Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Žandeya kurdī

 


Heyder Omer  

Fayêz Sare endamê îtîlafa Sûrî ya rikberiyê dibêje: Di nav žanda îtîlafê de karînên curbecur hene, ji wan karînan dîplomasî, zagonî (Yasayî) û polîtîkî ne.
 Ev gotin, bê ku rast be yan na, çawaniya karînên endamên žandeyan dide xuyakirin. Pirsa li vir ji neçare tê bîriya mirov ev e: Gelo karînên endamên žandeya kurdî çi ne?. Evên li meydanê, bê ku em nirxê wan yê polîtîkî kêm bikin, karînên wan, perî pêžî, partiyane  ne,


 her yekî ji wan bi salan karê rêxsitinî kirî, sed carî mala wan ava, lê ji hêla polîtîkî de, ew jî wek hemî endamên hemî partiyên me, P Y D jî di nav de, zanîna wan ezmûnî ye (tecrûbe) ne akadîmî ye, bila kesek nebêje em partîzanan kêmnirx dikin, zanîna akadîmî û têorî, ji bo siyasetmedaran, deyaqa (palpižt) herî bi hêz e. Her weha ji hêla dîplomasî de jî, tevgera kurdî bi hemî partiyên xwe ve, li hember vê mijara îro, yekemîn car e, bi vê rewžê re rû bi rû dibe, ango ezmûneya wan ya dîplomasî gelek lawaz e. û ji hêla zagonî de jî, hemiyên wan ne pisporên zagonê ne. Gelo, xaka Kurd li rojavayê yê Kurdistanê  ewqas beyabanî ye, û pisporên van zanistan tê  de nîn in?! Gelo ma di nav partiyên kurdî pisporên van zanistan nîn in?.. Rast e... ew kesên partîzan dibezin, dipekin, bi rojan ji mal û zarên xwe bi dûr de dikevin, ev cefayê wan rûmetdar e, û cihê rêzê ye, lê gelo ewana ne ji bo rojek wek vê rojê ewqas cefa dane û didin?. Ez bawer nakim,ku bersiva wan dê neyênî be. Eger bersiv weha be, ma ewana û partiyên wan jî, karînên xwe nas nakin?. Çima žêwirmend li kêlek wan nîn in?. 
 Di helwstên welê de, di nivisandina peymanan de, di gotinên ragihandinan de, her peyvekê sînorên xwe, yên siyasî û zagonî û zimanewanî hen e, kesên pispor wan sînoran nas dikin, ne her kesek.
 Kesên pispor dikarin bibin alîkarên endamên žandeyan, û cefayên wan berhemdar bikin. Mesele îro gelê me bi man û nemanê re rû bi rû bû ye, ji hêlekê de, çeteyên rihdirêj hemî kîna xwe bi ser gelê me de dirijînin, ji hêla din de ew kesên, me digot, ku piraniya wan hilgirên çanda mirovane û nûjen in, hate xuyakirin, ku nikarin çermê xwe biguherin, û žoreža rûmetê û azadiyê rastiya wan ya beloq da xuyakirin.
 Îro pêdivî ew e, ku erk û ejendeyên partiyane, ne tenê hinekê, belê bi kîlomeran, bi paž de bimîn in, û milet û welatperwrî cihê xwe di eniyan erkan de bistîne, armanc ne serkefina partiyane ye, belê ya serkeftina dozê ye. Partiyek jî bi tenha nikare vî awayê serkeftinê pêk bîne.
 Dem hîna jî ji dest me neçûye, ev gava li Cinvê dest pê bûye, hem ya yekem e, û hem jî  destpêk e, û rojên dijwar li pê wê hene, serkefina dozê jî bendewara yekgirtina refê kurdî, û çêkirina „nanî bi destên nanpêjan e“. Gelo tevgera me (her du encûmen) dê bighênin wê rastiyê, ku hevdu tewaw dikin, û çiqas jî zîrek û çalak bin, dê bê žêwirmendên pispor, pêrgî gelek berqefên teng û tarî bibin?! 


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark