Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sibatê dest hilanî

 


Zinar Mistefa

Hema..Hema, ­Çille ­ hemû bê baran derbas bû, û ji zivistaneke sar û ziwa pêve, me tiþtek ne dît. Di wextê ku: debora millet û nanê zarokan, bi hebûna barana zivistanê ve girêdayiye.


Raste, axa welatê me zengîne û petrola me zehfe. Lê ew dewlemendî tev ji xelkê re diçe, û tu havil jê li me navegere. Bi gotineke kurt: em (xelkên herêma Cizîrê) bê xwedîne, û bi nav tenê, di bin siha dewleta Sûrî de dijîn- Ango: dewlet (rêjîma Beis) di warê civakî û ekonomî de, me naparêze, û di salên ziwa û mehil de, li me xwedî naderkeve.
Belê, nanê zarokan û debora xelkê li Cizîrê, bi hatina barana ezmanan ve girêdayiye. ''''''''''''''''Heke barî? Weke ku pêþiya gotî, kerê þixra nalî" Wî mûsimî,keyf keyfa cotaryan e. ''''''''''''''''Heke nebarî? (parçê didwan ji serpêhatiyê)  Dar kete diya cotarî". Hingî, malik li xelkê xiradibe . Lê þikir ji xudê re, hê barana Cizîrê me pake. Zemanê berê, gelek berf û baran li welatê me diket. Bilkî, salê bêhtirî (600mmî) baran dibarî. Li gor belgeyên dewletê: nezma baranê di salê de , li bajarê (Qamiþlo)=442mme.
Van (20-25) salên paþî , ew zivistanên bi þilî li nik me nemane.Ew jî, girêdayiye bi wan guhertinên ku li kilîmetê dinyayê dibin -germbûna riwê erdê. Bi wan guhertinan, em bi 
xwe, di salên ziwa û kêmbaran de bêhtir dihisin. Îsal (2006-2007) ji ber nebûna baranê, tirseke mezin kete dilê me de. Destpêkê, du(2) tavên xweþ barîn. Lê dûvre, nêzika heyv û nîvê, baran yek car qut bû. Di encamê de, ziyaneke mezin li Çandiniyê bû- Heta ku hinekan çandiniyên  xwe jî qulibandin- Yanî: em ber bi bêtareke mezin ve diçûn. Lê çawa, em ketne heyva Sibatê de, baranê dayê de, û barî,û barî, heta ku erdê xizna xwe ji ava wê dagirt. Nûka hingî, dilê cotaryan rehet bû, û wan dikarîbûn reht .. reht sere xwe deynin.  
Gelek caran, heyva Sibatê dest hilaniye. Vê carê jî, wê soza xwe bicihaniye. Çêbûna mûsimê, ma li benda barana biharê . Em bi hêvîne ku: wê hingî jî bibare.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark