Xelil kalo
Dema ku civakek di keve rewşeke aloz û paşketî de , bere mirov zanibe ku ew civak û bijartiyên wê ne li ser nirx û exlaxên resen yên xweyî çandî û mirovayetî dijîn .û di hemen demê de ew civak dûrî dema xwe dije .kurt û bê dirêjayî û divê dema ku gelê kurd yên rojavayê kurdistanê di alozî û tevlîheviyeke bê wate dije . mirov di kare bibêje ku ew gel bê serûber û bê serdariyeke hemdemiye û hîna di rewşên kevne deye , û bijhartiyên wê ne xwedî armanc û insiyatifeke erênîne li gorî erkên netewî .û bi taybet divê pevajoya ku welatê sûrî têde dibûre .
digel ku hewqasî rêjîma desthilat lawaz bûye û meydana sûrî hate vikirin ji hemû hêzên xerab re , hîna civaka kurd û siyaseta wê ya netewî paşmayîye û parçkiriye bi destê bijartiyên civakê .
Di van hersên salên dawîde û di çarçoveya dewamkirina aloziya şerê ku li nava sûrî di qewime .heta roja îro siyaseta bi navê kurdayetiyê hîna ew gavên ku têne xwestin nikariya bavêje .û her tim gaveke li pêşe û dido li paşin li gorî pîvanên serdemî , herwekî ku ti buyêr di sûrî de na qewimine .bervajî ku her tişt li seranserî welat di live û xwedî bizaveke xurte. li seran serî sûrî şer û cenga hebûn û tunebûnê ye .mixabin civaka kurdî di nava alozî û ezeziya xweyî partîtî de digevize û roj bi roj ber xerîbî û windakirina ji armancên xweyî netewî û mirovayetî ve diçe .bê ku haya wê ji meşa wêyî windabûnê hebe û ber paşerojeke ne diyar ve diçe.
Bê goman û bê hizireke kur û lê kolîneke dor û dirêj . mirov dikare bibêje ku civaka kurd bi hemo hêzên xweyê siyasî û bijartiyên xwe ve di gendeliyeke kûr de dijîn û berdewamin .mixabin dûrê nirxên xweyê civakî û çandî û nasnama xweyî netwî .pirsa ku li vir mirov dikare bike . gelo çi sedem û ho hene ku bûne alîkarê vê encama ne erênî û aloz .....? ,ku çima em kurd mane parcekirî li vir û wir bê dispilîn , bê ku em xwe li hev bicivînin û roleke xort û xwedî armacên dirokî divê qunaxê de bileyzin, di dema ku hemo şertên babetî alîkarbûn , me kurda heta roja îro nikariye xwe ji kelepor û çanda kevneperist û ezeziya partîtî û ji gendeliya serokatiya siyasî ya paşmayî demê rizgarkin.heta roja îro û ber bi demên pêşde ev gendelî wê berdewam bike .ji ber gelek sedeman û di serê wam de, parcebûna çand û ramana civaka kurd li ser terwerên kurdistanî û parastina berjewndiyên partîtî û yên kesayetiyên serokên wan partiyan li ser hisabê maf û nierxên kurdwarî ...kurd kurmancî : gendelî li her derî şaxê xwe di vede .hingî jî wê encam ev be..