zimanê Kurdî xwend û ev deqê wê ye:
Daxuyanî
 Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
 Yekîtiya Nivîskarên Kurd –Sûriya
 Li hemberî rewþ û nîrên dijwar û hestiyar yên ko gel û herêma me tê re derbas dibe, em wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya. Û bi egera pêwestiyek neteweyî, sincî û mirovanî û wek erkek û stûbariya wijdanî çawa (nivîskar wijdanê gela ne). Û piþtî danûstendinên bi ber û giranbiha em yekîtiya xwe lidardixin.
  Bêguman, Yekîtiya nivîskarên Kurd pêk tê, ji ber rewþa parçebûna di bizava rewþenbîriya Kurdî de û ji bo rewþa wêje û çandeyî bi pêþ ve bibe.
  Em tekes dikin ku dergehê Yekîtiyê wê tim li ber pênûsên rasteqîne vekirî be , çi li hindirê welêt û çi li derveyî welêt be.
   Û em guhnadin  wan gotegot û daxwazên dijî yekîtiya nivîskaran, ji ber amanca me rajeya çand û toreya Kurdî ye. Helbet, bi awayekî þaristanî ku bersivê ji guhertinên vê qûnaxa hevdem re bide .
  Û her hûn ji me re bimînin alîkar.         
 Hevbenda Nivîskar Û Rojnamevanên Kurd  
Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriya
        Qamiþlo    1- 3 - 2014
 Helbestvana hêja Þehnaz Þêxê berî deqa daxuyaniya bi zimanê Erebî bixwîne, çend hevokên bedew û bi wate gotin, bi kurtî wê tekez kir ku divê nivîskarên Kurd bi istubariya xwe ya dîrokî rabibin.
Nayê jibîr kirin ko beþdar gelek balkêþ bûn, çimkî hemî çalakiyên çandeyî û rêxistinên siyasî, sivîl û jinan amade bûn.
Lê, beþdariya dezgehên ragehandinê bi xurtî xuya bû. Ev yek bûbû cihê kêfxweþiya beþdaran.
Gelek birûskên pîrozbahiyê gihiþtin me ji wan: Biroska Partiya Yekîtiya Demoqratî kurd li Sûriyê- Yekîtî- Herêma Qamiþlo. Biroskek ji rêxistina Yasa ya lêkolîn û rawêjkariyê.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya
01-03-2014
Qamiþlo
















 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark