Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Salixê koça gorbihuştî Mamosta Hesen Dirê,î hiştiye ku jana bêganeyê bikişînim

 


Mihemedê Seyid Husên

Erê kekê hêja bavê Dîma.
qedera vî zemanê dirinde şiyabû ku nehêle em bi şahiya hevdîtinê û hêsirên xatirxweztinê re careke din hevdû gerden bikin, lêbelê em mane ku di jîyana penaberî û ewareyê de hêlecana keservedanê bikin, keysebaz, sîxur û kurtêlxurên xwe-erzanfiroş di nav qendirxeyên nakokîbar de, deng, reng û dîmenên cudaxwaz de,


bîrlêkirina zanistî, aştî û ronakbîrî vajî pêşbîniyên şênewarên Amûdê rave kirine, gireft û kêşeyên bineretî li ser lêvên asoyan ji ber vîzevîza guleyan helawêstî mane, dêmeku gorbihuştî Hesen Dirê,î yek ji dîdevanê serpêhatiyên Amûdê ye.
*  *  *
Belê biradostê xoşewîst bavê Neşwan:
nameyên pakrewanan bi te re diçûn û dihatin, naxwe ku te hewl daye serpêhatiyê bavêje ser tevna pendê, û yadîwerên evsaneyî yên kulneder ji kûraya dîroka dêrîn, ji nav kavilên heyaman bispêre nûjeniya çerxê vemanê, ji nêv pertewên tertepêlkên binê zemîna girê Şermola, ji destaneyên bav û kalan salixên piromîd hemdemçtir bi dest ve bîne, ta ku em gihane zemanekî ne bi saya derman be nikarin tenah razên, çarmedor nîgaşê felaketan li ser hemî xaçerêyan pêrgî me tênn û em dorpêçane.
*  *  *
Te dîna xwe dayê bavê Hela:
qey bextreşiya meye ku me pêgeheke hêmen û aram di bin tîrêja rokê de nepelandiye, demdar li dûv sawêrên keskesorê
û ji asoyên bê tixûb bi torfelaqî em têne xwarê, qirikziwa bagerok bi gaziya me dileyizin, di beybaneyên bê dengiyan de zîmarên agirînî dibarînin, êmîşên kerrik yên ziqûmî û zilindarî bi rondikên stewr û çirrmûçe re dicûn, çendî ez li benda ku xaweriya gernejîna te, li ser tabloya şêwekarekî bilîmet bi xampera te bihatina meşiqandin.     
*  *  *
Erê keko.
kevalên şahlewendî di nav şînesayîya asîman de omîdan bi gulistêrkan re dirijînin, weku te jî diyardeya mafnasînê bo xwe kiribû navnîşan, yekser rûmeta karnasînê, lixêvên newaziyên coşdar û niyazpakiyê, li te dixuricîn û di hindurê te de li hev dibaniyan, şermezariya kîn û dexsokiyê te li ser destên xwe dax da ye, herweku liba gorbihuştî yekser govan hevparê dize, û dadgêr fermandarê herduwa ye, dêmekî bavê Hela sîmbolekî Amûdî lehenda şêra ye, ji malzaroka sefirbelikê pêşgav daye, şevçrax û birûskên raperînê ji Qamişlo lê vedaye, tucar ji ber zirt û geflêxwarinên zînatkaran eniya tekoşînê bernedaye.
*  *  *
Çendî mixabiniye keko:
tenha ku kurmê darê ji darê be malwêraniye, herweku îro givalekên tarî-ewran seqa û mercên Amûdê lewitandine, çete, çolax û rêgiran herêm ji berê ve vegirtine, ji naçarî hêj em dawdêlên bê hêvîbûnê li dûv xwe dikişînin, di nava zeviyên kaleşûv de hêj em li gunehên dilikumin, dilê me jî pê re xwînê diwerivîne, ji nû ve hay bûne ku evîn ji herêmê sirgûn çûye, revend li ser milê mişextan gaziya xêzanan hildaye, celawizên tundutûjiyê şûnwarên me dagîkirine, ji hilf û bîna şênewarên hezker vala maye, Amûdê buxçika koçberiyê li ser kolînka xwe daniye, lê herwe mîna razperîzeyeke xewnedar, di nav gulîzarên şaran de dengvedaye.
*  *  *
Zemanekî tagirtiye keko:
herweku mamostayê dilovan maknivîsarên xwe bi hêsirên agirînî afirandine, li ber awazên gupgupa dilê xembar mikur hatiye, ku hovîtî gencîneya bêzara ye û hêsirên Şermola bi ser ciwanên Amûdê de hêj nehatine birîn, û li bazaran hêj derew bê zêrevanî têne firotin, rok ji mista taristanê werb tête xwarê, tanî bi rûyê qadê qeymaxekî zingarî girtiye, weku tu jî zanî ey parêzerê şareza û yasazan, nemaze ku îro kujer ji dadgehê xelata zêrîn werdigire, û dadgêr pir şanaze ku bi destê xwe bergoreke tarî ji kevokê re dikole.
*  *  *
Erê birawo:
birîn kûre û derman jî kêmpeyda û teqnekî jê dûre, û hala mirinê li herêma rojava xweşwar bûye, û çarenûs li ber kêferata berxwedanê bê bervedêr û sermiyane, xwezka me ev zemanê sîgiran ji binî ve nedîtibana keko, zemanê ku rasteqînî tê de bidar vebûye, bêguneh bi torfelaqî bûne gorî û girawa sawêrên bedkariyane, û tewankarên tundrew yên çavbirçî û ziktilêr destelatdariya fermanê dikin hîç ne jiyabana keko, min digot qey xetîra omîdewariyê rivîn daye, û qet ne wisa bêhode pepûk û reben hatine dinê, min digot belbî mîna hecîreşkê hatine ku bi hûrbînî hêlînên omîdan bo nifşên nûhatî li tevneke hemdemî xînin, xewnên hejar û pêrîşanan ji nêv kavilên wêraniyê, li peravên bihuştiyane dê bi keskesoran re gulvedin.
*  *  *
Belê kekê hêja:
Amûdê dola jana berbat û hevgariya ye, çîroka kefteleftê ji mêjuda kevir li heste xistiye, mamostayê Amûdîperwer û gorbihuştî, ji destên meygeran peyala firişteyan hildaye, pêkerê sitemkaran bi hêza azadîxwazan rûxandiye, ji pendên navristên Avesta pîroz hespê fala ji merbendê rizgar berdaye, ji naveroka daxwaznameya pirtûka Namî yê nemir, ji dil û can berevaniya kurdewariyê kiriye, ala bergiriya dadperwerdeyî li cîhanê giştî hilda ye, cil û bergên reşgirêdanê dûrtir avêtiye, ezwerî û pêşbîniyên lawazan dirûztir cîbecî kiriye, evîn di dilê helbesvan de jîndar hiştiye, kula wî bû ku çêja şîrava gulê di şahdamrên gelê wî  de jî bigere bo wî destegul çakbextiye, ku keskayî li ser rûberê gogzemînê geşedartir wergere bo wî xweşcanî ye, û her giyanê gorbihuştî kak Hesen Dirê,î, li gel şehîdên Amûdê li nêv gulîstanên razayî li dengê şelpîna baranê bang daye.
*  *  *
Çendî bedaxewa keko:
nemaze ku hogirîna sura bayê evînê li deverê lawaz bûye, sitêrka qurixê ji asîmanê me beta bûye, stirîdirk û kelem di nêv mijgulên çavan de şîn hatine, nûzayî ji tengava malzarokê bizûtî rizgar nabe, karwanê ewlekariyê ji mêj ve rêya xwe bi me nexistiye, kon û xeyfetên hoza mişext li ser beyarên şewitî danîne, hezîn bûye yadiyeke ji destxweçûyî û her ew tiştê ku di qirika me de ziwa mabû ne ava jiyanê ye keko. ew şûrê ku me pesnê xwe pê dida hêj li rahêjê xwe rast nehatiye, weku te jî ey wêjedost û xameyarê dilsoz û nemekdar, bi çavên ser xwe dîtine, bê çendî tolaziya rivîna agir çengên xwe dirêjî me kiriye.
*  *  *
Hey wax keko.
herweku jibîrbûn daneke xweristî ye, bîranînên ewareya derbider û kabûsê bêganeyê xewnên me berba kirine, bibexşîne kekê sozevîn û cangoriyê namedar, bi hêvîme ku tu li Amûdiyan biborîne, nemaze ku tu ji kesên hawêrê mûkî hestiyare, wisa derûnşikestî bê nasname û tomare, ku omîd û xwezane li beybaneyên kezîkur wendane, bi yekcarî ne sezayê xwedakî ne, pêwanê ber deriyê gunehkara ne, cihêrengin mîna reşbeleka serperê kevalê ye, nala agirê Amûdê ji nihêniyên rêpilaneke şevnivistî zarotî di hindurê xwe de şewitandiye, herweku xwedê jêxweş Hesen Dirê,î, lawê Amûdê sîmboliya qehremaniya wê dixwe de nekujtiye.
*  *  *
Qet mat nemîne keko:
ku piştî 53 salan peqpeqokên şewatê li ser laşên me jî sorgul vedane, xebînetê keko va ye te jî koça xwe barkiri ye, û em li şûnwaran hêj paşaxa peyva çêjer dikin, belbî heyvanê yekbûnê di navgîna cîyewaziyên perçebûnê de bimeyin, ango yezdanê yelpare destpêşeriyê di navbera me de bikî, nemaze ku şev hêj kayîna civîn û şevbuhêrkan dikin, êca wê kî şemal û feneran li ber kêla nemirên Amûdê vêxînî, wê kî risteke pêşesaz û mijareke şeyda di hemî hêlekarên jiyanê de, di hemî dabaş û baetan de binîvisînî.
*  *  *
Xeman nexwe keko:
ji destaneya Mem û Zînê herdû sîmbolên evînê, ango dengvedana halana Qamişloka kargorî, dê pêlên ava Ceqceq gerdenaz bi hêla Amûdê de biherikînî, dê nifşên nûhatî lawên serdemê rişma pêşinyarê radest bikin û pêvajoya dîrokê ronî bikin, gelo wê kengî li kaşê Şermola, li pesarê çiyarêzên Efrînê, li serdeşta sirûcê ya Kopana leheng, li çelengiya xwerista Dêrika Hemko, li Amûda bavê Mihemed, wê kengî Azad şûrê mîtanî ji kalan bikişînî, wê Kawayê çakûçbaz kengî qenareya tekserokî, tekpartiyê û tekeydiyolojiya totalîtarî ji kokê ve helweşînî, wê kengî Ferhadê evîndar di nava rojê de kil ji çavên şêrînê birevînî.
*  *  *
Erê biradostê hêja:
ji roja ku min tu nasî sermelekê şêrîn-gernejîna ye, dîn dijminê tûrikê tiral û tembelan, cadobaz û xêvzana ye, li ser girê şermola raserî goristana şehîdên salên çerxê çûnî, û yên serdema çerxê 21 ê, bahoza keserê li ber serê kêla kurdperwerê dilsoz Reşîd Kurd berdaye, hest bûye ku mirovanî li deverê kêmpeydaye, lê her Amûdê çaverê ye nemaze ku li cem gorbihuştî her desthilanîn fereca xêrê ye, û jana libendemanê hêlecana mirinê bi serê xweye, û rev jê her nekarê ciwamêra ye, lê heyf û xebînetê ku niştecîyê resen li ser nexşeya xaka welatê xwe hêj nişteware, û her bextê wî li agirê pilangêrên finasgenî ketiye.
*  *  *
Gelî bira, dost û xwênerên xoşewîst:
di helkefta koça mamostayê gorbihuştî Hesen Dirê,î bavê Dîma, Hela û Neşwan de, sersaxiya we tevan dixwazim. herweku ez di vê bêganeya kûr dûr de pir xemgbarim, tenha ew sitêrka ku her êvar me çavdêriya hilatina wê dikir nema diçeyisîne, bê guman gereke tucar em jibîr nekin ku xaka pîtdan û comerd seraqet baranê dixwazî, naxwe ku jêmayên xwedê jê xweş dê mîna berbangê şevnemê bi nermebayê hêwa re li nêrgizê bibarînin, reha xeman nexun ji bo evînê, herwiha ji bo şengerojên heman jînê, hêvîdarim ku em jî tev weke Mem û Zînê bibn sîmbolên evînê, nala bavê Dîma çakbîn, serfîraz û berhemdar derman bikin birînê, tenha ji bo ku zirt û fortên birakujiyê û bobelatên şewatê hew bibînê, herweku naçare rojek heye em jî têne heman civanî…sipas.

- Zindarî bo giyanê mamostayê hêja parêzerê mafnas û nivîskarê geşbîr Hesen Dir,î.
- Sersaxiya birayê wî Mihemede bavê Remzî, kurê wî Neşwan, herdû keçên wî Dîma û Hela bi şêwejiyaneke canxweşî û aramî dixwazim.
- Sersaxî û aramiyê ji hersê dostên xoşewîst kuramên gorbihuştî mamosta Mehmûd. Elî û Kurdyar re dixwazim.
- Sersaxî bo xizm, kesukar, heval û hogirên wî.
- Destê yekîtiya nîviskarên kurd her saxbe, nemaze ku helkefta xweşwaniya 40 rojiya gorbihuştî mamosta Hesen Dirê,î lidarxistine…herbijî û zorsipas.

komara Çîk…1-1-2014
gorîcan2@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark