Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Fatma Şernexî koça dawî kir

 


  Sibeha îro (03.02.2014), Fatma Şernexî ji temenê 90 salî li bajarê Qamişlo koça dawî kir. Fatma Şernexî, yek ji wan jinên kurd bû yên ku ji destpêka damezirandina Alpartî ve wek endamek Alpartî kar û xebat di nav tevgera azadîxwazî a kurdî de li sûriyê dikir û gelek caran ziyan ji dest rêjîmê ditibûn..
Ew kebaniya welatparêzê kurd Ahmedê Şernezî bû, diya mamoste Sedîq, Îbrahîm û Dr. Nizar Şernexî ye.. Rehmetiyê sala 1924an de li Şernexê, bakurî Kurdistanê çêbibû û ji sala 1952an ve, digel hevjînê Ahmedê Şernexî hatibûn Binxetê, li Qamişlo akincî bibûn..


Fatma Şernexî. Wek jinek kurd a welatparêz di nav civaka kurdên sûriyê de dihat naskirin, û bi vê boneyê çend carekî hatibû xelat kirin.
Vê sibehê, digel cemawerekî mezin temê wê li goristana Qidûrbeg hat veşartin.
Serê malbata Şernexî sax be û serê gelê kurd sax be.
Konê Reş
Qamişlo, 03.02.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark